Dozgeriyê cezayê ku li rojnameger Nurcan Yalçin hat birîn kêm dît!

Dozgeriya ku 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê ji rojnameger Nurcan Yalçin re hat dayîn kêm dît, li Dadgeha Îstînafê îtîraz kir.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Rojnameger Nurcan Yalçin a der barê wê de bi hinceta nûçeya xwe ya têkildarî jinan a ku beriya êrîşên sala 2015'an li navçeya Sûra Amedê amade kir lêpirsîn hat vekirin, di 4'ê Sibata 2022’an de bi serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Di encama danişîna doza ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de ji Nurcan Yalçin re bi îdiaya "Bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê" 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat dayîn. Di biryara bi hincet a ceza de jî pirsên Nurcan Yalçin pirsîbûn wek teşwîqkirina serhildan û tundiyê hat nirxandin, hat îdiakirin ku Nurcan Yalçin bi nûçeyên çêkiriye bi awayekî manewî piştgirî daye rêxistinê. Dozgeriyê ku cezayê ji Nurcan Yalçin re hatiye dayîn kêm dît, ji bo zêdekirina ceza li Dadgeha Îstînafê îtîraz kir.

Dozgeriyê xwest ceza zêdetir bê dayîn

Dozgeriyê piştî eşkerebûna biryara bi hincet, îtîraz li cezayê hatiye dayîn kir û bi daxwaza zêdekirina ceza serî li Dadgeha Îstînafê da. Dozgeriyê ku daxwaza cezayê zêdetir kir, diyar kir ku cezayê hatiye dayîn di aliyê usûl û bingeh de li dijî hiqûqê ye. Di serlêdana ku dozgeriyê ji bo rakirina biryara hat dayîn li Dadgeha Cezayê Giran kir de, ruportajên Nurcan Yalçin esas hatin girtin de, wiha hat gotin, “... Her çend der barê bersûc tevlî hiyerarşiya rêxistinê bûye û di nav girêdana organîk de ye delîl nehatin bidestxistin jî bersûc bi armanca moral û motîvasyona rêxistinê bi awayekî manewî piştgirî daye, girîngiya xendek-barîkatan, di bûyerên hatine jiyîn de bersûc û pêkhateyên heman hewldana bi piştgirîdayîna bi vî rengî pêvajoyê dirêj bikin, zirara bûyerên xendek û barîkatan a li welat ger piştgiriya wê ya xisara ku ji ber hewldana zindîkirina wê wek moral-motîvasyon were berçavgirtin, tevî di cezayê ku ji bo bersûc tê birîn de pêwîst e cezayek zêdetir bê dayîn lê ji ber ku diyarkirina cezayê kêm ê ji bersûc di warê usûl û bingeh de dijhiqûqî ye, tê xwestin ku biryar istinâfen îstînafê bê rakirin.