Cezayê pere dan Emîne Şenyaşar

Doza di derheqê Emîne Şenyaşar de bi hinceta heqaret li parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye hatibû vekirin bi encamp bû û cezayê pêre li Emîne hat birîn.

 
Riha - Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatin kuştin. Her wiha kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo ku kujer bên girtin û darizandin, dayika Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 343 roj in li ber deriyê Edliyeya Rihayê nobetê digirin. 
Di vê navberê de bi îdiaya “heqaret li karmendê cemaweriyê kiriye”, 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê derheqê Emîne Şenyaşar de doz vekiribû. Emîne Şenyaşar di 2’yê cotmeha 2020’an di danişîna sêyemîn a Fadil Şenyaşar de li ber Edliyeya Meletiyê wiha gotibû: “Ev Halîl (Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz) kesekî faîzxwer û dizîker e. Bila li pey dizîkeran û Halîl bikevin. Wê demê dê bibînin bê ka çend kes kuştine.” Derheqê vê axaftinê de jî doz hatibû vekirin.
6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê, cezayê 365 rojan ê pereyê edlî li Emîneyê birî. Dadgehê diyar kir ku ‘sûc’ bi aşkere hatiye kirin lewma jî cezayê 365 rojan derxist 425 rojan. Piştre jî dadgehê bi sedema ‘rewşa baş’ a Emîne Şenyaşar, ji 6 paran yek ê ceza daxist û cezayê pere yê edlî kir 354 roj. Dadgehê, înfaza cezayê Emîne Şenyaşar taloq kir.