Cezayê girtîgehê li hevşaredar Gulşen Ozer hate birîn

Li Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ bi giştî 15 sal cezayê girtîgehê lê birîn û biryar hat dayîn ku biryara kontrola edlî ya derbarê wê de bidome.

Amed - Li Hevşaredara Bismil a Amedê Gulşen Ozer ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin, bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ ye doz lê hatibû vekirin danaşîn bairyardanê li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Lê parêzerê wê Serhat Karaşîn di danaşînê de amade bû li dijî mutalayê parastina muwekula xwe kir û bi bîr xist ku ji ber muwekîla wî beşdarî 39 çalakî û xwepêşandanan bûye tê tawanbarkirin, her wiha da zanîn ku di mutalayê de di derbarê van çalakiyan de weke ‘endamtiya rmxistinê’ nirxandin xelet e.

‘Nûçe weke banga rêxistinê hatiye nirxandin’

Serhat Karaşan diyar kir ku muwekîla min wê demê Hevseroka HDP’a Amedê bû û ne bi nasnameya xwe ya şexsî lê weke rêvebera HDP’ê tev li van çalakî û xwepêşandanan bû. Rast nîne ku muwekîla min ji ber vê yekê were darizandin û got: “Muwekîla min bi heman wesfê rêvebera HDP’ê beşdarî çalakî û xwepêşandanên TJA’yê bûye. Ev çalakî û xwepêşandan li ber çapemeniyê hatine kirin. Mimkin nîne ku sûcê endamtiya rêxistinê li pêş çapemeniyê were kirin. Nûçeyên têkildarî çalakiyên muwekîla min tev li bûyî weke ‘bangawaziya rêxistinê’ û ‘endamtiya rêxistinê’ hatine nirxandin û ev yek li dijî asayiya jiyanê ye. Gelo çawa tenê bi nûçeyekê nirxandina ‘fermana rêxistinê’ tê kirin. Daxwaza beraeta muwekîla xwe dikim.” 

Bi sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ 2 caran cezayê girtîgehê’

Şandeya dadagehê ji ber Gulşen Ozer di dema 2016’an de dema hevseroka HDP’ a Amedê ji ber tevlibûna çalakiyên wê demê weke hêcet nişandan û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê û ji ber di sala 2018’an de tevlibûna çalakiyên TJA’yê jî bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da. Bi giştî 15 sal cezayê girtîgehê li Gulşen Ozer hate birîn. Dadgehê biryar da ku biryara kontrola tedbir a edlî ya Gulşen Ozer bidome.

 Derbarê Gulşen Ozer de di sala 2016’an de dema Hevseroka HDP’a Amedê bû û bi hêceta ku bejdarî 39 daxuyaniyên ku partiya wê û saziyên din organize kirin û di saal 2018’an de bejdarî çalakiyên ku TJA organize kirin bûye doz lê hatibû vekirin.