Dadgeha Bilind biriyara daxistina cezayê Saba Kordafşarî da!

Dadgeha Bilind cezayê aktîvîsta Saba Kordafşarî ya li Îranê li hemberî hîcaba neçarî dixebitî û bi sucdariya “fuhuşê” hatî cezakirin daxist.

Navenda Nûçeyan – Saba Kordafşarî ku pêşengiya xebatên li hemberî hîcaba mecbûrî kiriye, ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve, bi madeya “hîcaba xwe rakirî, bê hîcab geriyayî û belavkirina fuhûşê” hatiye cezakirin. Ji aliyê parêzeran ve hat ragihandin ku Saba Kordafşarî ji ber cezayên ku di çarçoveya kampanyayê de lê hatî birîn wê di girtîgehê de bimîne.

Hat zanîn ku ji dozên cuda di derbarê Saba Kordafşarî de nêzî 20 salan cezayê hepsê hatiye xwestin.