‘Divê zagonên dadwer ji bo jinên Filistînî yên penaber hebin’

Seroka Yekîtiya Jinên Filistînê ya li Misirê Amal Said Al-Agha bal kişand ser rewşa penaberên jin ên Filistînî ku li Misirê dijîn û got “Divê li Misirê zagonên dadwer ji bo jinên Filistînî yên penaber hebin.”

ASMAA FATIHÎ

Qahîre – Jinên Filistînî yên ji ber êrişên li ser welatê xwe neçar mane ku koçî Misirê bikin di gelak aliyan de rastî cihêkariyê tên. Seroka Yekîtiya Jinên Filistînê ya li Misirê xebatên xwe dimeşîne Amal Said Al-Agha bal kişand ser rewşa penaberên jin ên Filistînî ku li Misirê dijîn, astengiyên ku di hemu qadên jiyanê de ew pê re rû bi rû dimînin anî ser ziman û der barê mijarê de bersiva pirsên ajansa me da. 

*Dema em behsa jinên Filistînî dikin helwestên wan bi hêz tên bîra me, hûn rewşa jinên Filistînê çawa dinirxînin?

Jinên Filistînî li welatê xwe rastî gelek zextan tên ji aliyê dagirkeriya nijadperest ve ku hewl dide ax û dîrokê biguherîne û mîrateya gel talan bike. Ev hemû kiryarên hovane bi berxwedanî û girêdana bi nasnameyê re gotinên wan red dike û rewşa heyî diguherîne. Bêguman dayikên Filistînî jî roleke girîng dilîze di parastina nasnameya axa xwe de. Ji bo zagonên dadwer jina hundirî Filistînê jî di asta siyasî û civakî de têdikoşe beşdarê pêvajoya pêşveçûnê û avakirinê dibe.

Civaka Filistînî ji xwepêşandana yekem di sala 1879’an de li dijî dagirkeriyê li ser Filistînê têkoşiyan, dîtin ku hebûna dagirkeriyê metirsîdar e. Divê hemû kes li dijî metirsiya gefan li welat dixwe tevbigerin. Jinên Filistînî hebûna xwe xurt kirin, di sazî û desteyên niştimanî û wezaretan de teqez kirin ku ew dikarin di navendên biryardayînê de jî hebin û rêjeya beşdariya jinan di hemû çarçoveyên Rêxistina Rizgariya Filistînî de ji sedî 30 di rûniştina Meclisa Niştimanî ya dawî de cîhê xwe girtin.

*Çalakî û xizmetên ku Yekitiya Jinên Filistînê li Misirê pêşkêş dike çi ne?

Yekitiya Jinên Filistînê ji bo alîkariya jinên Filistînî yên li Misirê bi awayekî zagonî bike li Misirê di sala 1963’yan de hat damezrandin. Bi çalakiyên xwe hewl dide hestên ku ji ber nasnameyê dibin sedem ku xwe kêm bibînin derbas bike. Di komîteya çandî de koma bi navê “Gulberoj” heye ji endamê yekitiyê pêk tê û hin jinên Misirî nêzî wan stranên Filistînî folklorî û stranên Misirê yên behsa Filistînê dikin pêşkêş dikin. Ev yek weke têkelbûna çanda di navbera herdu welatan de ye.

Zarok nikarin biçin dibistanan

Her wiha di yekitiyê de komîteya kelepora Filistînî jî heye cil û bergên Filistînî neqişandî bi şêweyên niştimanî çêdike ku malbat bi giştî bi kar tînin. Weke dahateke ji malbatên vir re û xurtkirina jinan li gel xurtkirina nasnameya li dijî hemû hewldanên dagirkeriyê ku wê nasnameyê û mîratan talan dike bazareke salane jî heye em berheman pêşkêş dikin. Di komîteya çandî de jî em semîneran pêşkêş dikin di hemû waran de weke rewşa siyasî girêdayî hemû bûyerên hundirê Filistînê û di warê wêjeyî de bi riya nivîskar û helbestan. Bernameya civakî jî alîkariya endaman di danîna pereyên dibistanan de dike, ji ber ku zarokên me nikarin tevli dibistanên hukmî bibin ew diçin dibistanên taybet lewre hevgirtina malbatî girîngiyek e.

*Diyar e ku rewşa jinên Filistînî li Misirê dijwar e, astengiyên herî zêde di kîjan warî de ne?

Gelek astengiyên ku jinên Filistînî li Misirê dijîn hene. Di serî de xwendina zarokan ji ber ku ew weke biyanî tên dîtin lewre rêjeya xwendekarên Filistînî li zanîngehên Misirê kêm e. Bi taybetî di kolejên bijîşkî û endezyariyê de ku mesrefa wan zêde ye malbatên Filistînî nikarin zarokên xwe bişînin wan kolejan.

Her wiha astengiyên jinan di warê tendirustiyê de hene sîgortaya wan tune ye, bo mînak ger hemleyên ji bo pençeşêra memikan hebin jinên Filistînî nikarin beşdar bibin ji ber ku ew hemle tenê ji bo jinên Misirî ne. Pirsgirêkên niştecihbûnê jî hene ji ber şert û mercên dijwar û jinên Misirî jî nikarin hemwelatîbûna xwe bidin hevjînê xwe yê Filistînî, tenê didin zarokên xwe.

*Çareseriya pêşxistina xebatên jinên Misirî û Filistînî çi ne?

Êş û astengiyên li pêşiya jinan yek in lê rewşa jinên Filistînî xirabtir e. ji bo mijarên penaberên jin ên Filistînî li Misrê tevli wan bibin me gelek mijar bi saziyên jinan ên Misirî re pêşkêş kirin. Ji bo zagonên taybet bi pêşîlêgirtina van astengiyan bên danîn dema rapora CEDAW’ê amade dikin. Danîna zagoneke dadwer ji jinên Filistînî re çareya bingehîn e êşên wan kêm dike bi taybetî ji ber ku gelek ji wan li Misirê ji dayik bûne, nikarin derkevin derveyî Misirê ji hemû xizmetan bêpar in.