"Ger sax bûya wê niha 24 salî bûya"

Di nav 12 salan de, der barê Ceylan Onkol a 12 salî ya ku dema pezê xwe diçêrand bi guleya hawanê ya qereqola leşkerên tirk jiyana xwe dest da, kesek bi tenê jî nehat cezakirin. Parêzer Derya Yildirim bal kişand ku dozger di dema lêpirsînê de sûcdaran diparêze û diyar kir ku tevî hemû rastiyan jî doz bi biryara neşopandinê bi encam bûye û destnîşan kir ku bêcezatî binpêkirinên nû bi xwe re tîne.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Ceylan Onkol a 12 salî, di 28’ê Îlona sala 2009’an de li gundikê Xanbaz ê gundê Şenlikê yê Liceya Amedê dema pez diçêrand, bi guleya hawanê ya ji yqeraqola Yaylayê hat avêtin jiyana xwe ji dest da.Ceylan piştî ku hat qetilkirin li Gundê Yayla Dolekê ku malbata wê lê dijiya hat definkirin. Tam 12 sal di ser mirina Ceylan Onkol re derbas bû. Ceylan bi bi çavên xezalî di bîranînên me de cih girt. Di bûyera ku lêpirsîna edlî û îdarî hat destpêkirin de kesek bi tenê jî nehat cezakirin. Di dema lêpirsîna îdarî de tezmînat bi encam bû, lêpirsîna ku bi daxwaza cezakirina kiryaran hat vekirin bi biryara neşopandinê hat girtin. Piştî biryara qanûnên navxweyî, serlêdana parêzeran a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bêencam ma.
Ew 12 salî ma...
Dayika wê Saliha Onkol wiha got “Piştî wê, min tu carî nekarî navê Ceylan bibêjim. Ew ji bo min her tim 12 salî ye."Ceylan bi wêneyê xwe yê 7 salî ji aliyê gel ve hat bibîranîn. Me pêvajoya hiqûqî ya dozê ku bi biryara neşopandinê bi encam bûye û dozgerê ku bi gotina "ewlehiya canê min tune ye" lêkolîna cihê bûyere nekir ji Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Derya Yildirim guhdar kir.
"Dozger kiryaran parast" 
Derya Yildirim da xuyakirin ku dozgeriyê ji destpêkê ve lêpirsîn bêbandor meşandiye û got ku kiryar bi vê nêzîkatiya dadgeriyê ve tên parastin. Derya Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de cih da wan gotinan: “Em lêpirsîna ku piştî qetilkirina Ceylan Onkol hat destpêkirin, piştî ku malbatê ji komeleya me piştgiriya hiqûqî xwest, em tevlî lêpirsînê bûn. Hem endamên malbatê û hem jî nûnerên malbatê ji bo ku lêpirsîna ku ji hêla dozgeriyê ve hatiye destpêkirin zû û bi dadmendî bimeşe hemû hewldanên ji destên wan hatin nîşan dan. Serdozgeriyê di destpêka bûyerê de îdia kir ku mirina Ceylan ne ji ber topa hawanê ya ji qereqola polîsan hatiye avêtin e di encama ku Ceylan bi hesinê di destê xwe de li axê dayê mayîna di erdê de hatiye veşartin pêk hatiye. Lê belê, hem rapora otopsiyê hem jî rewşa bedneî ya cihê bûyerê ev îdia berovajî dike."
"Dosya bi biryara neşopandinê bi encam bû”
Di encama otopsiya Ceylan de zirar negihîşt dest û lingên wê. Ger teqînek li cihê bûyerê çêbûya, hemû beşên laşê Ceylanê dê parçe bibûna. Dîsa, di lêkolîna ku li cihê bûyerê hat kirin de, hat tesbîtkirin ku ji ber teqînê çalek tune ye û hesinê di destê Ceylan de saxlem e. Tevî van hemû rastiyan jî dozgeriyê der barê dosyayê de biryara neşopandinê da. Ji ber ku îtirazên li dijî vê biryarê û serlêdana DMME'ê berpirsyar bûn bê ceza man."
Wezareta Karên Hundir ji sedî 90 bi qisûr hat dîtin
Der barê mirina Ceylan de li dijî 2’emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê 100 hezar  madî û 150 hezar TL jî manevî doza tazmînatê hate vekirin û dadgehê biryar da ku ji malbata Ceylan re 28 hezar 208 lîre û 85 quruş tazmînata madî bê dayîn û tazmînata manewî jî red kir. Derya Yildirim a ku ew biryara hat dayîn nirxand û wiha axivî, "Di mijara tazmînata madî û manewî yên dayik û bavê Ceylan ji ber mirina wê, di doza zirara maddiya tazmîna te de Wezareta Karê Hundir ji ber bûyera mirinê sedî 90 bi qisûr hat dîtin. Tenê ev xal eşkere dike ku rayedarên kamuyê ji mirina Ceylan berpirsiyar in û divê derbarê wan  berpirsan de di encama dozek kamuyê ku li dijî wan were vekirin de werin cezakirin.”
"Pêvajoya pevçûnê herî zêde zarokan bi bandor dike" 
Derya Yildirim, diyar kir ku ji ber pêvajoya pevçûnê ya ku ev 40 sal in li herêmê didome bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku kesên herî zêde ji vê derdora pevçûnê bandor dibin zarok in. Derya Yildirim destnîşan kir ku rêya herî ewle û saxlem a pêşîgirtina van mirinan bidawîkirina pêvajoya pevçûnê ye û wiha got: “Zarokên ku li herêmê dijîn, di nav komên ku herî zêde ji derdora pevçûnê bandor bibin de ne, mafên xwe yên jiyanê bi birînên çek, bi lêdana wesayita zirxî yanjî teqînan winda dikin. Lêbelê, lêpirsîna dadmend û qanûnî ya bûyerên mirinê yên ku di vê pêvajoyê de qewimîn dê binpêkirinên mafê jiyanê kêm bike. Divê rayedarên dadgehê dosyayên ku dedikevin pêşiya wan bêyî nasname, statû û ûnvanan gumanbar û mexdûran serbixwe bibe û divê qanûn çi biryar dike we bicîh bînin."
"Bêcezatî binpêkirinên nû bi xwe re tîne" 
Derya Yildirim bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li herêmê û wiha got:" Mixabin, pêvajoyên dadrêsî yên ku li hember rayedarên kamuyê ku kiryarên binpêkirinên li herêmê hatine jiyîn, bi zor be jî, ji xeynî awayê ku me diyar kir de hatine destpêkirin, bi giştî li ser parastina rayedarên kamuyê û newergirtina cezayê li gorî binpêkirina wê hatiye avakirin. Digel ku bi hezaran hemwelatî hene di dema pêvajoya pevçûnê de taybet mafên wan ên jiyanê û gelek mafên wan hatine binpê kirin, pir kêm ji rayedarên kamuyê yên ku van binpêkirinan kirine ji ber kiryarên ku kirine hatine cezakirin. Ev pêkanîna bêcezabûnê ya di darazê de rayedarên kamuyê teşwîq dike û dibe sedema derketina binpêkirinên nû."