Dosyaya Yasmîn Azîz a ku bi guman jiyana xwe ji dest da jî hat girtin

Di dosyaya lêpirsîna ya Yasmîn Azîz a ku li Rihayê ji ber madeya şewatê bi giranî birîndar bû piştî 34 rojan têkoşîna jiyanê da jiyana xwe ji dest da, biryara neşopandine hat dayîn.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Riha – Her çiqas li Tirkiyeyê hem di mirina bi guman de hem jî qetlîamên jinan de zêdebûneke cidî tê jiyîn jî weke “întihar” derbasî qeydan dibin. Dayika zarokekî Yasmîn Azîz a 23 salî ku di 7'ê Kanûna 2021'ê de li Taxa Baglarbaşiya Navenda Halîliyeya Rihayê, piştî bi zilamê ku pê re zewicî re nîqaş kir bi madeya şewatê bi giranî birîndar bû, 10’ê Çileyê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Di lêpirsîna ku der barê mirina Yasmîn Azîz a 34 roj li beşa lênihêrîna giran ma, hat dest pê kirin de, bi îdiaya ku bûyer "întihar" e, biryara neşopandinê hat dayîn.

Malbata Yasmîn bawer nake ku bûyer întihar e

Der barê roja ku Yasmîn bi giranî birîndar bûye de gumanên cidî hebûn, cîranên Yasmîn Ezîz ku em bi wan re axivîn, mêrê ku Yasmîn Ezîz pê re zewicî bû û bavê wê wek gumanbar nîşan dabûn. Malbatê der barê Yasmîn Azîz de ku ji bo lêkolînê parçeyên bedena wê şandin Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê jî diyar kir ku keça wan ne kesek ku xwe bişewitîne û întihar bike ye.

Îfadeyên ku hatine dayîn hev nagirin

Piştî ku encamên perçeyên ji ATK'ê re hatin şandin hatin, lêpirsîna ku hatibû vekirin ji aliyê dozgeriyê ve bi hinceta ku bûyer întihar e hat girtin. Di biryara ku heta niha jî ji malbatê re nehatiye ragihandin de, raporên otopsiyê, îfadeyên Yasmîn Azîz û mêrê ku pê re zewicî ye hene. Dema ku Yasmîn Ezîz a piştî bûyerê li nexweşxaneyê îfade daye gotiye: "Ji ber ez di depresyonê de bûm min xwe şewitand", hevjînê wê hemû îfadeyên şahidan derewand û got ku ew di dema bûyerê de ne li malê bûye, şewitandina hevjîna xwe ji cîranên xwe hîn bûye.

Serî li îfadeya malbatê nehat dayîn

Cîranên ku şahidî ji bûyerê re kirin diyar kirin ku ew ji qîrîna Yasmîn Ezîz ji bûyerê agahdar bûne û diyar kirin ku mudaxeleya yekem a Yasmin Azîz hevjîn û bavê wê kirine. Dosyaya lêpirsînê ya ku serî li îfadeya malbata Yasmîn Azîz nehat dayîn, di 21'ê Adarê de bi biryara neşopandinê hatibû girtin.