‘Bi Qanûna Ceza ya Filistînê re jin du caran tên kuştin!’

Parêzer Heba Samîr Hîjazî, bal kişand ku Qanûna Ceza ya Filistînê pêşî li tundiya li ser jinan nagire û wiha got: “Jin du caran tên kuştin. Dema jiyana xwe ji dest dîdin û ya duyemîn jî dema kuştina wan bi mebestên 'exlaqî' mafdar tê nîşandan.”

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Qanûna Ceza ya ku 87 sal berê li Filistînê hat amadekirin, ji bo sûcên li dijî jinan pêk tên cezayên têrker nayne û têkoşîna jinan a wekheviyê jî asteng dike. Parêzer Heba Samir Hîjazî, diyar kir ku Qanûna Ceza ya Filistînê ya di sala 1936'an de derketiye, ji pêşketinên civakî û çareserkirina pirsgirêkên jinan dûr e.

‘Qanûna ceza bi rastiya heyî re ne lihevhatî ye’

Heba Samîr Hîjazî, destnîşan kir ku qanûna ceza ya mijara gotinê rê li ber cîbicîkirina wekheviyê, misogerkirina edaletê digre û gihandina jinan a mafên wan asteng dike. Heba Samîr Hîjazî da zanîn ku qanûna mijarên heyî yên wek tundiya dîjîtal pêk nayne, ji bo jinan metirsiyên wek cihêkarî, tundî û bêedaletiyê bi xwe re tîne û wiha got:

“Pirsgirêkên rojane ku jinên Filistînî wek tundiya nava malê, tacîza zayendî û şantajê rû bi rû tên tên paşguhkirin. Qanûna Ceza ya Filistînê bi rastiya heyî re ne lihevhatî ye, di mijarên wekhevî û mafên jinan de hîn metnên alîgir hene. Qanûna Ceza ya Filistînê ya berê ji bo mexdûrên tundiyê parastinek têrker misoger nake û sûcdaran bi awayê ku heq dikin ceza nake. Bi taybetî di bûyerên êrîşa zayendî û her cure bûyerên tundiyê de divê çarçoveya cezayan bê berfirehkirin û mekanîzma bên xurtkirin.”

'Divê hukmên cihêkar werin guhertin’

Heba Samîr Hîjazî diyar kir ku dixwazin xalên cihêkar ên di qanûna ceza ya Filistînê de bên guhertin û wiha axivî: "Divê mafên jinan bi awayekî yasayî bên xurtkirin, ji jinan re parastina bi tevahî bê misogerkirin. Di hemû qadên jiyanê de wekheviya zayendî hebe divê tevlibûna jinan a mekanîzmayên biryargirtinê bên misogerkirin û di amadekirina qanûnan de jin jî cih bigrin. Divê jin tevli pêvajoya amadekirina qanûnan bibin."

'Madeya 18'an dibe sedema zêdebûna rêjeya tundiyê’

Heba Samîr Hîjazî, madeya 18’an ya qanûna veza ya Filistînê ya di sala 1936'an de wek mînak nîşan da û wiha got: "Li gorî madeya 18'an ger kiryar di bin navê 'namûsê' de cînayetê pêk bîne yan jî tundiyê bike, nayê cezakirin. Ev jî dibe sedem ku rêjeya kuştin û tundiya li dijî jin û zarokên keç zêde bibe. Li gorî madeya 18'an di cînayetên 'namûsê' de daraz li kêleka mêran e, heta 7 mehan cezayê hepsê yê sivik tê dayîn. Dîsa li gorî heman madeyê, ger cînayetek bê pêkanîn di rewşa “pereyê xwînê” de ji malbata jina ku hatiye qetilkirin re bê dayîn kiryar tê berdan. Di piraniya bûyerên cînayetan de kiryar cezayê ku heq dikin nagirin, doz di navbera her du malbatan de bi vexwarina fîncanek qehwey bi dawî dibe.”

'Em hêvî dikin qanûnek adilane bê derxistin’

Heba Samir Hîjazî, da zanîn ew hêvî dikin li Şerîda Xezayê û Şerîda Rojava qanûnek ceza ya adilane bê derxistin û pêşniyarên xwe wiha rêz kir: “Divê bi qanûna ku were derxistin re, divê pêvajoya şopandina bûyerên tundiyê yên li dijî jin û zarokên keç bê pêşxistin. Lêpirsînên cezayî di nav de mekanîzmayên edlî de bên aktîfkirin. Divê derbasdariya dozan û pêkanîna edaletê bê misogerkirin. Divê metnên qanûnî yên ku musamaha nîşanî kiryaran dide bên rakirin.”

'Ji bo pêşîgirtina tundiyê divê qanûnên ceza bên guhertin'

Heba Samîr Hîjazî, da zanîn ji bo di dozên cezayan de misogerkirina edaletê rast pêk were, metnên dozên qetilkirina jinan birêkûpêk dikin werin lêkolînkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Ji bo pêşîgirtina tundiyê divê qanûnên ceza bên guhertin û madeyên heyî bên lêkolînkirin, diyarkirin. Dema em li çîrokên jinên hatine qetilkirin dinêrin, dibînin kiryar ji bo sûcên xwe veşêrin û ji cezakirinê xilas bibin, xwe dispêrin hinceta ‘namûsê.’ Di darizandinên tên kirin de lêkolîna cihê sûc û lêkolîna tiba edlî nayê kirin. Mexdûr du caran tên kuştin. Ya yekem dema jiyana xwe ji dest dîdin û ya duyemîn jî dema kuştina wan bi mebestên 'exlaqî' mafdar tê nîşandan an jî di rewşa bi dayîna pereyên xwînê çareserkirina dozê de.”