Banga ji bo jinên Cezayîrê: Divê em sendîkayên serbixwe avabikin

Fatma Oussedik û Someya Salihi balkişandin ser zoriyên jinên Cezayîrê di nava kar de dibînin, ji bo avakirina sendîkayên serbixwe û wekheviyê bang li hemû jinan kirin.

NECVA RAHİM

Cezayîr –  Sendîkavan û Seroka Komîteya Jinên Karker Someya Salihi têkildarî mafê jinên karker nirxandin kir. Someya Salihi da zanîn ku gelek çîrokên 1’ê Gulanê hene û da zanîn ku îsal jî ji bo daxwazên xwe yên weke kêmkirina saetên kar karker li qadan bûn. Someya Salihi têkildarî zagonên Cezayîrê yên têkildarî kar û îstatîstîkên têkildarî hiquqa kar ev agahî da: “Jinên zanîngehan dixwînin ji sedî 60 derecên baş digirin, lê piştî zanîngehê karê ne li gorî kêrhatinên wan didin wan. Piranî mêr di pozisyona biriyardayînê de cîh digirin. Hem di asta rêveberiyê de hem jî karên diyar mêr dikin. Jinan bi karên dinê yên berdestan mijul dikin û ji navendên biriyardanê dur digirin.”

“Şêwaza xebatê ya bi hişmendiya paşveru serdeste” 

Civaknas û aktîvîsta feminist Fatima Oussedik jî got: “Kovara SIDAF têkildarî mijara wekheviyê nivîsek weşand. Li gorî wê nivîsê ji sedî 60 jinên zanîngehê dixînin bi derecên serkeftî xwendina xwe diqedînin. Li gorî nivîsê ji sala 1956’an heya 2022’an bi vî awayî dewam kiriye û serkeftinên jinan ên di navbera van salan de hatin pesinandin. Ji ber nêrîna paşveru ya li xebatê jinan femînîzim lewaz maye.”

“Divê em meşa xwe ya serkeftinê temam bikin”

Fatma Oussedik bilêv kir ku ji sedî 60 jin di karê paqijiyê û atolyên taybet de bê ewlehî dixebitin, ev jî weke mêtîngeriya kedê binavkir û got: “Ji bo em meşa xwe ya serkeftinê temam bikin pêdivî bi têkoşînek domdar heye. Divê em sendîkayên serbixwe avabikin û wekheviyê hedef bigirin.”