Di doza Şîmonî Dîrîl de der barê Apro Dîrîl de biryarek nû

Di pêncemîn danişîna doza ku li ser qetilkirina Şîmonî Dîrîl hatibû vekirin de kiryar Apro Dîrîl ê hatibû qetilkirin hatibû berdan lê li ser îtirazan careke din hat girtin.

Şirnex – Li gundê Mehrî yê Elkêya Şirnexê di 11’ê Çileya 20220’an de Hurmuz Dîrîl ê 71 salî û Şîmonî Dîrîl ê 65 salî yên hevjînên hev winda bûn. 70 roj piştî windabûna wan, cenazeyê Şîmonî Dîrîl hat dîtin û der barê mirina wê de li Apro Dîrîl, Behçet Oztunç û Îsmaîl Yildiz, bi sûcê “Bi hestên cinawirî qetilkirin” doz hat vekirin.

Li ser îtirazê careke din hat girtin

Danişîna 5’emîn a dozê di 3’yê Sibatê de 1’emîn Dadgeha Ceza ya Giran domiya. Bersûcê girtî  görüldü. Apro Dîrîl, ji bo hepsa malê hat tahliyekirin. Li ser vê yekê parêzerên Şîmonî Dîrîl îtiraz kirin. 2’yemîn  Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê, der barê Apro Dîrîl de biryara girtinê da. Hat hînbûn ku Dîrîl careke din hatiye girtin û wî birine Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.

Çi bûbû?

Li gundê Mehrî yê Elkêya Şirnexê, di 11’ê Çileya 2020'an de Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ên hevjînên hev bûn winda bûbûn, 70 roj paşe cenazeyê Şîmonî Dîrîl di çemê Hêzil de hatibû dîtin. Hurmuz Dîrîl jî hê nehatiye dîtin. Serdozgeriya Komare ya Şirnexê, têkildarî windabûna wan piştî 2 salan îdianame amade kiribû û li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran hatibû qebûlkirin. Danişîna yekem di 19’ê Nîsanê de li Şirnekê hatibû dîtin. Di çarçoveya dosyayê de Apro Dîrîl û Behçet Oztunç û Îsmaîl Yildiz de bi sûcdariya "Bi hestên cinawirî qetilkirin” û "Kuştina bi plan" tên darizandin.