Cezayê pereyê li Hatîce Kocalar a 75 salî ya ku axa xwe parast hat birîn

Hatîce Kocalar a 75 salî ya ku ji ber hişyarkirina rayedarên Avdan Madencilikê yên ku tevî biryara Meclîsa Dewletê ya li Taxa Denîzliyê ketibûn erdê wê bi sûcdariya 'derb' dihat darizandin, bi hinceta lêdana 2 peywirdarên fîrmayê hat cezakirin.

Navenda Nûçeyan - Danişîna doza Hatîce Kocalar a 75 salî ya ku bi hinceta li 2 peywirdarên fîrmayê bi hinceta ku hişyarî daye rayedarên Avdan Madencilîk ên ku tevî biryara Meclîsa Dewletê ya li Tavas a Denîzliyê ketine erdê wê hat vekirin, dewam kir. Danişîna duyemîn a dozê duh li Dadgeha Cezayê Asliye ya Tawasê hat dîtin. Gelek parêzer, xizmên Hatîce Kocalar, Qeymeqamê Avdan, Platforma Avdan, TMMOB Denîzlî ÎKK, Înîsiyatîfa Menderes a mezin û nûnerên partiyên siyasî beşdarî danişînê bûn. Rayedar û parêzerên şîrketê beşdarî danişînê nebûn.

'Min li axa xwe xwedî derket'

Hatîce Kocalar di danişînê de parastina xwe kir û got: "Min axa xwe parast. Yên axa xwe diparêzin nikarin werin sûcdarkirin. Min li tu kesî nexist, beraata xwe dixwazim." Dadgehê di encama kêmkirin û zêdekirinan de 2 hezar û 240 TL cezayê pere li Hatîce Kocalar ê cuda birî. Di daxuyaniya piştî danişînê de parêzerên Hatîce Kocalar diyar kirin ku ew ê dozê bibin Dadgeha Destûra Bingehîn.

'Pere pêşkêşî min kirin, min negirt'

Hatîce Kocalar li ber edliyeyê daxuyanî da û got: "Parastina zeviyê ne sûc e, qatilên daran in, tecawizkarê axê ne, ez netirsiyam, min dev jê berneda.Çente danî û xwestin pere bidin min ez nexapiyam û min negirt. Ez netirsiym natirsim jî. Ez serbilind im. Ji bo ku min axa xwe parast serfîraz im bi rûmet im û kêfxweşim.”