Darizandina Şebnem Korur Fincanci berdewam kir

Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci di duyemîn danişîna doza girtî tê darizandin de, derket pêşberî dadger.

Navenda Nûçeyan – Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî de der barê wê de kampanya lîncê hat destpêkirin û piştre hatibû girtin, derket pêşberî dadger.

Di daxuyaniya beriya danişînê hat dayîn de, hat xwestin ku Şebnem Korur Fîncanci bê berdan û zextên li ser TTB'ê bi dawî bibin. Hejmarek zêde siyasetmedar û rojnameger piştgirî dan Şebnem Korur Fîncanci. Beşek girîng a nûnerên ku beşdarî daxuyaniyê bûn, beşdarî danişînê jî bûn.

Şebnem Korur Fîncanci ji bo danişîna doza ku dê li 24'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê berdewam bike anîn salonê. Danişîn bi hatina heyeta dadgehê ya salonê re destpê kir. Dozger daxwaz kir Şebnem Korur Fîncanci bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” bi sinorên jor bê cezakirin û rewşa wê ya girtî berdewam bike. Daxwazên parêzeran hatin redkirin.

Şebnem Korur Fîncanci: Kê ji welatê kê derdixînin?

Şebnem Korur Fîncancî mafê axaftinê girt û ev tişt anî ziman: “Tişta ku ez dikim ne parastin lê îfade ye. Daxuyaniyên min kirin sûc nînin lê peywira min a hemwelatiyê û bijîştiyê ye. Mutalaaya dozger li dijî zanistê ye. Ji destpêkê ve em bi fermanan re rû bi rû ne. Fermana AKP’ê heye. Şirîkê wê yê biçûk jî dibêje ‘bila bêwelat bimîne.’ Hûn kê ji welatê kê derdixînin? Hemû kes dibîne bê ka heta niha kê bo vî welatî çiqas ked da ye. Demekî kin piştî axaftina min a di Medya Haberê de, MSB’ê daxuyanî da û got; ‘îftîra ye.’ Heke mirov bêyî lêkolînekê wiha bibêje, ev tê wê wateyê ku hûn derewan dikin. Weke ku di dinyayê de bersûca herî xetere bim nêzî min dibin. 

Min nirxandineke tibî kir. Min bi îdiaya ‘li ser navê rêxistinê çalakî kiriye’ sûcdar dikin. Gelo vegotina xwînîbûna pişikê çawa dibe propaganda? Divê li herêma navborî lêkolîn were kirin. Divê pispor û kesên di qada kîmyayê de dixebitin li wir lêkolînan bikin. Her wiha divê şandeyên serbixwe vê lêkolînê bikin. Bi hedefgirtin û girtina min dixwazin TTB’ê bigirin. Ev yek di vê sedsalê de şermeke mezin e. Li Tirkiyeyê saziya herî jêbawer TTB ye. Şirîkê biçûk ê îktîdarê dixwaze TTB were girtin. Lê hempîşeyên me em hilbijartin. Erdogan bi gotinên ‘endama rêxistinê ye’ ez hedef girtim. Heke ez ‘terorîst’ bim, gelo ez ji kîjan rêxistinê me? Ez vê pir mereq dikim. Ez ji Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) me yan ji komeleyeke din? Gelo heke serokkomar wiha bibêje ma dê daraz berevajî vê tevbigere. Lê çi bibe jî dê her tim li hemberî kesên sûcan dikim bim. 

Çi qewimî bû?

Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fincanci der barê îdiayên ku TSK'ê di operasyonên xwe de çekên kîmyewî bi kar aniye de wiha gotibû: "Divê di çarçoveya Peymana Cenevreyê û Peymana Minnesota ya ku bikaranîna kîmyewî qedexe dike de li herêmên ku ev îdia tên kirin lê bê kirin” û "divê heyetên serbixwe lêkolînên bi bandor bikin". Şebnem Korur Fîncancî ya hat hedef nîşandan tevî ku daxwaza îfade dayînê jî di 26’ê cotmehê de hatibû binçavkirin, di 27’ê Cotmehê de hatibû girtin, sewqî Enqereyê hat kirin û şandin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê. Li dijî biryara girtinê 582 parêzeran îtîraz kirin û dadgehê biryara "tedbîr bi pîvan e" dabû. Di pêvajoya lêgerîna malê de tiştên ku wekî "asta delîl" dihatin dîtin, beriya girtîname pêşkêşî medayay alîger hatiye kirin, nûçeyên sansasyonel hatine çêkirin û kampanyayên rêşkirine hatibû meşandin. Der barê Şebnem Korur Fîncanci de ji ber hinceta "propagandaya rêxistina terorê" bi daxwaza heta 7 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê îdianame hatibû amedekirin.