Edaleta mêr kiryarê tundî û gefê serbest berda

Mêrê bi navê A.S. yê ku gefên kuştinê li jina bi navê K.T. ya dixwest dev jê berde xwar, bi sûcê “Li dijî jinê tehdît” dihat darizandin, lê ji aliyê serdestiya mêr ve hat parastin. A.S. ceza negirt û hat berdan.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Tundiya li dijî jinan û qetilkirina wan ji ber feraset û desthilatiya mêr, her ku diçe zêdetir dibe. Li gor daneyên JINNEWS’ê; di 10 mehên derbasbûyî yên sala 2024’an de 316 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Li welatê ku mirina bi guman a jinan zêde bûye, ji 10 jinan 8 rastî tundîyê tên. Bi awayekî aşkera xuya dike ku dadgeh der barê vê mijarê de tu tedbîran nagire, zagona bi hejmara 6284 ku destkeftiyên jinan diparêze, dibe hedef.

Kiryarê tundiyê bê ceza hat hiştin

Kiryarên tundî, qetilkirin, destdirêjî, gef û destdirêjiyê bê ceza tên hiştin. Yek ji wan polîtîkayên bêcezabûnê jî li navçeya Hênê ya Amedê hat meşandin. Jina bi navê K.T. ku rastî tundiya sîstematîk û gefa kuştinê ya mêrê bi navê A.S. dihat, ji malê derket û ji bo gilîkirinê çû qereqolê. Der barê kiryar de ji ber sûcê "Li dijî jinê gef”, ji aliyê Dadgeha Cezaya Asliye ya Hênê ve lêpirsîn hat destpêkirin û ev lêpirsîn bi cezanekirine bi encam bû. Tevî delîlên SMS'ê jî dadgehê bi gotina "Dadgeha me bawer dike ku kiryar dê careke din sûc neke" cezayê 5 mehan veguherand salek kontrolê.

Gefa kuştinê wek acizbûnek demkî binav kir!

Ev bûyer di meha Gulana sala borî de çêbû. K.T. ya ku ji ber tundî lê dihat kirin xwest mêrê bi navê A.S. berde, çû cem malbata xwe. K.T di vê pêvajoyê de rastî gefên kiryar, ên wekî “Binihêre tu neyê malê ezê te bikujim” hat. Ji ber gefên lê hatin kirin K.T. li kiryar gilî kir û der barê A.S. de ji ber sûcê “Li dijî jinê gef” îdîaname hat amadekirin. A.S. di îfadeya xwe de der barê peyaman de got "Gava ku min ew peyam şand, ez bi hêrs bûm." K.T. jî diyar kir ku di dema zewacê de kiryar gelek caran wê bi kêrê yan jî bi xeniqandinê tehdît kiriye. Piştî îfadeyên ku hatin girtin di navbera aliyan de lihevkirin çênebû û der barê kiryar de doz hat vekirin.

Dadgehê 5 meh cezayê girtîgehê veguherand kontrolê

Di doza hat vekirin de tundî û peyamên gefxwarinê yên kiryar di qeydên SMS’ê de derketin holê. Di pêvajoya darazê de hevberdan çêbû, dadgehê piştî salek dozê bi dawî kir. Di encamê de bi hinceta ku kiryar sûcê "Li dijî jinê tehdît" kiriye, Dadgeha Cezayê Giran a Hênê ewil 9 meh cezayê girtîgehê lê birî. Li ser parastina kiryar, heyeta dadgehê pêşî ev ceza daxist 7 mehan û piştre jî 5 meh û 18 rojan. Di dawiyê de dadgehê bi gotinên; "Li gorî pêvajoya darizandina kiryar, dadgeh bûye xwedî nêrîna erênî, kiryar êdî careke din sûc nake, ji ber vê yekê divê ceza were taloqkirin” û biryar da ku salek cezayê kontrolê were pêkanîn.

'Ji bo ku ez nemirim min dev jê berda’

K.T. diyar kir ku kiryar dev jê berdaye, lê xistiye û gefên kuştinê lê xwariye. K.T. wiha behsa serpêhatiyên xwe kir: “Ji xwe re digot ‘ez dîn im’ û bi kêra di destê xwe de gefê li min dixwar. Dîsa digot "Ez ê te bifetisînim." Ne ewlehiya min ne jî ya zarokên min hebû. Piştî ku min dev jê berda tehdîdên wî berdewam kirin. Niha ez hevberdayî me û ji mirinê rizgar bûm. Min dît ku her roj jinek tê qetilkirin. Ji bo ez nebim yek ji wan, yekser ji malê derketim. Niha ne di girtîgehê de ye, dema ku nêzî min bibe dê bê cezakirin. Ez naxwazim tu jin zirarê bibîne. Ne jin ne jî zarok vê heq dikin. Min ji bo parastina xwe û zarokên xwe wî berda.”