Di roja 400’emîn a Nobeta Edaletê ji bo îfadeyê banî Emîne Şenyaşar kirin

Di roja 400’emîn ya Nobeta Edaletê de cara 15’emîn ji bo îfadê bangî Emîne Şenyaşar kirin.

Riha – Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 400’emîn de berdewam dike.

Di roja 400’emîn a çalakiyê de bi hinceta “heqaretê” derheqê Emîne Şenyaşar de lêpirsîn hate destpêkirin û bi vê sedemê jî ji bo îfadeyê bang lê kirin. Dayika Emîne Şenyaşar li ser vê yekê tevî parêzerê xwe çû Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê û îfade da. Hat zanîn ku bi hinceta ku dayika Emîneyê di çalakiya nobetê de “heqaret” li parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye, lêpirsîn hatiye destpêkirin.

“Kurê min berdin”

Emîne Şenyaşar têkildarî lêpirsîna 15’emîn axivî û wiha got: “Tiştekî bi navê edaletê nîne û ya ku li me tê kirin zilm e. Kurê min Fadil berd in. Ez bi vî halê xwe yê rojî nobetê digirim û daxwaza min edalet e. Erê baş e Emîne (hevjîna Erdogan) û Erdogan çawa dikarin razên? Ma dengê min qet naçe wan? Ma ez qet nakevim xewnên wan? Êdî bes e, Fadilê min berdin.” 

Lêpirsîna 15’mîn

Di nava 400 rojên Nobeta Edaletê derheqê dayika Emîne Şenyaşar de bi giştî 15 lêpirsîn hatin destpêkirin. Ji van 15 lêpirsînan 2 jê kirin yek û bi “şêweyê darizandina sivik” didomin. Her wiha îdianameya doza bi sedema heqaretê hatiye amadekirin jî ji hêla 4’emîn Dadgeha Sizayên Giştî ya Rihayê ve hate qebûlkirin. Dê di mehên pêşiyê de doz bê dîtin. Di çarçoveya doza heqaretê de ku 6’emîn Dadgeha Sizayên Giştî vekiribû, cezayê perayan a 265 rojên edlî li Şenyaşar hate birîn.