Danaşîna parlementera HDP’ê Semra Guzel hat taloqkirin

Parêzeran bal kişand li ser biryara AYM ya der barê doza parlemetera HDP’ê Semra Guzel jê tê darazandin diyarkir ku idanameyek li gora usulan hatî amadekirin nîne û destûra bingehîn tê binpê kirin.

Enqere- Danaşîna duyem a doza Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel a ku di 3'ê Îlonê de ji ber lêpirsîna ku di sala 2017’an de hatibû destpêkirin  û hatibû girtin, li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Di danaşîna ku gelek parêzer beşdar bûn de, Semra Guzel xizmên xwe di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dabûn, beşdar nebû.

Daxwaza xistina dozê hate redkirin

Danaşîn bi xwendina hatina ewraqên nû yê dozê destpê kir, mafê axaftinê dan parêzeran. Parêzer bal kişand li ser biryara destûra bingehîn ya dadgehê AYM ya der barê hevseroka berê partiya Demoqratîk a Gelan Fîgen Yuksekdax û Parlementer Siri Sureya Onder û parêzer Senem Doganoglu û da zanîn ku mafê parêzebendiyê binpê dikin, feslekeyan amade dikin, vêya vedegirînin lêpirsînê û xwest ku doz were xistin.  Heyeta dagdehê daxwaza xistina dozê red kir û danaşîn berdewam kir.

‘Bila AYM biryara xwe ya berê berçavan derbaz bike’

Parêzer Arzu Eykem Kayaoglu bal kişand ser madeya 14 ya xala 83’an ya destûra bingehîn û wiha got: “Ew wêneyên ku weke delîl dane nîşandan ayidî beriya ku weke parlementer were hilbijatin e. Di lêpirsînê de heta Adara 2021’an ji Semsûrê bejdar bû. Der barê Enis Berberoglu, Leyla Guven, Mustafa Balbay, Omer Faruk Gergerlioglu dozên ku beriya weke parlementer werin hilbijartin hebûn. Heman kar û bar ji bo wan jî hatin kirin, AYM biryara ihlalê da. Enis Berberoglu li ruxmê ku bi sixorê siyasî dihat darazandin dadgehê biryara ihlalê da. Em daxwaz dikin ku AYM biryarên ku berê dane li ber çavan re derbaz bikin. Îdeanameyek ku li gora usulan hatî amadekirin nîne. Destûra bingehîn bi rêya dadgehan tê binpêkirin. Bêyî ku parêzbendiya Semra Guzel were rakirin, piştî ku weke parlementer hatî hilbijartin çima di dozê de pêşketin jiyan kirin, çima HTS qeyd li berçav derbaz kir? parêzer Arzû daxwaza berdana parlementerê kir.

‘Rastî linça siyasî hat’

Parêzer Sinem Coşkun da zanîn ku muwekulê wê rastî linça siyasî hatiye û wiha got: “Muwekulê min rastî linça siyasî hatiye, muwekula min di van rojê ku karesata erhejê tê jiyan kirin de, li şûna li girtîgehê bimîne, divê li gora pîşeya xwe di nava civakê de be.”  Daxwaz kir ku muwekula wê were berdan.

Danaşîn taloqî 28’ê Nîsanê hat kirin

Heyeta dadgehê biryar da ku girtina Semra Guzel berdewam bike, belgeyên serlêdanên Dadgeha Destûra Bingehîn radestî dadgehê bê kirin. Biryar hat dayîn di rûniştina were de Semra Guzel bi xwe parastina xwe bike û danaşîn taloqî 28’ê Nîsanê hat kirin.