Du sal piştî teşebusa qetilkirinê ji ‘birîndarkirinê’ doz hat vekirin

Li Amedê dosyaya ku der barê mêrê bi navê Zulfu P. yê ku li dijî jina bi navê S.P tundîtûjiya sîstematîk dikir û teşebusa kuştinê kir, piştî du salan, teşebusa qetilkirinê wek birîndarkirinê hat nirxandin û dosya hat vekirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li navçeya Kayapinara Amedê di 2’ê Tebaxa 2020’an de mêrê bi navê Zulfu P. Hewl da S.P a ku pê re zewicandîbû qetil bike. Di dema bûyerê de zavayê wî yê bi navê Huseyin Balta ku rê neda kujer, bireve bi kêrê bi giranî birîndar kir. Demek şûnde Huseyîn Balta jiyana xwe ji dest da. S.P jî ji nexweşxaneya ku lê tedawî didît derket, kujer jî mehek piştî bûyerê hat girtin. 

Lêkolîn piştî du salan temam bû, dozger di îdianamaya ku amade kiribû de xwest Zulfu P. yê ku xwest S.P qetil bike, bi sûcê  ‘Bi zanabûn birîndarkirin’ were darizandin. Di dosyaya lêkolînê de beriya bûyerê S.P sê caran berê xwe da qereqolê û gilî kir lê di dosyayê de tundîtûjiya sîstematik ya ku dîtibû cih negirt.

Li ruxmê giliyan jî nehat girtin

Hat zanîn ku kuer berê jî li dijî S.P tundîtûjiya sîstematîk kiriye û gefa kuştiê lê xwariye û S.P li hemberî van gefan sê caran çûye qereqolê giliyê Zulfu P kiriye, li ruxmê vê jî Zulfu P nehat girtin. Ji ber giliyan tenê carekê Zulfu P hat binçavkirin û berdan û piştî berdanê êrîşî S.P kir û teşebusî qetilkirinê kir.

Der barê bûyerê de piştî du salan îdiaenae hat amadekirin bersûc Zulfu P. li hemberî Huseyîn Balta yê ku qetil kir hat xwestin ku bi cezayê ‘Bi xwe amadekirina bi zanabûn kuştin’ û der barê bûyera S.P ya bi giranî birindar bûye bi sûcê ‘Li hemberî hevjîn çek tehlîkeya jiyanê ya bi zanabûn birîndarkirin’ were cezakirin.

 Reva ji cihê bûyerê wekî ku nexwestibe bikuje hat dîtin

Di ideanemayê de hat diyarkirin ku ji ber ji cihê bûyerê reviyaye diyar dibe ku nexwestiye bikuje, S.P li cihê ku lê birîndar bûye, li gorî şahidên berbiçav ji ber bersûc ji cihê bûyerê reviyaye û di bin navê bi zanabûn birîndarkirinê de hat nirxadin.

Di dawiya îdianameyê de hat gotin ku bersûc bi awayê tore êrîşî S.P nekiriye û êrîş berê plan nekiriye, teşebusa qetilkirinê nekiriye.

Wê danişîna dosyayê di 30’ê Mijdarê de li dadgeha 11’an a cezayên giran a Amedê were dîtin.