Darizandina parlementer Adalet Kaya dîsa nehat rawestandin

Heyeta dadgehê ku tevî belgeyên ku îspat dike ku parlamentera HEDEP’ê Adalet Kaya hatiye hilbijartin jî darizînê ne rawestand, bi hinceta “qanûnçêkirinê asteng nake” daxwaza rakirina qedexeya çûyîn û hatina derve red kir.

Navenda Nûçeyan - Di serdema parlamentera Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) ya Amedê Adalet Kaya seroka Komeleya Jinan a Rosayê bû, bi iddiaya “endamtiya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. 8’emîn rûniştina dozê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin.

Belgeyên ku îsbat dikin ku ew wek parlementer hatiye hilbijartin gihişt

Adalet Kaya beşdarî rûniştina li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê nebû, parêzerên wê Gozde Engîn û Gazal Bayram Koluman amade bûn. Bi destpêkirina danişînê re serokê dadgehê, li gorî daxwaza rawestandina darizandinê ya di rûniştina berê de ku Adalet Kaya wek parlementer hat hilbijartin parve kir ku belgeyên ku ji Lijneya Hilbijartinê ya Parêzgeha Amedê û TBMM’ê hatine xwestin gihîştine.

Ji ber hinceta agahiyên kêm mutaala hat dayîn

Serokê dadgehê, diyar kir ku ji meclîsê agahî hatiye ku Adalet Kaya wek parlamenter hatiye hilbijartin, lê belê dozgeriyê piştre îfade kir ku ji bo vê agahiyê tu belgeyên zêde nehatine bidestxistin, dozgeriyê ji bo sererastkirina agahiyên der barê mijarê de biryara mutaalayê da.

Parêzeran parastina miwekîla xwe kirin û xwestin sepana qedexeya derketina derveyî welat a li ser parlamenter Adalet Kaya bê rakirin. Dadger ji bo darizandin bê sekinandin xwest dozger li ser dosyeyê bixebite û kêmasiyên wê temam bike. Dadger daxwaza rakirina qedexeya derketina derveyî ya li ser Adalet Kaya didome jî red kir û îdia kir ku ev qedexe li pêşiya xebatên qanûnçêkirina Adalet Kaya ne asteng in.

Rûniştina taloqî 4’ê Adara 2024’an hat kirin.