Fawziya Nawab: Divê lîderên Talîbanê li ber dadgehê hesab bidin
Ji biryara dîrokî ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya li dijî lîderên Talîbanê heta astengiyên siyasî yên li ber pêkanîna edaletê... Parêzer Fawziya Nawab rewşa dawî û berpirsiyariya civaka navneteweyî nirxand.
BAHARAN LEHÎB
Faryab – Di sala 2003’an de, Efganistan ket statuya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ICC) di vê dema ku gelek rayedarên payebilind ên hikûmetê fermandarên rêxistinên cîhadî, Talîban û kesên bi hikûmetên berê re têkildar in li Efganistanê ne. Dema ku aktîvîstên civaka sivîl banga lêpirsîna li ser sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê kirin, heman kesên ku xwe di bin xetera darizandinê de dîtin, li dijî pêvajoyê derketin.
Di sala 2015’an de komîteyek ji bo hevkariya bi ICC’ê re hat damezrandin lê gelek çalakvanên mafên mirovan bawer dikin ku ev yek li şûna edaletê bi pêşve bibe, rê li ber lêpirsîna tawanên berê girtiye.
Di dawiyê de, piştî dozên ku bi salan domiyan, dadgehê ragihand ku Efganistan, ji ber endamtiya xwe di statuyê de, xwediyê desthilatdariya lêpirsîna tawanên ku piştî 1’ê Gulana 2003’an hatine kirin e. Di qonaxa berhevkirina agahiyan de, zêdetirî milyonek gilî li dijî hêzên biyanî ku di nav de Talîban, Tora Heqanî, hêzên hikûmeta Efganistanê û leşkerên Emerîkayê hene hatin tomarkirin.
Di 17’ê Tîrmeha 2026’an de, dadgehê fermana girtinê ji bo Heybetullah Akhundzada û Abdul Hakim Heqqanî bi tohmeta ‘tawanên li dijî mirovahiyê ku di nav de tacîza cinsî û siyasî hebû’ derxist. Lê belê ev ferman nehatin bicîhanîn û di heman demê de, Talîbanê bi erêkirina Heybetullah Akhundzada, berdewam kir ku qanûnên sînordarker li dijî jinan, di nav de rêziknameyên ji Wezareta Fermankirina Qencî û Qedexekirina Xerabiyê, derxe û bi cih bîne.
Ji ber vê, me bi parêzera Efgan Fawziya Nawab ku li parêzgeha Faryabê dixebite re hevdîtin kir û em li ser mijarê axivîn.

Di aliyê hiqûqa navneteweyî de girîngiya derxistina biryara girtina lîderên Talîbanê çi ye?
Derxistina fermana girtinê ji aliyê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ve gavek girîng a qanûnî ye ku nîşan dide binpêkirinên berbelav û sîstematîk ên mafên jinan li Efganistanê ne tenê pirsgirêkek navxweyî ne, di heman demê de dikarin di çarçoveya sûcên navneteweyî de jî bên lêkolînkirin. Bêparkirina jinan ji perwerde, kar, azadiya tevgerê, beşdariya civakî û mafên din ên bingehîn, dema bi awayekî rêxistinkirî û berbelav were kirin, dikare weke mînakek tacîza li ser bingeha zayendî, sûcek li dijî mirovahiyê were hesibandin. Girîngiya vê biryarê di dayîna peyameke zelal ji bo kiryarên binpêkirinên mafên mirovan e. Rayedarên siyasî yan leşkerî nikarin pişta xwe bi hinek hêzan ve girê bidin berpirsiyar neyên dîtin. Ev biryar di heman demê de tê wateya êş û ezmûnên kesên ku bûne hedef, bi taybetî jinên Efgan bi vê yelê di asta navneteweyî de dê bên nasîn.

Tevî ku salek derbas bûye jî pêkanîna fermana girtinê ewqas zor e û kî berpirsê vê pêkanînê ye?
Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ne mîna Polîsên Dinyayê xwedî rêveberiya serbixwe ye. Girêdayî hevkariya hikûmetê û civaka navneteweyî ye. Dema fermana girtinê li dijî kesek tê dayîn, dewletên ku beşdarî Peymana Romayê bûne mecbûr in wî kesî dema li ser xaka wan be bigrin û radestî dadgehê bikin.
Lê di pratîkê de, pêkanîna biryarên wiha rastî astengiyên siyasî, dîplomatîk û ewlehiyê tê. Nebûna îradeya siyasî ya tam, têkiliyên di navbera hinek welatan û Talîbanê de û fikarên herêmî dikarin pêvajoya edaletê hêdî bikin. Li gel vê yekê, zoriyên pêkanîna biryarê nayê wateya ku ew bêwate ye; berevajî, ew ji bo hesabdayîna di pêşerojê de dê weke belgeyeke girîng a qanûnî bimîne.
Qanûnên Talîbanê, wek qanûna Amr-e-Maruf, zagonên nû yên sazûmaniyên malbatê û sazûmaniyên dadgehê, bandorek çawa li mafên jinan dikin?
Dema di aliyê hiqûqî de lê bê mêzekirin, her qanûnek ku jinan ji mafên wan ên bingehîn ên li ser bingeha zayendê bêpar dike, bi rêgezên wekhevî û bê uûdakariyê yên di hiqûqa navneteweyî re bi nakok in.
Qanûn û sazûmaniyên Talîbanê di salên dawî de sînorên mezin li ser azadiya kesane, civakî, perwerde û aborî yên jinan ferz kirine. Van qanûnan ne tenê gihîştina jinan ji bo mafên bingehîn sînordar kirine, di heman demê de çarçoveyek qanûnî ku tê de derfetên jinan ji bo parastina mafên xwe pir sînordar in afirandine. Dema ku pergala dadwerî serbixwe nebe û jin negihîjin edaleta wekhev, xetera binpêkirina mafên wan zêde dibe.

Tevî ku mafên wan di qanûna navneteweyî de hatine naskirin, çima di jiyana jinên Efgan de tu guhertinek pratîkî çênebûye?
Naskirina mijarek di qanûna navneteweyî de gava yekem e; lê belê, guherîna rast hewceyê çalakiyên siyasî, qanûnî û îdarî ye. Mafên mirovan ne tenê bi ragihandina hevgirtinê yan jî dayîna daxuyaniyek tê parastin; hewceyê destekeke pratîkî ye ji bo mexdûran, hesabpirsîna kesên ku mafan binpê dikin e.
Jinên Efgan îro bi nakokiyek re rû bi rû ne. Li aliyekî, cîhan behsa rewşa wan dike, li aliyê din jî sînorkirin her roj zêde dibin. Ji ber vê, gelek jin dipirsin ger mafên wan di qanûna navneteweyî de werin naskirin, çima di pratîkê de û bi bandor piştgirî ji wan re nayê dayîn.
Civaka navneteweyî û saziyên navneteweyî ji bo mîsogerkirina edaletê dikarin çi bikin?
Divê civaka navneteweyî ji şermezarkirina devkî wêdetir biçe û amûrên qanûnî û siyasî yên heyî bikar bîne. Piştgiriya pêvajoyên dadwerî yên navneteweyî, belgekirina binpêkirinên mafên mirovan, parastina kezên bûne hedef, sepandina zexta dîplomatîk û pêşîgirtina li normalîzekirina bêcezatiyê ji bo binpêkerên mafên mirovan di nava tedbîrên ku dikarin bi bandor bin de ne. Edalet ji bo jinên Efgan ne tenê tê wateya cezakirina kesan; di heman demê de tê wateya afirandina şert û mercên ku jin bikaribin mafên xwe yên bingehîn ên weke perwerde, kar, azadiya hilbijartinê û beşdariya di civakê de, bi dest bixin. Di dawiyê de, ezmûna rast ji bo civaka navneteweyî ew e ku gelo prensîbên mafên mirovan dê li ser kaxezê bimînin an ê di rûbirûbûna yek ji krîzên mafên jinan ên herî mezin ên cîhanê de veguherînin çalakiyên pratîkî.