“Divê qanûnek yekgirtî ya zewaca di temenê biçûk de qedexe dike were derxistin”

Encûmena Şer’î ya Îslamê li Libnanê sererastkirina pergala qanûna malbatê, nemaze der barê zewaca piçûkan de pejirand. Bi vê yekê pêşî li zewaca di bin 18 salî de tê girtin lê ji ber ku îstîsna dimîne her çendî gaveke erênî be jî nebes dimîne.

KAROLÎN BIZÎ
Beyrûd- Bendên 39 û 40 ên Zagona Serweriya Malbatê der barê zewaca di temenê biçûk de bi nakok in. Parêzer Menal Majid, li ser vê nakokiyê ji ajansa me re axivî û got: "Meclisa Şer’î ya Îslamê ya bilind pergala biryarên malbatê guherand ku benda 39'an destnîşan dike her du aliyên ku wê bizewicin temenê wan divê ne kêmî 18 salî be û dûre jî bendek din jî zêde kir, benda 40'î ku zewaca kesên temenê wan 15 salî ye qedexe dike.”
Îstîsna neheqiyê li kesên temenê wan biçûk e dike   
Menal Majid piştrast kir ku di benda 40'î de tê xuyakirin ku hinek îstîsna heye ku di hin bendan de şert û merc danîne kesên wê bizewicin û temenê wan biçûk e pêwîst e xwediyê têgihîştina derûnî, gihîştina bedenî û zanînê bin, ev yek piştî ku kesên wê bizewicin ji hêla bijîşk û pisporên dadgeha şer’î ve tên destnîşankirin, di mûayeneyek bijîşkî û derûnî re derbas dibin. 
 Her wiha Menal Majid dide zanîn ku kesên temenê wan 15 salî ye di warê dirûnî, zanîn û hişmendiyê de kêm dimînin, ji bo berpirsyariya avakirina malê ne hakim in loma divê ku li gorî peymanên navneteweyî ku di nava xwe de peymana mafên zarokan a di benda yekem de diyar dike ku her kesê ku temenê wan di bin 18'e salî de ye zarok tê hesibandin her wiha tifaqa SÎDAO zewaca kesên temen biçûk qedexe kiriye.
Menal Majid bal dikşîne ser qanûna Libnanê ku temenê zagonî ji bo kesên temenê wan di biniya 18 salî de ye qedexe ye ku bibin xwedî ruxseta ajokariyê, peymanan îmze nakin, heke qanûn wan nabîne ku ew dikarin van biryaran bigrin çawa destûr dide kesên temenê wan biçûk e bizewicin?
Menal Majid axaftina xwe didomîne û dibêje: "Ez înkar nakim ku Meclisa Îslamî ya Şer’î ya Bilind gavek erênî avetiye ji bo derxistina qanûnekê ku kesên temenê biçûk qedexe ye bizewicin lê ev gavavêtin kêm e.”
Komele bi jinan û mafên mirovan re eleqedar e
Der barê sedema pejirandina îstîsnayê de, Menal Majid dike ku dibe ev bend hatibe pejirandin da ku berevajî bendên Qanûna Ceza ya 505 û 518 ne û axaftina xwe wiha didomîne: "Ez difikirim ku ev îstîsna ji bo li dijî qanûna ceza nebe divê ku her tişt wekî zincîrek bi hev ve girêdayî be."
Menal Majid dubare dibêje; "Em dihesibînin ku ev îstîsna neheqî ye ji bo kesên temenê wan biçûk, em wekî komeleyek jinan û komeleyek bi mafên mirovan re eleqedar e û hemî peymanên navneteweyî, mirovî û qanûnî yên ku di berjewendiya zarok de ne dişopînin. Ji ber vê yekê em qala kesek dikin ku hişmendiya hestiyarî û hişmendiya wî/ê ya derûnî, bedenî ne temam e. Em bang dikin ku qanûnek yekgirtî ya zewaca di temenê biçûk de qedexe dike qebûl bikin.”
Ew dipejirîne ku Komeleya Jinên Demokrat bi gelek pispor û jineolojîstan re bûye alîkar ku dane diyarkirin encamên zewaca piçûk çi dibe bila bibe yan pirsgirêkên tenduristiyê ji bo wê diyar dikin.
Der barê girîngiya derxistina vê biryarê ji hêla saziyeke olî ve ji saziyeke fermî û girîngiya wê diyar kir ku Komeleya Jinên Demokrat ku di 1976’an de hatiye damezirandin ji hêla oldaran ve dema destpêkirina kampanyaya bi navê ne beriya 18 salan û bêguman siyasetmedar jî lê bi pratîkê diyar bû ku bêedaletiya ji ber zewaca zû û rêjeyên zêde yên hevberdanê li ser biçûkan hatiye kirin. Mînak di civînê de, em bûn şahid ku gelek bûyerên hevberdanê di nav biçûkan de hene.
Kampanya û sedema gavavêtina Encumena Şer’î ya Îslamê
Kampanya ne beriya 18'an ku ji hêla Komeleya Jinan a Demokratîk ve di 2017'an de hate destpêkirin, hîn jî îro berdewam dike, ji bo derxistina qanûneke ku zarokan li ser axa Libnanî ji zewaca zû diparêze, di demekê de ku welat bû şahidê zêdekirina peymanên hevberdanê di sala 2020'an de li gorî 2019'an ji sedî 25 zêde bûye ku ev yek tenê hejmarên fermî ne.
Menal Majid destnîşan dike ku kampanyaya ne beriya 18’an di Encûmena Şer’î ya Îslamî de bû sedema gavavêtinê, ji bilî konferansên ku organîze kirine, bûyer, çalakî, kampanyayên hişyarkirinê, xwepêşandan û kampanyayên piştgiriyê hemû di wê yekê de xwedî rol in.
Menal Majid bi peyamek daxwaz kir ku bi qanûnek yekgirtî, zewacê ji bo kesên di bin 18 saliyê de bê îstîsna qedexe bibe û biqedîne û wiha bi dawî kir:  “Encûmena Şer’î ya Îslamê temenê zewacê ji bo civaka sunî destnîşan kir û ji ber vê yekê em ji mezhebên din bixwazin ku mînaka Encûmena Şer’î ya Îslamî bişopînin ji ber ku ev pirsgirêk bi tenê însanî ye û em jê êşê dikişînin ango ji ber zewaca zû."