Dorşîn Şikgenç: Di şexsê Musa Orhan de polîtîkaya bêcezatiyê didome
Parêzer Dorşîn Şikgenç bertek nîşanî kiryarê destavêtinê Musa Orhan ê ku tevî 10 sal cezayê girtîgehê danê jî nayê girtin da û got: "Ev rewş careke din nîşanî me dide ku polîtîkaya bêcezatiyê berdewam dike."
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Dadgeha Îstînafê, rojên borî 10 sal cezayê girtîgehê yê çawîşê pispor ê berê Musa Orhan ê ku li Sêrtê li dijî Îpek Er a 18 salî êrîşa zayendî pêk anîbû, bi sûce "îstîsmara zayendî ya bi kalîte” hatibû dayîn, erê kir. 7'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê serlêdana ceza yê der barê Mûsa Orhan ê ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê ve hatibû dayîn bi biryarê ve girêda. Tevî ku biryar bi ceza bi encam bû jî Mûsa Orhan bi hinceta ku biryara kontrola edlî berdewam dike nehat girtin. Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Êlihê û yek ji parêzerên dozê Dorşîn Şikgenç, da zanîn ku tevî ceza hatiye erêkirin jî kiryar nehatiye girtin û diyar kir ku bi mînaka Mûsa Orhan re li darazê polîtîkaya bêcezatiyê berdewam dike.
“Bêyî ku daxwaza me bê nirxandin dosya bi encam bû”
Dorşîn Şikgenç, bal kişand ku Mûsa Orhan di pêvajoya dozê de negirtî hatiye darizandin û diyar kir ku tevî piştî ceza daxwaza girtinê hebû jî Dadgeha Îstînafê bêyî ku danişîn veke li ser dozê biryar da. Dorşîn Şikgenç der barê aliyê hiqûqî yê pêvajoyê de wiha axivî: “Tevî hemû îtîrazên me, me di sêrledana xwe ya îstînafê ya li Dadgeha Îstînafê de daxwaz kir ku bersûc Musa Orhan ji ber sûcê îstîsmara zayendî ya bi kalîte ya li dijî gilîkar Îpek Er bêyî ku bendên TCK 102/3-a-b - TCK 62/1 were sepandin bê cezakirin û bi hinceta bersûc bireve biryara girtinê bê dayîn. 7'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê tevî ku daxwaza me ya îstînafê ya bi danişîn hebû jî di 15'ê Adarê de bêyî ku dozê veke li ser dosyayê biryar daye."
Dorşîn Şikgenç diyar kir ku biryara ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hatiye dayîn bê hincet e û biryara xelet a dadgeha herêmî daye bêyî ku binirxîne erê kiriye û destnîşan kir ku sedema beraatê ya endamê ji biryarê re muxalif maye jî nikare ji hinceteke ku bi tevahî li ser fikra "Mûsa Orhan çawa dikare bê beraatkirin” hatiye nirxandin derbas bike.
"Daxwaza beraetê ne li gorî hiqûqa ceza ye"
Dorşîn Şikgenç, anî ziman ku daxwaza beraetê ne li gorî hiqûqa ceza ye û got: "Dema ku dosya bê lêkolînkirin, li nameya Îpekê bê nêrîn dê were dîtin ku gefên Mûsa Orhan piştî sûcê êrîşa zayendî jî berdewam kirine. Nameya Îpek delîla herî girîng a dosyayê ye û delîlên din ên di dosyayê de jî îfadeyên Îpek ên di nameya wê de piştrast dikin. Têkiliya zayendî ya ku Mûsa Orhan di hemû qonaxên dozê de red kir, bi rapora krîmînal hat piştrastkirin. Tevî ku di vî warî de parastina bersûc nayê dîtin û cihnegirtina endam a îfadeyê bersûc, ne mimkûn e ku li hember sûcdar were nirxandin, li gorî prensîba 'bersûc ji gumanê sûd digre' ne mimkûn e ku em daxwaza beraetê li gorî hiqûqa ceza bibînin."
"Biryara kontrola edlî li dijî hiqûqê ye"
Dorşîn Şikgenç, da zanîn ku biryara kontrola edlî ya ji bo Musa Orhan ê ku tevî cezayê wî hat erêkirin jî nehat girtin li dijî hiqûqê ye û wiha got: "Tevî ku biryara der barê Musa Orhan de ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hat erêkirin jî biryara berdewamkirina kontrola edlî hat dayîn. Tevî ku biryara bersûc Mûsa Orhan di çarçoveya sûcê destdirêjiya zayendî de hatiye erêkirin jî berdewamkirina sepandina hukmên kontrola edlî, li dijî hiqûqê ye û di her cure sûcên li dijî jinan de baweriya mexdûran û malbatên wan a bi edaletê ji holê radike. Ev yek careke din nîşanî me dide ku polîtîkaya bêcezatiyê berdewam dike.