‘Em biryara dadgeha fedarel ya Iraqê nas nakin’

Jinan diyar kirin ku ew biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya ku rê li ber hevberdana jinan digire nas nakin û dibêjin divê hikûmeta Herêma Kurdistanê li biryara xwe ya berê xwedî derkeve.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî - Jinên ku li Başûrê Kurdistanê dijîn van rojan de hîn zêdetir tînin ziman ku divê mafê jinan bi destura bingehin bixin garantiyê û jiyanek wekhev, azad û demoqratîk jêre avak bikin. Mafê jinê ya azadî û jiyanê ji aliyê sîstema mêrsalariyê ve her roja ku diçe hin zêdetir tên binpê kirin. Li herêma Kurdistanê ev bilanço her roja ku diçe zêde dibe, hema bêje her roj jin ji aliyê mêrên pêre zewicî ne, bira û kesên nêzî xwe ve tên qetilkirin. Têkoşîna jinan ya li beramberî ev qetilkirinên ku zêde bûne, ji bo hin zêdetir jin werin hişyarkirin jinên Kurd rêxistinkirin hilbijartine. Jinan diyar kirin ku wê li dijî biryara dadgeha fedaral ya Îraqê ku dibêje mêr dikare cara duyem bizewice û li beramberî vê mafê jinê nîne daxwaza mafê hevberdanê bike, ew vê biryarê nas nakin û peyama têkoşîna li dijî vê biryarê dan.

Çalakvan û endama tora hevbeş ya rêxistina jinan Emîna Ehmed Mihemed diyar kir ku jinên li herêma Kurdistanê di rêxistinan de xebat dimeşînin û hemû jinên rêxistinan li dijî vê biryarê ne û da ku ev biryar li herêma Kurdistanê nekeve meryetê wê têbikoşin.

‘Divê parlementoya herêmê xwedî li biryara xwe derkeve’

Emîna Ehmed Mihemed bibîr xist ku jin wê di rewşek wisa de bêdeng nemînin, divê li beramberî vê biryarê wê bi awayek bi hêz bisekine û dengê xwe bilind bike û wiha got: “Divê parlementoya herêmê xwedî li biryarên xwe derbikevin, hemû parlementer gel temsîl dikin, piraniya wan parlementeran bi dengên jinan hatin hilbijartin. Ji ber wê em li bendê ne ku mafê jinan bi awayek herî bi hêz biparêzin û xwedî lê derbikevin. Ev biryar tenê li sînorên Îraqê derbasdar e. Ne tenê li herêma Kurdistanê  li Îraqê giştî bûye sedemê helwesata jinan.”

Emîna Ehmed Mihemed bang kir ku divê hem azadiya jinê û wekheviyê bi zagano bingehîn ji bo were mîsogerkirin divê tevnek ya hevbeş ya têkoşînê were berfirehkirin.

 ‘Ji bo ev biryar nekeve meriyetê em ê têkoşînê bikin’

Endama Tora Hevbeş ya Rêxistina Jinan û Nûnera Yekîtiya Jinên Kurdistanê Gulîzar Nexşîbendî da zanîn ku ji bo li dijî vê biryarê derbikevin ew ê di rojên li pêş de çalakiyan li dar bixin û wiha got: “Ji bo ev biryar nekeve meryetê çi were kirin, em ê bikin. Di vê demê de yasayên bi şerîat û din ve girêdayî civakê bi rêve nabin. Sînorê  jiyana jinan û azadiya wan nikarin diyar bikin. Erkê me jinan heye ku em li dijî vê yasayê derbikevin û rê nedin ev yasaya bikeve meriyetê.”

Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê beriya niha zagona guhertina Qanûna Mafên Şexsî pesend kiribû û di zewaca duyemîn de mafê hevberdanê dabû aliyê din.

Roja 30’ê Mijdarê, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, guhertina yasaya mafên kesayetî ya ku ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye pesendkirin, li dijî destûra Iraqê dît û biryar da ku biryara Parlamentoya Herêma Kurdistanê betal bike.