Dadgeha Xerbî Muklla ya Yemenê der barê doza Merwa El-Beytî de biryar da

Navê Merwa El-Beytî carek din vegeriya ser malperên torên civakî li Yemenê. Piştî ku di 27'ê Kanûnê de Dadgeha Ceza ya Xerbî Muklla ya Yemenê biryara mehkûmkirina sûcdar Mihemed Husên El-Cefrî da û cezayê darvekirina wî bi gulereşandinê û dayîna tazmînatê ku bi hejmara 10 milyon riyalê Yemenî bide, hate ceza kirin.

 
NOOR SURİB
Yemen - Jina ciwan Merwa El-Beytî ya dayika du zarokane, ji bajarê Muklla yê girêdayî Hedramot ê ye, ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundiyê dihat û herî dawî jî 24’ê Kanûna 2020’an bi petrolê ew şewitand. Merwa di halê xwe yê şewitî de çend rojan li malê mabû, pişre hevjînê wê ew rakir nexweşxanê, ji ber ku texmîn dikir rewşa tenduristiya Merwa nebaşe û dê li ser bûyera bi serê wê hatî bêdeng bimîne. Merwa rewşa xwe bi malbata xwe re par kir û piştî 5 rojan ji ber birînên xwe yên giran ku ji sedî 80 bedena wê şewitîbû li Nexweşxaneya El-Rayyan a li herêma Muklla ya Yemenê jiyan xwe jidest. Her wiha sûcdar ji aliyê cihazên ewlehiyê yên li Hedremotê ve hate girtin û lêpirsînê despêkir. Li gorî qanûnê sucdar Mihemed Husên El-Cefrî ji bo dazgeriyê û dadgehê hat şandin. 
Sûc veguherî mijareke raya giştî û bû yek ji mijarên tundûtûjiya nav malê ku di tevahiya salên 2020 û 2021'an de rojev dagirtiye. Her wiha hiqûqnas û rêxistinên jinan li ser vê yekê nivîsandin û ev bûyer bi awayekî herî tund dihat şermezarkirin.
“Ez li hemberî bûyera Merwa matmayî mam”
Parêzvana Mafên Mirovan Safa Murad yek ji jinên ku di kampanyaya hevgirtinê ya berfireh a ku li Yemenê ji bo parêzvaniya Merwa El-Beytî hate lidarxistin de daxwaza dadgehkirin û cezadayina sûcdar kir û wiha got: "Ji kêliya despêkê dema ku min çîroka Merwa El-Beytî xwend ez matmayî û di nava şoqê de mam. Ev çi dil e û çi aqil e ku mirov jinekê bi şewatê bide kuştin û piştî ku vî sûcê hovane dike elîkariya wê nake jî. 27'ê Kanûnê piştî ku biryar hat dayîn dilê min hindekî rihet bû, ji ber ku sûcdar wê li gorî zagonê bê ceza kirin, ev biryara ku em bi mehane li bendê bûn. Bi dehan doz tên kêmkirin û paşguhkirin piraniya wan dozan jî mexdûrê wê jin in. Ez hêvîdarim ev doz bibe destpêka şiyarbûneke yasayî ji bo cezakirina hemû kesên ku tawanê li dijî jinan dikin."
Rojnameger Abîr Waked jî yek ji jinên di qada têkoşîna li dijî şîdeta zayendî de dixebite der barê biryar û doza Merwa El-Beytî de axivî û wiha got: "Dê û bav niha zorê didin ku giliyên keçên xwe cidî bigrin. Gelek keçên rastî zordestî û îstismara fizîkî hatine û gilêyên wê bi awayeke asayî têne dîtin hen. Hem jî neçarin ji bo zarokên xwe hemû zoriyên dibîne sebir û tehemul bikin, hem jî ji bo ku weke jineke berdayî neyê dîtin ji ber nerîna civakê jî vê li ser wan ferz dike û li hemberî şidetê bêdeng bimînin. Ji bo her kesê kêfxweş bikin her tişt dikeve ser milên jinan." 
Tê zanîn ku Yemen yek ji wan welatan e ku jin ji tundûtûjiya zêde êş dikşîne ji ber şerê berdewam, her wiha rapor diyar dikin ku tundûtûjiya li dijî jinan ji dema gurbûna şer di sala 2015'an de ji sedî 63'ê zêdetir bûye.