Aysel Tugluk dê 3 hefteyan di bin çavdêriyê de be

Girtiya nexweş a ji doza kobanê tê darezandin Aysel Tugluk dê 3 hefteyan di bin çavdêriya ATK yê de bê girtin.

Navenda Nûçeyan - Bi destpêkirina êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê, 6-8’ê cotmeha 2014’an gel daketibû qadan. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de, bi giştî derheqê 108 kesan de bi hinceta çalakiyên Kobanê doz hatibû vekirin. 9’emîn dirûşma Doza Kobanê îro dest pê kir. Danişîna dozê ku ji hêla 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê pêk hat. Siyasetmedarên ku li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin li eywana konferansê amade bûn û siyasetmedarên ku li girtîgehên cuda dimînin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. 
Danişîn bi tespîta nasnameyê dest pê kir û daxwazname û ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin hatin xwendin. Di danişînê de hat ragihandin ku siyasetmedar Aysel Tugluk ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dê 3 hefteyan di bin çavdêriya ATK’ê de bimîne.