Danişîna 18 rojnamegeran hat taloqkirin

Di duyemîn danişîna 18 rojnamegerên ku li Amedê derbarê wan de doz hatibû vekirin de, qedexeya derve nehat rakirin û danişîn hat taloqkirin.

Amed-Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsan di 8’ê Hezîranê de bi ser gelek malên rojnamegeran de girtin. 18 rojnameger, di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin û di 16’ê hezîranê de bi îdaya "endamtiy rêxistinê" hatin girtin. Rojnameger 13 meh piştre di danişîna ewil de hatin berdan. Duyemîn danişîna dozê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. 

 Rojnamegerên negirtî tên darizandin û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Rêveberên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û  Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), hiqûqnasên endamên Clonney Foundatıon for Justıce (Weqfa Clooney a ji bo Geórgia Canura û Carolina Saad) jî di danişînê de amade bûn. 

Li ser 4 nûçeyên der barê rojnamegeran de îdianame hat amadekirin!

Omer Çelîk ku di danişînê de ewil parastina xwe kir, îdianameya doza ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Hezexê ve bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" hatibû vekirin ku bi dosyayê re hatibû yekirin hat xwendin . Omer di parastina xwe de diyar kir ku Çapemeniya Azad dengê civakê ye û got, “Çapemeniya Azad dengê civakê ye. Ev deng tê xwestin ku were tepisandin. Girtina me nîşaneya vê ye. Di ser berdana min re hefteyek derbas nebû îdianameya nû hat amadekirin. Me got ku pîşeya me rojnamegerî ye. Çima em di vê îdianameya duyemîn de tên sûcdarkirin?  ji 4 nûçeyên nûçeyên di îdianameya duyemîn de hatine amadekirin 3 ji nûçeyên der barê me rojnamegeran de hatine amadekirin in. Di van nûçeyan de navên hemû rojnamegeran hene. Lê tenê li min doz hatiye vekirin. Ji van nûçeyan derxistina sûcê 'endamtiya rêxistinê' windakirina demê ye. 15 sal in ez rojnamegeriyê dikim. Piştî îxbara kesekî ku di sala 2017'an de çûye emniyetê der barê 272 kesan de ji ber parvekirinên medyaya civakî lêpirsîn hat destpêkirin. Ev jî li vê dozê hatiye zêdekirin. Çend sal berê der barê Fermandarê Giştî yê Jendermeyan Musa Çîtîl de doz hat vekirin û em hemû hatin beraetkirin. Biryara beraetê hat dayîn, çima ev fezleke çima di dosyayê de cih digire? Em dixwazin ev yek li ber çavan bê girtin. Ne mimkûn e ku dadgeh tiştên ku min di vê îdianameyê de dîtiye nebîne. Divê ez li hemberî vê sûcdariyê xwe biparêzim. Ez biryarê ji dadgehê re dihêlim."

Daxwaza 'Divê qedexeya derketina dervê welat bê rakirin'

Piştre parêzer Resûl Temûr ku mafê parastinê jê re hatibû dayîn, rapora "Rapora Rojnamegerên Kurd" a ji aliyê PEN'a Norwêcê ve hatibû amadekirin pêşkêşî dadgehê kir. Resûl ku xwest ev raportdi çarçoveya parastinê de weke referans were bikaranîn, diyar kir ku hemû kesên di vê raporê de rojnameger in û ji bo nûçeyan divê ev rojnameger bikribin derkevin dervê welat û xwest qedexeya dervê welat a derbrê rojnamegeran de were rakirin. Resûl da zanîn ku dosyaya lêpirsînê bi materyalên dîjîtal ve hatiye nirxandin, pêvajoyên wekî wêneyan temam bûne, Resûl daxwaza paşvedayîna materyalên dîjîtal kir. Resûl got, “Raporên lêgerîna li Arî Yapîmê ku di navbera 8'ê Hezîran û 8'ê Tîrmehê de hatine kirin, di dosyayê de nehatine dîtin. Ez dixwazim bêjim ku divê ev bên xwestin û ne hewce ye ku şahidên li dere werin guhdarîkirin."

Parêzerê Omer Çelîk Fatîh Aydin ê ku di çarçoveya dosyaya hatiye yekirin de parastina  kir jî diyar kir ku ji ber nûçeyê dîsa derbarê muwekîlê wî de lêpirsîn hatiye vekirin. Fatîh biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê rojnameger Cemîl Ûgûr de a AYM'ê bi bîr xist û daxwaza beraetê kir.

Piştre jî rojnamegerên li salonê Mehmet Alî Ertaş, Mehmet Şahîn, Lezgîn Akdenîz, Serdar Altan, Elîf Ûngûr, Esmer Tunç, Rohat Bulut axivîn û gotin ku tiştekî ku li îfadeyên xwe yên berê zêde bikin tune ye.

Parêzerên rojnamegeran jî xwestin ku şertê kontrola edlî û qedexeya derketina dervê welat a derbarê rojnamgeran de bê rakirin.

Danişîn hat taloqkirin

Dadgehê piştî daxwazên parêzeran biryar da ku ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê rapora Arî Yapımê bê xwestin, heke muayene temam bibe malzemeyên dîjîtal paşve bên dayîn û daxwaza rakirina derketina dervê welat red kir. Dadghê danişîn taloqî 1'ê Sibata 2024'an kir.