Bêyî mafên jinan aştî, bêyî pêşketina civakê jî wekhevî nabe

Lêkolîner Nozha Sadiq diyar kir ku xebatên rêxistinên civaka sivîl li ser asta xwecihî û herêmî bûye pêwîstiyeke hebûnî ji bo dirustkirina diyalogê di navbera civakan de û di pêkanîna wê de jin dibe bingehek.

HENAN HARIT
Mexrib- Ji bo jin karibin di pêvajoyên aştiyê de rola xwe bilîzin, lêkolîner û endama damezrîner a komeleya Jin ji bo Pirdengî û Aştiyê ku navenda wê li Rebatê ye, Nozha Sadiq di aliyê jin, cihêrengî û aştiyê de dixebite, di 1’ê Mijdarê de dest bi pêngava cîhanî bi sernavê Jin û jiyana hevbeş kir. Armanc qebûlkirina her mirovî ye her çendî ku prensîb, referans, çand, reng û baweriya xwe çi be.
Der barê rola ku dibe jin di pêvajoya aştiyê û bidestxistina jiyana hevbeş de bilîze û çawa civaka sivîl li Mexribê dixwaze tevkariyê li guhertinan bike û piştgiriya jinan bike da ku beşdarî pêvajoyên aştiyê bibin me bi Nozha Sadiq re hevdîtîn pêk anî û bersîva pirsên ajansa me da.
We însiyatîfeke cîhanî ya bi navê jin û jiyana hevbeş da destpêkirin. Çima ev pêngav û armancên wê çi ne?
Înîsiyatîfa jin û jiyana hevbeş komek ji çalakiyan e ku ji bo di qada dîjîtal de werin weşandin. Bi riya wê em hewl didin rola bingehîn a jinan di pêvajoya aştî û jiyana hevbeş de ronî bikin her wiha yên ku prensîb, reng û baweriya wan çi be jî qebûl bikin. Di heman demê de armanca me ji însiyatîfê parvekirina çîrokên mirovî yên jinan e û em hewl didin hemû riyên dîjîtal ên berdest bi kar bînin da ku ragihînin ku têgeha sînor di prestîja cîhana dîjîtal de û li ber îradeya civaka sivîl êdî cuda ye. Ev yek her çendî nepenî be jî daxwaza çêkirina peymanên nû yên sînoran dike, di cîhanek ku çarçoveya epîdemîolojîk û dîrokî de ev hewcedarî îsbat kir. Li aliyê din em teqez dikin ku xebatên rêxistinên civaka sivîl li ser asta herêmî û xwecihî bûye pêdiviyeke hebûnî ji bo avakirina diyalogê di navbera civakan de û ji bo pêkanîna wê jin bibe hêmana bingehîn.
Di vê demê de destpêkirina vê însiyatîfê tesaduf e, yan hin têgînên wê hene?
Destpêkirina însiyatîfê di du waran de tê, ya yekem xebatên rêxistinên jinan e, ku armanca wê ronîkirina rola jinan û belavkirina çanda wekheviyê ye, weke du alîkarên sereke yên pêvajoya aştî û jiyana hevbeşe û pirojeyên ku di bin çavdêriya IFA ku ew jî rêxistina navbeynkar ya herî kevin a Almanyayê ya ji bo têkiliyên çandî yên navneteweyî, bihevrejiyana aştiyane ya di navbera gel û çandên li çaraliyê cîhanê de pêş dixe. Xebata rêxistina Jin ji bo Pirdengî û Aştiyê, rêxistina Mexribî ya ku li ser pirsgirêkên jinan dixebite, ewe belavkirina çanda wekheviyê û piştgiriya jina Mexribî. Di çarçoveya duyemîn de, ew çarçoweya tenduristiyê ya korona ye ku banga karanîna hemû rêyên dîjîtal, ji wêneyê bigire heya portalên medyaya nû, ji bo piştgirîkirina jinan dike.
 Li gorî we, civaka sivîl li Mexribê çawa piştgirî dide jinan ku beşdarî pêvajoyên aştiyê bibin?
Civaka sivîl ne tenê ew civake ku sazî û rêxistinên wê bi awayekî serbixwe ava bûne û her cure çalakiyên xwebexş bi rêya endamên wê, berjewendî, nirx û armancên xwe yên hevpar bidest dixin. Berevajî vê, ew cîheke ji bo îfadekirina hewcedariyên komê, an derxistina ramanên nû û pratîkên agahdar ên ku hewil didin dadmendiyê biparêzin bi ronîkirina girîngiya hemû endamên civakê di afirandina çarçoveyek saxlem de. Hin komele hene jin bi awayekî raste rast rêve dibin da ku guhertinê pêk bînin û piştgiriya jinan bikin, çi li dijî tundiya zayendî be, hem jî bi rêya bernameyên bilindkirina hişyariyê yên ku perdeya li ser bêdengiyê radike. Her wiha çanda ku bê wekhevî aştî nabe, bêyî mafên jinan pêşketina civakan pêk nayê saz dike. Aştiya îro êdî ne tenê nebûna şer îfade dike lê ew di hemû astan de di biryarên aştî û ewlehiyê de wek pêşengiya bingehîn ya mafên jinane.
Gelo jin dikarin tevkariyek ji ya mêr cuda ya çawa pêşkêş bikin? 
Dema em behsa rola sereke ya jinan di pêvajoya aştiyê de dikin, em rola mêran jî ji holê ranakin lê ronîkirina me ya li ser jinan vedigere rastiyên dîrokî, civakî û sembolîk. Di civakên me yên îroyîn de, jin ji hêla dîrok û rastiyê ve hîn jî têgehek bi bandor e di çandê de, yan jî wekî mirovek ku êşa cudakarî, cihêkarî û gumanbariya zêde der barê hebûna xwe de wekî mirovek serbixwe ne dikşîne. Bi saya van rastiyan û anatomiya civakê ya ku di hin rewşan de bi awayekî sîstematîk, an jî bi kêmanî toleransê normalîzekirina bi wê re û bi asîmîlasyona wê re weke çandeke berfireh xuya dike, jin dikarin weke endamên civakê di danîna stratejiyan û avêtina gavan de ji bo pêşketina aborî û civakî ji bo hemû gelên cîhanê li her derê roleke bingehîn bilîzin ger ew mafên xwe yên tevahî bê cudahî û îstîsna garantî bikin.
Komele ji bo pêşxistina rola jinan di avakirina aştiya civakê de çi pêşkêş dike?
Komeleya Jin ji bo Pirdengî û Aştiyê bi bername û projeyên xwe yên curbecur hewl dide piştgiriya jinan bike û çanda aştiyê belav bike, ya yekem projeya wê bû ku di sala 2019’an de dest pê kir. Ji destpêka damezrandina komeleyê ve di sala 2018 de, em li ser têgehên bingehîn disekinin wek ku heke perwerde bandorê li kesan bike, wê demê wekheviya zayendî û bihêzkirina jinan bandorê li gelan dike û aştiyê di pergalên wan de saz dike. Avakirina aştiyê bêyî bihêzkirina jinan bê wate ye, ji ber ku ew avahîsaziya guhertin û avakirina civakên aştiyane ne ku ji her cure nakokiyan dûr dikevin.
Bi nêrîna we dê beşdarbûna jinan ji bo başkirina pêvajoya aştiyê roleke çawa bilîze?
Ji bo pêşxistina aştiyê jin bi civakbûn, ragihandin û perwerdeyê dikarin roleke bingehîn bilîzin. Mînaka ku li cîhanê tê şopandin jî jina Mexribê ye. Çarçoveya Mexribê cihêrengiya olî û etnîkî dizane. Her wiha jinên Mexribî, bêyî ku li gorî referansên xwe bin, bi referansên şaristanî yên welat û bi hezaran sal berê dikaribûn piştrast bikin ku cihêrengî û perwerde bingeha bihevrejiyan û qebûlkirina yên din e û bi vî awayî avakirina aştiyê ye. Ev destkeftiya şaristaniyê ya Mexribê referanseke erênî ye lê temamkirina wê ya îro, ji bo ku ev model bidome, daxwaza pêşvebirina mafên jinan dike.
Li ser asta navneteweyî, rastî û hejmarên herî dawî yên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve di navbera salên 2009-2019’an de hatine weşandin, piştrast dikin ku rola jinan di aştiyê de pirtir li pêş e. Mînak ji 10 pêvajoyên aştiyê 7 jê jin tevli nebûne. Her wiha di deh salan de tenê ji sedî 6’an ji jinan di pêvajoyên mezin ên aştiyê de navbeynkar û îmzekar bûn. 
Însiyatîfa bi hevkariya hevkarên ji derveyî Mexribê hat destpêkirin, ji bo bihêzkirina jinan û pêşxistina rola wan a di warê aştiyê de dê hevkariyên çawa werin kirin?
Însiyatîfa jin û jiyana hevbeş di encama hevkariya rêxistina Koltorton a Alman û jinên Mexribê yên ji bo pirdengî û aştiyê, bi piştgiriya rêxistina IFA ye. Girîngiya hevkariyê di pevguhertina ezmûnan de di navbera her du rêxistinan de di warê jin, medya, pirdengî û aştiyê de xuya dike. Her wiha veberhênana hevkariyê jî di çêkirin û belavkirina vîdeoyan de ji bo gihandina peyam û ramanên ku rola jinan û aşitiyê pêş dixe û tekezî li ser girîngiya wekhevî û mêraniya erênî di bidestxistina civakên aram û saxlem de dike, nîşan dide.”
Weke endama damezrîner a komeleya Jin ji bo Pirdengî û Aştiyê ku însiyatîfê dipejirîne, hûn dikarin  behsa armancên komeleyê ji me re bikin?
Komeleya Jin ji bo Pirdengî û Aştiyê, komeleyek berjewendiya giştî ya ku di warê jin û keçan de bi giranî li ser jin û medya, jin û pirdengî û aştî, jin û tundûtûjiyê kar dike, ji bo ku di navbera hemû pêkhateyên çandî yên civakê yên herêmî û navneteweyî de avhewaya danûstandinê çêbike û ew jî bi  rêya organîzekirina çalakiyên cihêreng di navbera civîn, konferans, atolye, kursên perwerdeyê, pêşangehan û hwd. Her wiha armanc ew e ku di medyayê de wekheviya zayendî bi pêş bixe û di medyayê de îmajeke erênî ya jinan ragihîne bi sêwirandina bernameyên perwerdeyê, belavokên agahdar, reklamên danasînê, belgefîlm, anket û hwd. Di heman demê de hewl dide ku diyaloga di navbera jinên li çar aliyên cîhanê de bi pêş bixe da ku asoyên pirreng û cihêreng veke, ji çanda eslê xwe sûd werbigire û ciwanan teşwîq bike ku bi perwerdeya jinan bigihîjin aştiya domdar. 
 Ji ber ku rêxistin ji nêz ve bi jin û keçan re kar dike, hûn rewşa niha ya jinan li Mexribê çawa dinirxînin û li gorî we heta çi radeyê pandemiya koronayê bandorê li wan kiriye?
Her çendî çarçoveya Mexribê ji kodê malbatê heya destûra bingehîn ya 2011’an guhertinên girîng di der barê pirsgirêkên jinan de nas kiriye û ew ji rolên marjînalbûyî derbasî pêşengiyê di hin warên bingehîn de bûye lê belê, rewşa jinan li Mexribê hê jî hewcedarê stratejiyên hûrgulî û aktîf e, bi taybetî li ser tundiya li ser jinan. Her wiha rewşa niha ya rêxistinên civaka sivîl û hemû saziyên civakê daxwaz dike ku şêwazek nû were afirandin ku tê de jin bibe hêmanek çalak û hemwelatiyek xwedî hemû mafên xwe dûrî cudakariyê. Bi dîtina min nexweşiya koronayê ne tenê bandor li ser rewşa jinan kiriye, lê tiştên ku nayên axaftin û xeletiyên civakê jî derxistiye holê. Ev yek bi karantîna malê ve nayê girêdan, lê belê ev vedigere çand û semboleke ku jinê weke hebûneke netemam dihesibîne ku mafê aliyê din heye wê îstîsmar bike.”
Peyama ku hûn dixwazin ji jinên Fasê û civakê re bişînin çi ye?
Ez ji jinan re dibêjim bila baweriya wan bi wan were, nemaze di ronahiya pandemiyê de û nehêlin ku tu faktorên derveyî hebûna wan kêm bikin û ez jî wan vedixwînim ku beşdarî afirandina fezayeke ku tê de nifş bi rengek saxlem werin mezinkirin bibin ku her du zayendan garantî dike. 
Ez ji civaka Mexribê re dibêjim, em hemû dizanin ku jinên Mexribê, ji Zeyneb El-Nafzaouia bigire heya El-Sayida El-Hurra, heya dayikên me di vejîna civakên kevnar û nûjen de û perwerdekirina nifşan de rolek girîng lîstine. Ji ber vê deriyan li pêş wan negirin. Jixwe wan berê rola xwe û kapasîteya xwe ya ji bo guhertina civakan bi erênî, girîngî û israra xwe ya li ser rawestana li kêleka mêran nîşan dane, di wê baweriyê de ne ku hêza rast ew.”