'Divê berjewendiyên zarokan esas werin girtin'
Çalakvan Tahîra Daxel Taher diyar kir ku her qanûna dibe sedema veqetandina zarokek ji dayîkê nebaş e divê berjewendiyên herî baş ên zarok beriya her tiştî be. Ji ber zarok divê têkiliyek aram û ewle bi dê û bav re bidomîne.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Di navbera dapîrên ku nifşan mezin kirine û salonên dadgehê yên carna dayîkek ji zarokên wan vediqetînin de, ji çîrokên dayîkên ku li aramiyê digerin mesafeya êşan hebûna xwe didomîne. Bêparkirina zarokek ji dayîkê birînên kûr ên psîkolojîk dihêle; ev yek dibe sedem ku dayîkên Iraqî bi dirûşma ‘Berjewendiyên zarok beriya her tiştî tê’ berê xwe bidin xwepêşandanan û dixwazin her biryara der barê mafê xwedîkirina zarok de di berjewendiyên zarokan de bin.
Şahidiyên ku dilê mirov diêşînin
M.A. di sala 2014’an de zewiciye û paşê hîn bûye ku têkiliya hevjînê wê berî zewaca wan bi jineke din re hebûye û malbata wî ev têkilî erê nekiriye û wiha got: “Dema ez ducanî bûm, ji meha yekem ve dest bi tundî û lêdanê kir. Ez diçûm ba malbata xwe û dihatim. Piştî ku min keça xwe anî dinyayê, têkiliya wan berdewam kir û heta zêdetir bû bi her awayî ez paşguh kirim.”
‘Ez rastî tundiyê hatim’
M.A. da zanîn ku dema hewl daye ji bavê xwe re behsa nêzîkatiyên li dijî xwe bike, her carê rastî tundiyê hatiye û da zanîn ku di bedena wê de hê jî şopên lêdanê hene. M. A. diyar dike ku bi cilên şevê wê avêtine kolanê, heta birayê wê di sala 2020’an de ew biriye mala malbata wan, heta sala 2025’an li wir maye, di wê demê de bavê wê tu piştgiriya darayî nedayê û wiha got: “Wek jinek karker, min berpirsiyariya mezinkirina keça xwe girtiye ser xwe û min wê li dibistanek taybet tomar kiriye, li wir pir serkeftî ye. Piştî ku qanûna Cehferî ket meriyetê, hevjînê min ji bo min di rewşek ne diyar de bihêle, peymana zewacê guherand qanûna Cehferî. Piştre min bi parêzerek ku di mijara hevberdanek ku ji hemû mafên xwe hatim bêparkirin li hev kir. Ji ber vê jî hevjînê min hevberdan qebûl kir. Piştî hevberdanê ji bo bidawîkirina mafê xwedîkirina zaroka xwe min doz vekir.”
‘Di şevek de mafê xwedîkirina zarok ji destên min hat girtin’
S.F. li gorî Qanûna Hejmar 188’ an Rewşa Kesane zewicî û hevjînê xwe berda. Dema ku mafê xwedîkirina zaroka wê ji destên wê hat girtin zaroka wê 11 salî bû. Bi salan piştî hevberdanê, tevî nerazîbûn û îtîrazê, peymana zewacê li gorî Qanûna Hejmar 1 a 2025’an veguherî qanûna Cehferî.
S.F. wiha got: “Piştî hemû hewldan û fedakariya ku min ji bo mezinkirin û perwerdekirina zarokê xwe yê yekane kir, di şevek de mafê xwedîkirina wê ji destên min hat girtin û di destpêka meha sêyemîn de dan bavê wê. Ji wê rojê ve min ew nedîtiye û ne jî der barê wê de tiştek bihîstiye. Veqetandina ji nişka ve ya zarokek ji dayîk û bavê wê, ji hêla psîkolojîk ve pir xirab e. Ez hîn bûm ku ew hem ji hêla psîkolojîk ve hem jî ji hêla fîzîkî ve êşê dikşîne û ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê.”
‘Ez nizanim ez ê kengê zaroka xwe bibînim’
S.F. wiha domand: “Di meha sêyem de, min ji bo mafên serdanê û mayîna şevê doz vekir û doz hê jî çareser nebûye. Bav di her danişînê de daxwaza paşxistinê dike û her paşxistin mehek didome. Ez nizanim kengê ez ê zaroka xwe bibînim an dengê wê bibihîzim.”
Divê mafê xwedîkirinê ji bo başbûna zarok be
Çalakvana mafên jin û zarokan Tahîra Daxel Taher ragihand ku dayîk di pozîsyoneke bilind de ne, di hemû aliyên jiyanê de rêberî û rênîşanê digrin ser xwe. Ev yek di şer û rewşên awarte yên ku Iraqê hatin jiyîn jî bi awayek zelal hate dîtin û wiha got: “Dayîkan hemû berpirsiyariya mezinkirina zarokên xwe girtine ser xwe. Lê belê ev bi tena serê xwe pîvana ku divê qanûnên mafê xwedîkirinê li ser wan werin avakirin pêk nayne. Qanûna nûjen divê di serî de berjewendiyên herî baş ên zarok li ber çavan bigre divê aramiya psîkolojîk, ewlehî, lênêrîn û hêza mezinkirina zarok, bêyî pêşdaraziyên têkildarî zayenda xwedî mafê xwedîkirinê yan şêwazên mîras, li ber çavan bigre. Ji ber vê yekê, dema îro dibêjin ‘berjewendiyên herî baş ên zarok di rêza yekem de ne’, ew ne li dijî statuya dayîk an dapîrê ne; berovajî vê, ew tekez dikin ku mafê zarokan heye di qadeke bi ewle û aram de bijîn. Divê di her biryara mafê xwedîkirinê de standard herî bilind be. Ger di navbera hinek nivîsên qanûnî û rastiya civakî de nakokî hebe, li şûna ku tenê li ser kevneşopiyan an nivîsên berê bisekinin divê qanûn ji nû ve werin sererastkirin da ku edalet were misogerkirin û mafên zarok werin parastin, di ber çavan de bê derbaskirin.”
‘Divê zarok bên parastin’
Tahîra Daxel Taher wiha got: “Peyama ku divê em di hişê zarok de bi cih bikin ew e ku hem dê û hem jî bav di berpirsiyariya parastin û lênêrîna wan de hevkar in û divê her biryarek yasayî aramiya wan a derûnî û civakî li pêş her tiştî bigre. Da ku zarok nebe aliyekî pevçûna di navbera mezinan de. Dema em dibêjin ‘dayîk dibistanek e’, mebesta me ne tenê lênêrîn e, em behsa qadeke sereke ye ku wijdan, nirx û hesta ewlehiyê ya zarokek lê çêdibe dikin. Di salên wan ên pêşîn de, girêdanên hestiyarî û psîkolojîk ên ku ew bi dayîkên xwe re ava dikin, beşek girîng a pêşveçûna wan a bi tendurist e.”
‘Divê zarok di qadeke bi ewle de mezin bibin’
Tahîra Daxel Taher wiha berdewam kir: “Dema ku mîrasa gel refah û serfirazî bi hebûna dayîkê ve girê dide, ne paşguhkirina rola bav û endamên din ên civakê, ev yek têgihîştineke kûr a rola dayîkê di pêkanîna hezkirin û aramiya psîkolojîk de nîşan dide. Pêwîstiya zarokek bi têkiliyeke ewle bi dê û bavan re heye û her yek xwedî bandoreke girîng e. Ji ber vê, biryarên mafê xwedîkirina zarok divê li ser bingeha nirxandineke zanistî, psîkolojîk û civakî bin ku berjewendiyên herî baş ên zarok li ser her tiştî bigrin û divê zarok heta ku berjewendiyên wan ên herî baş pêwîst neke ji têkiliyek normal û ewle bi dê û bavan re bêpar nebin. Armanc ne tercîhkirina dê û bavek e, armanc ew e ku mafên zarok werin parastin, bikaribe di qadeke aram de mezin bibe ku têkiliyên bingehîn ên malbatê tên parastin.”
Tahîra Daxel Taher bal kişand ser encamên neyênî yên bêparkirina dayîkê ji mafê xwedîkirina zarok û wiha got: “Em zarokên ku xwe şikestî hîs dikin mezin dikin. Gotina ‘Malekî bê dayîk hildiweşe’ nayê wê wateyê ku hebûna bav kêmtir girîng e; berovajî wê, ew rola hestiyarî û perwerdeyî ya ku dayîk di hişmendiya kolektîf de weke çavkaniyek hezkirin, lênêrîn û aramiyê nîşan dide ye.”
Zarok di navenda biryaran de dimîne
Dema ji aliyê psîkolojiya zarokan ve were mêzekirin, ji bo avakirina kesayetek bi hevsengî pêdiviyên madî bi tena serê xwe têr nakin. Zarok her wiha hewceyê ewlehiya hestiyarî, girêdana hestiyarî û hesta ku ew ji yek ji kesên herî girîng ên jiyana xwe bêpar nîn e ne. Ger biryara mafê xwedîkirinê bêyî ku di berjewendiya zarok de be, bibe sedema qutkirin an qelskirina vê têkiliyê, zarok dikare hîs bike ku beşek ji cîhana xwe ya ewle winda kiriye.
Tahîra Daxel Taher axaftina xwe bi balkişandina ser pêwîstiya hişyarî û perwerdeyê bi balkişandina ser rola lênêrînê ya dê û bavan, girîngiya malbat û yekîtiya malbatê. Her wiha aştiya navxweyî, redkirina tundiya navmalî, pêşvebirina çanda lêborînê, çareserkirina pirsgirêkan bi mentiqî û aqilane û pejirandina rêbazên dê û bavtiyê yên nûjen bi dawî kir.