Berîtan Canozer ji ber parvekirinên kesek din hat cezakirin!

Rojnameger Berîtan Canozer, ji ber parvekirinên medyaya dîjîtal ya rojnameger Bêrîtan Sarya ya li Rojavayê, cezayê hepsê girt.

Navenda Nûçeyan- Di 4’emîn danişîna doza ku der barê Nûçegihana JINNEWS’ê Berîtan Canozer de bi îdiaya “Bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê kirine” hat vekirin de, biryar derket.

Daneşîna ku dli 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin, ji aliyê Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firtatê, Komeleya Xebatkarên Medya û Hiqûqê (MLSA), P24, Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) û gelek rojnamegeran ve hat şopandin.

Ne hesaba wê ye

Parêzer Resûl Temûr jî da zanîn ku 4 hesabên medyaya civakî hene ku tê îdiakirin ên Bêrîtan Canozer in û ev tişt anî ziman: “Ji van hesaban 3 jê yên miwekîla min nînin. Em nizanin bê ka dozger ji bo parvekirinên kîjan hesabê daxwaza cezakirinê dike. Lewma jî em ê îdianameyê esas bigirin û wisa parastina xwe bikin. Miwekîla min jixwe parvekirinên li ser hesaba xwe qebûl dike. Hesaba bi navê ‘beritansarya’ ya miwekîla min nîne. Xwediya vê hesabê li ser hesaba xwe jî ragihand ku ew hesab a miwekîla min nîne. “ Bi domdarî Resûl Temûr diyar kir ku parvekirinên miwekîla wî di navbera salên 2014-2015’an de hatine kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê demê parvekirinên têkildarî PYD’ê û hêzên girêdayî wê sûc nebûn.”

Dadgeh ceza da

Dadgehê, ji ber parvekirinên li ser hesaba ku Berîtan Canozer dibêje ew bikartîne salek û 10 meh û 15 roj, ji ber parvekirinên li ser hesaba bi navê “berîtansarya” ku dibêje ya wê nîne jî salek û 3 meh cezayê hefsê lê hat birîn.