Der barê Leyla Zana de doz hat vekirin

Di îdianameya der barê Parlamentera berê Leyla Zana de hat amadekirin de, xelatên ku ji saziyên navneteweyî wergirt, wek "sûc" hatin hesîbandin.

Enqere- Îdîanameya der barê parlamentera berê Leyla Zana de bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê” û "Ji dewletê di nava şer de xelat wergirtin" hat amadekirin, ji aliyê 27'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin.

Di îdianameyê de, axaftinên Leyla Zana yên dema parlementeriya wê û xelatên ku ji saziyên navneteweyî standiye, di çarvoya madeya 325-1 ya Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê ya, "Kesê ku bawernameyên akademîk an rûmet, sernav, nîşan û rutbeyên din ên fahrî an jî meaşê an jî feydeyên din ên aîde dewleta ku bi Tirkiyeyê re di nava şer de ye qebûl bike..." de sûc pêkaniye hat hesîbandin. Di îdianameyê de beşdarbûna bernameya biranînê ya Wekîlê DEP'ê yê berê Orhan Dogan û Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ê di sala 1991'an de hat qetilkirin jî, wek “sûc” hat nîşandan.

Yekemîn danişîna doza der barê Leyla Zana de hat kirin, dê di 7'ê Îlonê de bê dîtin.