Di navbera kevneşopiyên pîşeyî û azadiya kesane de li Misrê nîqaşa sendîkayî

Lêpirsîna Sendîkaya Parêzeran a Misrê bi parêzera di bin rahênanê de Luoa Xelef re, nîqaşên germ li ser sînorên desthilatdariya sendîkayê, cudakirina di navbera jiyana taybet û erkên pîşeyî de û rola torên civakî derxistin holê.

ESMAA FETHÎ

Misir – Bi zêdebûna bertekên li ser vê doza parêzer Loua Xelef re, pirsa li ser hevsengiya di navbera parastina kevneşopiyên pîşeyî û pîvanên xebatê de û di navbera rêzgirtina li maf û azadiya kesane ya parêzeran jin û mêr de derketin holê. Bi taybetî piştî ku agahî û wêneyên kesane yên parêzer bi berfirehî hatin belavkirin. Ev yek bû sedema helwestên cuda; hinek bertekên sendîkayê wekî gavên rêxistinî piştgirî kirin û hinek bertekên din jî ev yek wekî destdirêjiya li ser azadiya kesane dîtin.

Ev rapor aliyên dozê bi riya xwendineke hiqûqî ku ji aliyê parêzer Hîba Adil ku Seroka Desteya Bawermendan a Saziya “Parêzerên Jin ên Misrî ji bo Mafên Jinan” ve hat pêşkêşkirin, dinirxîne.

Parêzer Hîba Adil li ser paşxaneya biryarê, sînorên desthilatdariya sendîkayê, cudakirina di navbera jiyana taybet û erkên pîşeyî de axivî, di heman demê de dîtina xwe ji bo pêşvebirina pergala perwerdekirina parêzerên nû pêşkêş kir da ku rê li ber bûyerên wiha were girtin.

Paşxaneya qeyranê

Parêzer Hîba Adil got ku nîqaşa li ser vê dozê di tevlîheviyeke mezin re derbas bûye bal kişand ku gelek şîrove û daxuyaniyên hatine belavkirin ne li ser bingeha şopandina rast a lêpirsînê yan biryara sendîkayê bûn. Hîba wiha pê de çû: “Biryar ji aliyê Sendîkaya Giştî ya Parêzeran ve hatiye dayîn, ne ji aliyê sendîkaya herêmî ve weke ku hinek kesan îdia dikir. Biryar piştî lêpirsîna bi Luoa Xelef re li ser giliyên girêdayî karkirina wê ya pîşeyî hat. Li gorî tiştê ku di daxuyaniya sendîkayê û naveroka lêpirsînê de hatibû ragihandin, lixwekirina hîcab ne mijara lêpirsînê û ne jî sedema biryarê bû.”

Cilûbergên pîşeyî kevneşopiyên pîşeyî ne yan sînorkirina azadiyê ne?

Hîba Adil tekez dike ku pabendbûna bi cilûbergên pîşeyî ne tiştekî nû ye di nava Sendîkaya Parêzeran de, dibe ku yek ji kevneşopiyên kûr be ku bi salan e tê sepandin û diyar kir ku parêzer dema li dadgeh û sendîkayan in divê xwedî xuyaniyek fermî bin ji bo li gorî xwezaya pîşeyê be, mîna gelek pîşeyên din ên dadweriyê. Hîba wiha dîtina xwe tîne ziman: “Ev pabendbûn ne bi bawerî yan hilbijartinên kesane re têkildar e, belkî armanca wê parastina wêneyê pîşeyî yê parêzer e û rê dane ku saziyên dadwerî û dozger wî di nav dadgehan de nas bikin. Ev yek alîkariyê di çalakkirina parastinên hiqûqî de dike ku ji bo wî di dema kar de hatine diyarkirin. Bi taybetî piştî di salên borî de bûyerên êrîşa li ser parêzeran çêbûn.”

Hiba Adil bal kişand ku Sendîkaya Parêzeran, bi riya Peymangeha Parêzeriyê û bernameyên perwerdeyê, hewl dide parêzerên nû bi kevneşopiyên rêxistinkirina pîşeyî bide nasîn, wekî beşek ji amadekirina pîşeyî beriya destpêkirina kar. Her wiha tekez kir ku pabendbûna bi van pîvanan ji bo parêzerên jin û mêr bêyî cudahî ye.

Ma nîqaş ji sînorên dozê derbas bû?

Hîba Adil dibîne ku belavkirina wêneyên taybet û agahiyên kesane yek ji aliyên herî bi pirsgirêk ên vê qeyranê bûye, wiha bilêv dike: “Nîqaşkirina her biryareke sendîkayî maf nade kesê ku dest dayne ser jiyana taybet an naverokên kesane ji nû ve belav bike, heta ku xwediyê/a wê bi xwe ji bo parvekirinê re destûr nedabe.”

Piştgiriya mafên mirovan

Bi berfirehbûna nîqaşê re, saziyên mafên mirovan û hinek însiyatîfan piştgiriya xwe ji Luoa Xelef re ragihandin û diyar kirin ku ev bûyer fikarên li ser maf û azadiya kesane zêdetir dike. Hîba Adil dibîne ku piştgirîdayîna jinan bi xwe nirxeke girîng e û parastin û piştgirîdayîn beşek e ji peyama ku wê bi salan e bi riya saziya “Parêzerên Jin ên Misirî ji bo Mafên Jinan” li ser kar kiriye.

Xwendineke zagonî ji bo xwezaya biryarê

Biryara rawestandina parêzer ji kar gelek pirs derxistin holê ka cezayê hatiye birîn li gorî xwezaya bûyerê ye yan na. Ka alternatîfên dîsîplînî yên ku hebûn werin bikaranîn.

Hîba Adil bal kişand ku nirxandina biryarê nikare ji rewşa hiqûqî ya parêzer di dema çêbûna binpêkirinê de bê veqetandin, da zanîn ku Luoa Xelef di lîsteya “parêzerên di bin rahênanê de” (stajyer) de qeydkirî bû, di vê astê de parêzer hemû desthilatdariyan nagire da ku kar bi awayekî serbixwe bike, belkî di bin çavdêriya parêzerê berpirsiyar de û li gorî sînorên qanûna parêzeriyê kar dike.

Her wiha bal kişand ku lêpirsîn li gorî tiştê sendîkayê ragihandiye daxwaz û gilî dihewandin ku tê de hewldana meşandina rêkarên ku qanûn ji bo parêzerê di bin rahênanê de destûr nade hebûn. Ev yek bû sedema destwerdana sendîkayê wekî aliyê berpirsiyar ji parastina qaîdeyên pîşeyî. Wê diyar kir ku armanca biryarê, li gorî vê dîtinê, ne tenê cezakirin e, belkî astengkirina dubarebûna binpêkirinê û parastina parêzer bixwe ji berpirsiyariya hiqûqî di paşerojê de ye.

Li aliyê din, ew dibîne ku ev bûyer dergehê ji bo nûvekirina pergala cezayên dîsîplînî di nav sendîkayê de vedike, da ku muameleya bi binpêkirinan re ne tenê bi cezayên kevneşopî be, belkî gavên çaksazî û perwerdeyê jî bigre nava xwe ku alîkariyê di bilindkirina asta parêzerên nû, xurtkirina zanyariyên wan ên li ser maf û erkên wan ên hiqûqî de bikin.

Pêşvebirina pergala perwerdeyê û parastina beriya ceza

Hîba Adil bawer dike ku bûyerên wiha hewcedariya pêşvebirina amûrên amadekirina parêzeran derdixînin holê, ne tenê bisînorbûna bi cezakirinê piştî çêbûna binpêkirinê. Wê tekez kir ku veberhênan di perwerde û hişyariyê de yek ji amûrên herî girîng e ji bo parastina ciwanên vê pîşeyê de ye.

Di vê çarçoveyê de, ew pêşniyar dike ku bername û ezmûnên demê werin destpêkirin da ku piştrast bibe parêzerên nû bi qanûna parêzeriyê û rêkarên karkirinê dizanin. Her wiha dabînkirina platformên elektronîk ku rê bide wan guhertinên qanûnî û biryarên nû yên dadgehan bişopînin.

Ew dibîne ku sendîka, ligel saziyên pîşeyî û rêxistinên civaka sivîl, berpirsyariyeke hevpar di amadekirina nifşekî nû yê parêzeran de ku xwedî zanyariyên hiqûqî û jêhatîbûnên kirdarî bin de bi xwe re tînin. Bi awayekî ku kalîteya karkirinê xurt bike û cihê pîşeyê û baweriya civakê bi wê re biparêze.

Bihêzkirina parêzerên jin

Cudahiya ji hûrguliyên vê bûyerê, Hîba Adil bawer dike ku rewşa parêzerên jin li Misirê di du dehsalên borî de geşedanek berbiçav dît ku piştî salan ji gumanbarî li ser karîna wan a karkirina di vê pîşeyê de hat. Wê tekez kir ku astengî êdî ne îsbatkirina mafên jinan di meşandina parêzeriyê de ye, belkî dabînkirina jîngeheke pîşeyî ya dadperwer e ku piştgiriya hemû parêzeran (jin û mêr) bi awayekî wekhev bike.

Wê ezmûna însiyatîfa "Parêzerên Jin ên Misirî" ku di sala 2004’an de di bin navê "Parêzerên Jin ên Misrî. Gav ber bi pêş ve" dest pê kiribû anî bîra xwe. Wê diyar kir ku ev însiyatîf di demê de hat ku parêzerên jin wekî îstîsna di nav pîşeyê de dihatin dîtin. Ev yek bû sedem ku berpirsiyar bernameyên perwerdeyê û pêşbirkên parêzeriyê birêxistin bikin da ku asta pîşeyî û xwebaweriyê bilind bikin û amûrên zanînê dabîn bikin ku alîkariya wan bikin da ku performansa xwe di dadgehan de bi pêş bixin.

Ew dibîne ku qonaxa niha dixwaze ku em ji gotara li ser cudahiya di navbera parêzerên jin û mêr de derbas bibin û biçin ber bi gotareke pîşeyî ku li ser bingeha derfetên wekhev, maf û erkan rawestiyaye. Ew dibîne ku astengiyên ku îro li hemberî ciwanên pîşeyê ne bûne hevpar û ev yek pêşvebirina pergala perwerde û amadekirinê ferz dike da ku bi zêdebûna mezin a hejmara parêzeran re bimeşe.

‘Divê ku parêzer rêbazên xwe yên çavdêrî û perwerdeyê nû bikin’

Hîba bal dikşîne ku Sendîkaya Parêzeran, tevî astengiyên rêxistinî ku bi nêzîkbûna hejmara endamên wê ji milyonek parêzerî re rûbirû ye, divê rêbazên xwe yên çavdêriyê û perwerdeyê nû bike û mekanîzmayên bi bandortir ji bo şopandina parêzerên di bin rahênanê de deyne, da ku perwerdeya rastî bistînin, ne tenê bi rêkarên din re bi sînor bibin.

Têbînî: Hêjayî gotinê ye ku doza Luoa Xelef, tevlîheviyên ji sînorên bûyereke ferdî yan biryareke dîsîplînî derbas dibin derdixe holê. Wê pirsên kevn û nû li ser sînorên desthilata sendîkayên pîşeyî, mekanîzmayên hesabxwestina ji endaman û hevsengiya di navbera parastina kevneşopiyên pîşeyî û parastina maf û azadiyên kesane de veguhastin rojevê. Her wiha diyar kir ku rola torên civakî di çêkirina raya giştî de dilîzin û encamên ku dibe ku ji belavkirina agahiyên netam derkevin berî ku rastî diyar bibin.