Dadgeha Bilind cezayê mamosteyê ku tecawizê 28 zarokan kiribû betal kir

Mahmut Aydin Koksar ê ku ji ber tecawiza li 28 xwendekaran li dibistana seretayî ya ku lê dixebitî ji aliyê Dadgeha Bilind ve 636 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, bi hinceta "6 raporên zarokan winda ne" dê careke din bê darizandin.

Navenda Nûçeyan- Mahmut Aydin Koksar ê ku  li navenda Kepez a Antalyayê li Dibistana seretayî beriya 6 salan bi hinceta ku destdirêjî li şagirtan kiriye hatibû girtin, li 6’emîn dadgeha cezayê giran ji ber sûcê li hemberî 27 zarokan “îstîsmara zayendî ya giran” pêk aniye bi giştî 621 sal cezayê girtîgehê lê birîn.

Mahmut Aydin Koksarê ku ji mamostetiyê hat avêtin di çarçoveya heman dosyayê de ji ber berî salekî destdirêjî li zarokek din kiribû 15 sal ceza hat birîn. Dosyaya dozê Mahmut Aydin Koksarê ku bi giştî 636 ceza lê hat birîn ji ber  dosyaya 6 zarokan kêm e ji îstînafê vegeriya. Doza bersûc Mahmut Aydin Koksar ji ber sûcê “îstîsmara zayendî ya giran” li hemberî 6 zarokan li 6’emîn dadgeha cezayê giran hê jî berdevam dike

9'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Cezayê Giran a ku dosya lê hat şandin, cezayên "îstîsmara zayendî ya giran" der barê 12 zarokan de hat dayîn betal kir. Biryara 6'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmê "ji ber bêhiqûqî û nebûna delîlên ku bandorê li biryarê bike" hat betalkirin. Wekî din, Dadgeha Bilind bi beşdarbûna dozê dayîna heqê parêzeran ji bo Komeleya Mamosteyên Saadetê ya Dijî Îstîsmara Zarokan neqanûnî dît.

Dosya ji 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê re hat vekirin û bi rûniştina dozê ya der barê 6 zarokan de berdewam dike. Mahmut Aydin Koksar dê dîsa derkeve pêşberî dadger.