Ghaizlan Al-Mamounî bi komeleya xwe ji bo mafên jinan têdikoşe

Komeleya Kayfa Mama Kayfa Baba, li dijî hemû şêweyên cihêkarî, zordarî û tundiya zagonî ya dijî jinan têdikoşe.

HANAN HARITE

Mexrib- Parêzer û seroka komeleya Kayfa Mama Kayfa Baba, Ghizlan Al-Mamounî got ku mijara welîtiya zarokan di zagona malbatî ya Mexrîbê de li ser bingeheke cihêkarî zayendî ava bûye ku wî mafî dide mêr û jinê ji wî mafî bêpar dike.

Piştî hevberdanê komeleyê ava dike

Seroka komeleyê parêzer Ghaizlan Al-Mamounî, bi awayê giştî mafên jinan diparêze û kedeke mezin dide ji bo ku mafê welîtiya zagonî bigre. Fikra avakirina vê komeleyê ji ezmûna wê ya takekesî hatiye. Ghaîzlan Al-Mamounî dibêje: “Piştî hevberdanê min dît ku ez nikarim biryarên zagonî der barê zarokên xwe de bistînim, ez tênegihîştim çawa ez ê bê zarokên xwe derkevim derveyî welat û hesabê bankayê ku min ji zarokên xwe re vekiribû, pereyê xwe yê taybet xistibû hesabê wan hebû. Ez nikaribûm bêyî bavê wan ê ku me hev berdabû pere ji wan re bikşînim. Wê demê min fam kir ku cihêkariya di navbera herdu zayendan de ne di çanda me tenê de heye, di zagonan de jî serwer e. Ez parêzer bûm û zagonan baş dizanibûm, ez ketim nava şerekî dirêj heta min welayeta zagonî ji bo zarokan girt.”

Ghaizlan Al-Mamounî di wê demê de ji bo damezrandina komeleya bi navê Kayfa Mama Kayfa Baba dest bi xebatê kiriye. Ji bo ku jinên rastî zordarî û cihêkariyê hatine biparêze ji ber ku ew dayik nikarin zarokên xwe bibin dibistanên nû yan belgeyên wan ên fermî derxin, tevî hemû astengiyên din ên ku  bi awayê neyênî bandorê li zarokan dikin û derfetên wan winda dikin.

‘Di rewşa hevberdanê de barê xwedîkirina zarokan dikeve stuyê dayikê’

Di rewşa hevberdanê de, mafê xwedîkirina zarokan divê li gel mafê welayeta zarokan be, hin bav nefeqeya zarokan nadin û hemû berpirsyariyên wan zarokan dikeve stuyê dayikê lewre çênabe welayeta zagonî ne ya dayikê be. Di wê der barê de Ghizlan Al-Mamounî dibêje: “Mixabin welayeta zarokan li ser bingehên zayendî ye ku wî mafî didin bavê zarokan bi awayekî li dijî zagona malbatê ya Mexribê ku tê de diyar bûye berpirsyariyên malê û xwedîkirina zarokan dikeve ser milên dê û bav.”

‘Di warê zagonî de welayetê didin bav dayik nikare biryaran der barê zarokan de bigre’

Di berdewamiya axaftina xwe de, Ghizlan Al-Mamounî dibêje: “Welayeta zagonî ji mafê bav e û hembêzkirina zarokan ji mafê dayikê ye. Ev jî pirsgirêkek mezin ji bo zarokan ava dike, dema hevberdan pêk tê ew zarok li gel dayika xwe dijîn ku zagon wî mafî dide dayikê û rojane wan zarokan xwedî dike lê li beramberê wê dayik nikare tu biryarên der barê zarokan de bistîne.”

Komele ji bo lêvegerek ji zagona malbatî re bê çêkirin têdikoşe û di serî de zagona welayet û wesiyeta li ser zarokan weke berpirsyariyek hevbeş di navbera herdu hejvînan de ye. Lê divê berjewendiya herî baş a zarokan  ber çavan bê girtin, weke Ghizlan Al-Mamounî dibêje “Berpirsyariya dê û bav hevbeş e lewre divê herdu bikaribin biryarên der barê zarokên xwe de bistînin.”

Komele çalakiyên meydanî û rûniştinê li dar dixe

Der barê çalakiyên komeleyê yên ji bo parastina mafên jinan û pêkanîna wekheviya di navbera mêr û jinê de radibe û têkoşîna wan a li dijî hemû cureyên tundiyê de Ghizlan Al-Mamounî wiha dibêje: “Komele li ser gelek aliyan kar dike, çalakiyên meydanî hene weke sekinandinên nerazîbûnê têkoşerî ji ber ku kolan mekanîzmaya zextê li ser biryardaran e, lewre divê boneyan bi kar bînin derfetan bidin jinan êşên xwe derbirînin û ji bo pêkanîna dadweriyê di navbera herdu zayendan de dengê xwe bigihîjînin her derê daxwaza mafên xwe bikin.”

Daxwazên komeleyê ne tenê ji bo guhertina zagona malbat bi giştî ye lê dixwazin beşên zagona ceza ya ku azadiya takekesî sînordar dike sererast bikin ji bo wekheviyê pêk bînin û cihêkariyê rawestînin.

‘Hin bendên zagonê ji aliyê dagirkeran ve hatine danîn’

Ghizlan Al-Mamounî dibîne ku gelek pirsgirêk hene rê nadin pêkanîna zagonan û wekheviyê di jiyana rojane de. Loma girîng e li zagona malbatê û cezayan vegerin ji ber ku li gorî guhertinên civakî zagon divê bên guhertin. Ji bo vê yekê jî dibêje: “Hin bendên zagonê hene ji aliyê dagirkeran ve hatine danîn divê lê vegerin ji ber ku ew zagon êdî ne li gorî pêşketinên niha di civaka Mexribî de pêk hatine ne.”

parêzer Ghizlan Al-Mamounî di dawiyê de ji bo zagonan biguherînin û rastiyê pêk bînin banga karê cidî kir û diyar kir ku zagon dive  li gor berjewendiyên zarokan bin û hemû şêwazên cihêkarî, zordarî û newekheviya di navbera herdu zayendan de têk bibin ji ber ku pêkanîna zagonan bi awayekî rast dê hişmendiyê biguherîne.