Dewleta ewlehiyê, civaka ku tê sûcdarkirin
Piştî şerên dawî, atmosfera ewlehiyê aloztir bûye û li Îranê bûye sedema zêdebûna girtin û darvekirinan. Li gorî rêxistinên mafên mirovan, ji nû ve pênasekirina têgeha ‘ewlehiya neteweyî’ û sînordarkirina mafê parastina xwe kiriye.
PIRŞENG DOLETYARÎ
Navenda Nûçeyan- Piştî şerên dawî û zêdebûna aloziyan li herêmê, atmosfera siyasî û yasayî ya Îranê ket qonaxeke nû. Di vê qonaxê de, têgehên wek ‘ewlehiya neteweyî’, ‘sîxurî’, ‘hevkariya bi dijmin re’ û ‘gefên derveyî’ ji her demê bêtir di gotara fermî de bûne navendî.
Di heman demê de, gelek rapor derbarê zêdebûna binçavkirinên bi hinceta ewlehiyê, ferzkirina cezayên giran û darvekirina girtiyan de hatin weşandin. Ev pêvajo di nav rêxistinên mafên mirovan, parêzer û çalakvanên civaka sivîl de derbarê rewşa darizandinên adil û mafên bersûcan de fikarên cidî bi xwe re aniye.
Ji bo nirxandina aliyên yasayî û siyasî yên van pêşketinan, me hevpeyvîn bi endama baro û parêzvana mafê mirovan parêzer Şîva Muîn (navê ne rast), re kir. Derbarê pirsên di demên dawî de di nav derdorên giştî û yasayî de bûne rojev, wek têkiliya di navbera şer û ewlehiyê de, tohmetên sîxuriyê, mafê gihîştina parêzerên serbixwe, rola medyayê di dozên ewlehiyê de, helwesta rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û rewşa girtiyên siyasî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de bersiva me da.
Piştî du şerên dawî, ‘rewşa şer’ çawa bû amûrek ji bo berfirehkirina hêzên ewlehiyê û lezdayîna pêvajoyên girtin û darvekirinê?
Di qanûna cezayî ya Îranê de, sazûmaniyên yasayî berê bingeha vê veguherînê danîne. Xala 509 a Qanûna Cezayê ya Îslamî ya Îranê eşkere dibêje, ger di dema şer de tawanên li dijî ewlehiya neteweyî werin kirin, sûcdar dê rastî ‘cezayê giran’ ê ku ji bo heman sûc hatî destnîşankirin bê. Bi vî rengî, şer tenê nabe pirsgirêkek siyasî, dibe sedema cezayên giran.
Her wiha, ‘Qanûna Zêdekirina Cezayê Sûcên Sîxuriyê’ ku piştî şerê 12 rojan hatiye pejirandin, destnîşan dike ku di demên şer an ewlehiyê de, ceza dikarin heta sê pileyan bên zêdekirin û dê di şaxên taybet ên Dadgehên Şoreşê de pêşîniyê bidin dozên dadgehê. Ev hem tê wateya pêvajoyek darizandinê ya bileztir û hem jî cezayên girankirî.
Di pratîkê de, ev ‘rewşa şer’ da ku girtinên têkildarî ewlehiyê bi lez û bez veguherin cezayên darvekirinê wekî hincet tê bikaranîn. Li gorî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka şer ve herî kêm 21 kes li Îranê hatine darvekirin û zêdeyî 4 hezar kes bi tohmetên têkildarî ewlehiyê hatine girtin.
Heman çavkanî dibêje ku gelek ji wan kesên hatine girtin bi windakirina bi zorê, îşkenceyê, îtîrafên bi zorê û darizandinên niheq re rû bi rû mane.
Bi kurtasî, di gotara fermî de, şer ne tenê wek ‘gefeke derveyî’ tê pêşkêşkirin; di heman demê de wek çavkaniyek rewatiyê ji bo tepeserkirina bêtir tundiya navmalî, lezandina darizandinan û zêdekirina cezayan jî tê bikaranîn.

Tohmeta ‘sîxurî li ser navê DYA û Îsraîlê’ li ser çi mekanîzmayên yasayî an ewlehiyê hatiye avakirin û ev çawa tê îspatkirin?
Ji aliyê yasayî ve, tohmetên sîxuriyê li Îranê li ser bingeha xalên 501 heta 505 û xala 508 a Qanûna Cezayê ya Îslamî ne.
Xala 501’an , nexşe, belge, biryar û sirên dewletê dayîna kesên bê erk,
Xala 503’yan, bi armanca komkirina agahiyan bikeve nav tesîsên siyasî an leşkerî,
Xala 505’an, komkirin û veguhestina agahiyan di bin siya fermî de,
Xala 508’an, hevkariya bi dewletên biyanî re li dijî Komara Îslamî ya Îranê rêk dixe.
Qanûna nû ya ku di sala 2025’an de hat derxistin, ev çarçove bêtir berfireh kir, operasyon, agahî, naveroka medyayê, amûrên ragihandinê û heta şandina peyaman ji bo torên biyanî di çarçoveya ewlehiya neteweyî xist nava vê çarçoveyê. Ji ber vê yekê, di pratîkê de, ‘sîxurî’ ne tenê bi şandina agahiyên veşartî di wateya klasîk de sînordar e; her cûre têkilî, hevkarî û heta çalakiya dîjîtal jî dikare di vê çarçovê de bê şîrovekirin.
Di qonaxa delîlan de, bi gelemperî li şûna pîvanên hişk ên prensîbên darizandina dadperwer, vegotinên ajansên ewlehiyê yên di dosyayan de têne bikaranîn. Raportên ji Mizan û çavkaniyên din ên ku dozên dawî digrin nava xwe, nîşan didin ku hikûmet pir caran van dosyayan bi karanîna tevlîheviyek ji hêmanên jêr ava dike:
Îtîraf,
Îdiayên têkiliya bi ajanên Mossadê re,
Dayîna agahiyan,
Ketina deverên hesas,
Sûcên ‘hevkariya bi dijmin’ re.
Di dosyaya yek ji kesên ku di xwepêşandanên meha Çileya 2026’an de hatiye darvekirin de, medyaya dewletê ragihand ku ew bi piştgiriya teknîkî ji Mossadê re û hevdîtina bi rayedarên Îsraîlê re hatiye tawanbarkirin. Di bersivê de, malbat û rêxistinên mafên mirovan îdia kirin ku îtîrafên wî di bin îşkenceyê de hatine wergirtin.
Di dozeke din ku di Gulana 2026’an de hate dîtin de, kesek bi tohmeta dayîna agahiyan ji bo DYE û Îsraîlê di dema şer de hate darvekirin.
Ev mînak nîşan didin ku di pratîkê de, ji çavdêriya dadweriyê ve şefaf zêdetir pêvajoya ‘îspatkirinê’ gelek caran ji hêla raporên ewlehiyê, vegotinên fermî û zexta siyasî ve tê teşekirin.

Di dozên ewlehiyê ku bi cezayê darvekirinê encam dibe de, mafê kes ê gihîştina parêzerek serbixwe heta kijan astê tê parastin?
Lê ger ku di aliyê hiqûqî de bê nihêrtin, xala 35’an a Destûra Bingehîn a Îranê mafê şêwirmendiya hiqûqî garantî dike û xala 48’an a Qanûna Dadweriya Ceza mafê gihîştina parêzer di qonaxa lêpirsînê de di prensîbê de nas dike.
Lê belê, bendeke din a heman xalê (têbînî li ser xala 48’an) vî mafî di çarçoveya sûcên ‘ewlehiyê’ û hin sûcên rêxistinkirî de sînordar dike û rê dide bersûcan ku tenê ji lîsteya parêzerên ku ji hêla Serokê Dadweriyê ve hatine pejirandin hilbijêrin.
Her wiha, pirsgirêk ne tenê bi vê sînordarkirina qanûnî ve sînordar e. Di pratîkê de, bi taybetî di dozên hesas de, gelek caran astengî li pêşiya bikaranîna vî mafê bingehîn tên danîn.
Li gorî raporan:
Lîsteya parêzerên pejirandî ne ji bo raya giştî û ne jî zelal e.
Dadgehên Şoreşê û dezgehên ewlehiyê dikarin parêzerên serbixwe di dozên xetereya bilind de ji pêvajoyê derxînin.
Di hin rewşan de, mafê bersûc ê hilbijartina azad a parêzerê, bêbandor dike.
Ev yek dibe sedem ku girtiyên siyasî di qonaxa herî krîtîk de - bi taybet di dema pêvajoya lêpirsînê de, ku xetera wergirtina daxuyanî an îtîrafên di bin zextê de herî zêde ye - ji piştgiriya hiqûqî ya serbixwe bêpar dimînin.
Di encamê de, her çend di dozên ewlehiyê de ku dibe ku bi darvekirinê bi encam bibe pir caran mafê parastinê li ser kaxezê heye, lê di pratîkê de di bin zextên ewlehî û dadwerî de bi giranî lawaz dibe.

Ajansên ewlehiyê yên Îranê çawa têgeha ‘gefa ewlehiya neteweyî’ ji nû ve pênase kirin û vê pênaseyê çawa bandor li ser çarçoveya cezayên darvekirinê kir?
Li Îrana piştî şer û xwepêşandanan, têgeha ‘gefa ewlehiya neteweyî’ ji pênaseyek teng a qanûnî ku tenê çalakiyên sîxurî an sabotajê dihewîne, ber bi çarçoveyek berfireh ve çûye ku dikare muxalefeta siyasî, têkiliya bi aktorên biyanî, çalakiyên medyayê û heta çalakiyên dîjîtal jî di nav xwe de bigre.
Dadgeh û dezgehên ewlehiyê dikarin gelek tawanên siyasî wek ‘tawanên li dijî ewlehiya navxweyî an derveyî’ ji nû ve pênase bikin û bibin sedema ku doz ji Dadgehên Şoreşê re bên şandin û cezayên dijwartir li wan bên birîn.
Qanûna nû ya ku di sala 2025’an de hat derxistin ev meyl xurttir kir. Sazûmaniya mijara gotinê ‘çalakiyên fîîlî’, ‘naverokên medyayê’, ‘veguhestina agahdariyê’, ‘têkiliyê bi torên biyanî re’ û heta bikaranîna hin amûrên ragihandinê jî di nav de pêkanînên giran tên payîn.
Encama herî girîng a vê ji nû ve pênasekirinê berfirehkirina çarçoveya cezayê darvekirinê ye. Ji ber şîrovekirina têgeha ewlehiya neteweyî çiqas berfirehtir be, ewqas jî rêza tevgerên ku dikarin bibin sedema cezayê darvekirinê, mezintir dibe.
Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, piştî destpêkirina şer, Îranê ne tenê girtinên ji ber sedemên ewlehiyê zêde kirine, di heman demê de di hejmara darvekirinan de jî zêdebûnek cidî hate jiyîn. Agahiyên fermî û raporên navneteweyî nîşan didin ku di sala 2024’an de herî kêm 901 darvekirin hatine tomarkirin, ev meyl di sala 2025’an de jî berdewam kiriye.
Di vê çarçoveyê de, rexne di aliyê berfirehkirina têgeha ‘ewlehiya neteweyî’ da ku xwepêşandan, çalakiyên medyayê, kêmneteweyan û çalakiyên onlîne jî di nav xwe de bigre, xetereya veguherandina cezayê darvekirinê ji tedbîrek îstîsnaî anîna halê amûra kontrola siyasî û civakî de ye.
Medyaya fermî di demên krîz û şer de bi çêkirina vegotinên ewlehiyê-navendî çawa teşe dide raya giştî?
Li Îranê, dezgehên medyayê yên fermî, bi taybetî Ajansa Nûçeyan a Mîzan û rêxistinên medyayê yên nêzîkî dezgehên dadwerî û ewlehiyê, gelek caran bersûcên dozên ewlehiyê ne wek kesên ku mafê wan ê parastinê heye, wek ‘gefek berbiçav’ a rasterast nîşan didin.
Mîzan di nûçeya xwe ya li ser darvekirinên di 16’ê Hezîrana 2026’an de, her du kesên darvekirî wek ‘rêberên serhildanek çekdarî’ bi nav kir û wan bi tohmetên wek ‘şerê li dijî Xwedê’ (moharebe), ‘belavkirina gendeliyê li ser erdê’ (ifsad fil-arz) û ‘çalakiyên li dijî ewlehiya neteweyî’ bi nav kir. Ev cure ziman bi bandor zîmîna darizandinek giştî berî ku pêvajoya dadwerî temam bibe, amade dike.
Di aliyê siyasî de, du erkên vê nerînê hene:
Avakirina tirsa civakî û zêdekirina bedêla hevgirtina bi tawanbaran re,
Her opozîsyon an xwepêşandanek wek ‘hevkariya bi dijmin re’ di çavên raya giştî de nîşan dide.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyek ku di sala 2023’an de dayî de, diyar kir ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê wek ‘çekek’ bikar tîne da ku di civakê de tirsê biafirîne û muxalîfan bêdeng bike.
Ji ber vê, di demên krîzê de, medyaya fermî ne tenê amûrek ji bo veguhestina agahdariyê ye; di heman demê de wek beşek ji mekanîzmaya cezakirinê jî tevdigere, zemînê ji bo darizandina giştî amade dike.
Erka astengkirinê ya cezayê darvekirinê li Îranê çi ye? Di vî warî de çi bandor an kêmasî tên dîtin?
Cezayê darvekirinê di aliyê cezayên klasîk de, ango wek rêgirek ji bo pêşîgirtina li sûc, daneyên berdest nîşan didin ku ev bandor li Îranê pir sînordar e.
Tevî zêdebûna darvekirin, girtin û tedbîrên ewlehiyê, ne muxalefeta siyasî û ne jî xwepêşandanên civakî bi tevahî ji holê rabûne. Di şûna wê, tê dîtin ku şêweyên xwepêşandan û berxwedanê bi demê re guherîne û şiklên nû girtine.
Raportên Neteweyên Yekbûyî yên salên 2025 û 2026’an nîşan didin ku zêdebûna darvekirinan li Îranê ne ku bi kêmbûna rêjeyên sûc ve girêdayî ye, bêtir bi tundbûna kontrola dewletê ve girêdayî ye.
Her wiha tê gotin ku sedema li pişt darvekirinan li Îranê pir caran ne ‘astengkirin’ bi wateya klasîk e, lê belê fonksiyonek sembolîk û xuyangî pêk tîne. Di sala 2023’an de, rayedarek qanûnî yê NY diyar kir ku dewleta Îranê darvekirinan bi esasî ji bo tirsandina civakê û tepeserkirina nerînên nerazî bikar tîne, ev di wateya hiqûqî de armancek ji şerê li dijî sûc cuda ye.
Daneyên salên 2024 û 2025’an jî nîşan didin ku tevî ku di hejmara darvekirinan de rekorên nû hatine qeydkirin jî, polîtîkayên ewlehiyê-navendî û siyasîkirina cezayan berdewam dikin.
Ji ber vê yekê, li gorî gelek parêzer û parêzvanên mafên mirovan, cezayê darvekirinê li Îranê ne wekî amûrek pêşîlêgirtina sûc, wek mekanîzmayek rêveberiyê ku desthilatdariya dewletê xurt dike û civakê di bin kontrolê de dihêle, kar dike.
Li Îranê têkiliya di navbera zêdebûna aloziyên derve û zêdebûna hişkbûna dadwerî ya li welat de çawa dikare bê analîzkirin?
Li Îranê, têkiliya di navbera krîzên derve û tundkirina polîtîkayên ewlehiya navxweyî de ji berê de wekî qalibek domdar tê dîtin. Her ku têgihîştina gefên derve zêde dibe, dewlet tedbîrên ewlehiya navxweyî yên berfirehtir bigire.
Piştî destpêkirina şerê dawî, tê ragihandin ku zêdetirî 4 hezar kes bi tohmetên têkildarî ewlehiyê hatine binçavkirin û di vê pêvajoyê de darvekirin jî zêde bûne. Hin dozên ku bi tohmetên wekî sîxurî, hevkariya bi dijmin re, an endametiya rêxistinên muxalîf vebûne, zû bi cezayên giran encam dane.
Ev nirxandina ku şer û aloziyên derve ne tenê dikarin wek gefek ji bo hikûmetê, di heman demê de wek amûrek ji bo rewakirina polîtîkayên ewlehiya navxweyî yên wê jî tevbigerin, xurt dike. Ji perspektîfek siyasî û hiqûqî ve, hin pispor vê yekê wekî sazûmankirina dewletek ‘îstîsnaî’ şîrove dikin.
Qanûna nû ya sîxuriyê ku di sala 2025’an de hatiye pejirandin jî di vê çarçoveyê de tê nirxandin. Ev sazûmanî di siya qada şer de hatiye derxistin; bi guhertinên wek lezandina pêvajoyên dadwerî, destnîşankirina dadgehên ku dê dozan bibihîzin û berfirehkirina çarçoveya sûc, hem di mekanîzmayên lêpirsîn û hem jî yên cezakirinê de rê li ber pergalek hişktir vekiriye.
Ji ber vê, li gorî gelek çavdêran, zêdebûna aloziyên derveyî li Îranê pir caran bi pratîkên dadwerî yên hişktir ên navxweyî re tê. Yek ji sedemên sereke yên vê yekê ew e ku saziyên ewlehiyê dikarin di çarçoveya ewlehiya neteweyî de bi karanîna retorîka şer û gefên derveyî muxalefeta navxweyî ji nû ve pênase bikin. Di vê pêvajoyê de, aktorên muxalefetê, reqîbên siyasî, an dengên rexnegir dikarin bi hêsanî wek ‘gefên ewlehiyê’ bên dabeşkirin.
Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ji bo belgekirin û şopandina darvekirinên li Îranê çi amûr hene û çima bandora wan ewqas sînordar e?Amûrên sereke yên mekanîzmayên mafên mirovan ên navneteweyî ev in: mîsyonên lêkolîna rastiyan ên navneteweyî, raportorên taybet ên Neteweyên Yekbûyî, raporên mafên mirovan ên peryodîk ên NY û hewldanên berhevkirin û arşîvkirina belgeyên ku ji bo karanîna di çarçoveya dadweriya gerdûnî de têne kirin.
Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, di sala 2025’an de, erk û desthilatên şanda lêkolîna rastiyan berfirehtir kir, ne tenê bi lêkolîna bûyerên taybet, di heman demê de bi lêkolîna binpêkirinên mafên mirovan ên cidî yên li Îranê jî erkdar kir. Di vê çarçoveyê de, şandeyê;
Erka wan komkirina delîlan, parastina şahidî û belgeyan û amadekirina dosyayên ku dikarin di pêvajoyên qanûnî yên pêşerojê de bên bikaranîn e.
Navenda Mafên Mirovan li Îranê (Center for Human Rights in Iran) her wiha diyar dike ku ev mekanîzma êdî bi xwepêşandanên 2022’an ve sînordar nîne, armanc dike ku binpêkirinên berdewam bi awayekî sîstematîk belge bike û çarçoveyek yasayî ji bo dozên muhtemel ên pêşerojê biafirîne.
Lê belê, bandora van amûran ji ber gelek sedeman sînordar dimîne. Berî her tiştî, rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî:
Hêza wan a rasterast tune ku wan bicîh bînin,
Desthilata polîsan tune,
Desthilata wan a girêdayî li ser dewleta Îranê tune. Ev mekanîzma bi giranî bi hevkariya dewletan û çalakiya dadgehên neteweyî ve girêdayî ne.
Weke ku Navenda Mafên Mirovan tekez kiriye, ji Îranê tê xwestin ku gihîştina tevahî û bê astengî bo mekanîzmayên lêpirsînê peyda bike; lê belê, hikûmeta Îranê bi tevahî bi van destpêşxeriyên navneteweyî re hevkariyê nake. Ev yek pêvajoyên komkirin û verastkirina delîlan zor dike.
Di encamê de, mekanîzmayên mafên mirovan ên navneteweyî îro bi giranî van erkên jêrîn pêk tînin:
Tomarkirina binpêkirinan,
Agahdarkirina raya giştî,
Parastina delîlan,
Amadekirina ji bo pêvajoyên dadweriyê yên pêşerojê.
Ji ber vê, her çend ev mekanîzma ji bo hesabdayîna demdirêj girîng bin jî, ew bi tena serê xwe ne xwedî hêz in ku tavilê darvekirin an binpêkirinên din ên mafên mirovan rawestînin.
Nêzîkatiya ewlehî-navendî ya li hember tawanbarên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê çawa ji herêmên din ên Îranê cuda ye û ev cudahî çawa di daneyên binçavkirin û darvekirinê de xuya dibe?
Li Rojhilatê Kurdistanê, li gorî herêmên din ên Îranê, dozên ji ber sedemên siyasî pir caran di bin tohmetên ewlehiyê yên girantir de tên çareserkirin. Li gorî vê, çalakiyên ku dikarin wek ‘protesto’ an ‘çalakiya siyasî’ li herêmên navendî yên welêt werin hesibandin, dikarin li Kurdistanê zûtir bi tohmetên wek ‘gefa li ser ewlehiya neteweyî’, ‘hevkariya bi dijmin re’, an ‘şerê li dijî Xwedê (moharebe)’ ve bên girêdan.
Raportên navneteweyî yên salên 2024 û 2025’an jî daneyên balkêş li ser vê mijarê eşkere dikin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji 901 darvekirinên ku di sala 2024’an de hatine tomar kirin, 84 ji wan Kurd û 108 jî girtiyên Belûc bûn. Raporên paşê jî tekez kirin ku kêmneteweyên etnîkî bi awayekî nehevseng ji cezayê darvekirinê bandor dibin.
Ev cudahî ne tenê di hejmaran de, di awayê birêvebirina dozên ji Rojhilatê Kurdistanê de jî xwe dide der. Di dozên ji Rojhilatê Kurdistanê de, nîqaşa ewlehiyê bêtir diyar e; îdiayên têkiliyên biyanî têne tekez kirin û doz dikarin zûtir ji Dadgehên Şoreşê re bên şandin.
Darvekirina girtiyê Kurd Riza Resaî ku di çarçoveya xwepêşandanên piştî mirina Jîna (Mahsa) Emînî di sala 2022’an de dest pê kirin de hatibû darizandin, yek ji mînakên ku bala rêxistinên mafên mirovan kişandiye ser xwe ye. Di dozên wiha de rexneyên li ser îtîrafên bi zorê, îdiayên îşkenceyê û nebûna zelaliya têr di pêvajoyên dadwerî de pir caran tên ziman.
Ji ber vê yekê, hin parêzvan û parêzerên mafên mirovan dibêjin ku Kurdistan ne tenê herêmek e ku polîtîkayên ewlehiyê yên tundtir lê têne sepandin, di heman demê de yek ji wan deveran e ku nêzîkatiya ewlehiyê ya dewletê bi tundî tê ceribandin e.
Di qada ewlekarîkirinê ya piştî şer de, di cezayên dijwar ên ku li girtiyên siyasî yên Kurd hatine birîn de çi guhertin çêbûne û ev guhertin çawa dikarin bên nirxandin?
Guhertinên herî girîng di vê pêvajoyê de di warên lez û dijwariyê de têne dîtin. Qanûna nû ku di sala 2025’an de hatiye pejirandin, destnîşan dike ku dozên ku dikevin çarçoveya wê dê bi giranî li şaxên taybet yên Dadgehên Şoreşê bên dîtin. Weke din, sînorên demên prosedurî hatine kurtkirin û îhtîmala domandina girtinê ger ‘delîlên têr’ hebin heta dawiya darizandinê hatiye afirandin.
Li gorî rexnegiran, ev sazûmanî şiyana bersûcan ji bo parastineke bibandor, bi taybet di dozên ewlehiyê de, sînordar dikin û dikarin bibin sedema zûtir cezakirinê.
Dema ku ev bend li kêleka bendên Qanûna Cezayê ya Îranê yên ku di dema şer de cezayên giran pêşbînî dikin û atmosfera ewlehiyê ya ku piştî şer derketiye holê bên nirxandin, argumana ku sûcdariyên bi motîvasyonên siyasî xetereya zêdebûna cezayên zindanê yên pir dirêj an jî, di hin rewşan de, cezayê darvekirinê jî dihewîne, derdixin holê.
Li Rojhilatê Kurdistanê, ev meyl ji hêla hin çavdêran ve wek beşek ji nêzîkatiyek dadwerî ya berfirehtir tê dîtin, ne wekî dozên takekesî. Mînak, di sala 2024’an de, raporên hatin weşandin, nîşan didin çar girtiyên Kurd ên ku bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne, di gihîştina parêzerên serbixwe û mafê îtîrazek bi bandor de rastî sînorkirinên giran hatine.
Nirxandinên yasayî di vê çarçovê de nîşan didin ku pêvajoya ewlekarîkirinê ya piştî şer li Kurdistanê bûye sedema lezandina pêvajoyên dadwerî û cezayên giran. Tê gotin ku ev hişkbûna polîtîkayan li gorî herêmên din, ji ber cihê sînor ê herêmê, hesasiyetên siyasî û polîtîkayên ewlehiyê yên demdirêj, li Kurdistanê bêtir tê hîskirin.