Doza Leyla Guven taloqî 22 yê îlonê kirin

bi hinceta gotina ‘Rêzdar Ocalan’ derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê hate dîtin û doz taloqî 22 yê îlonê hat kirin.

Navenda Nûçeyan - Ligel ku dadgehê di 2012’an de biryar dabû ku gotina ‘Rêzdar Ocalan’ a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya "azadiya îfadekirinê ye" nirxandibû û biriyar dabû ku nabe suc jî ji ber gotina ‘Rêzdar Ocalan’ doz li Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) Leyla Guven hat vekirin. Rûniştina pêşîn a dozê li 2'eîmîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Colemêrgê hat dîtin. Bi heman mebestê Dadgeha Cezayê Asliye ya Şirnexê jî doz li Leyla Guven vekiribû. 
Parlementeriya Leyla Guven di 4’ê Hezîrana 2020’an de hatibû xistin. Leyla gunve ji Girtîgeha Xarpêtê bi rêya Pergala Deng û Dîmen  (SEGBÎS) tevlî rûniştina dozê bû û got: “Di daxuyaniya min de tiştekî bibe sûc tune ye.” 
Parêzer Serdar Çelebî jî diyar kir ku di biryarên darizandinê, Dadgeha Makeqanûnê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de jî ev îfade ne sûc e.
Dozger xwest ji 3 salan heta 5 salan cezayê girtîgehê li Leyla Guven were birîn û doz taloqî 22’ê Îlonê kir.