Şîdeta medyayê û karê malê di lîsteya Fe-Male ya kampanyaya 16 rojan de ye

Bi nêzîkbûna destpêkirina kampanyaya 16 rojan a li dijî tundiya zayendî, gelek rêxistin û komeleyên jinan ji bo piştgirîdayîna jinan û pirsgirêkên wan bi rê û rêbazên cuda û bi gelek bername û projeyan dixebitin. Komeleya Fe-Male îsal hilbijart ku tiştê du sal berê dabû destpêkirin bi riya kampanyaya "tundiya bi riya dîjîtal" berdewam bike û ronî bide ser karên malê ku tenê li ser milên jinan tê hiştin.

CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- Endama damezrîner û rêvebera bername û projeyên Komeleya Fe-Male Heyat Merşed destnîşan kir ku tundiya bi riya dîjîtal û karên malê dê di serê lîsteya Fe-Male ya 16 rojên kampanyaya li dijî tundiya zayendî de cih bigre.
Kampanyaya şazdeh rojan a cîhanî yek ji kampanyayên herî demdirêj, li cîhanê tê hesibandin ku her sal ji 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî dest pê dike û heta 10’ê Kanûnê Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan berdewam dike.
Gelek rêxistin û komeleyên mafên mirovan û femînîst tevkariyê di pêşvebirina kampanyaya ku piştgirî dide nirxên femînîst û prensîbên mafên mirovan her wiha ronî dibe ser rola jinan û ji bo bidestxistina wekheviya zayendî di nava hewldanan de ye. 
“Em riyên afirîner ji bo parastina pirsgirêkên jinan ava dikin"
Rojnamevan, aktîvîsta femînîst, endama damezrîner û rêvebera bername û projeyên Komeleya Jinan Heyat Merşed dibêje: "Komele û rêxistinên jinan ên ku li Lubnanê hene, hejmara wan êdî hatiye qebûlkirin û ev jî delîleke ku her ev komele zêde dibin, ewqas jî piştgirî ji jinan re zêdetir dibe."
Der barê tişta ku komeleyê ji yên din cuda dike û mijarên ku ew li ser xebitîne de, Heyat Merşed wiha didomîne: "Tiştê ku Komeleya Fe-Male, ji komele û rêxistinên jinan li Lubnanê cuda dike, bi giranî çend hêman in, ên herî diyar ew e ku ew rêgezên bi hemû awayên nûjen tên pejirandin digre ber çavan, çi bi riya amûrên medyaya dîjîtal û çêkirina riyên afirîner û nûjen ji bo parastina pirsgirêkên jinan. Ji ber vê yekê em xwe dispêrin xebatên xwe yên li ser medyaya civakî, ji ber ku awayê destpêkirina kampanyayan nûjentir e û amûrên nû bikar tine."
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Fe-Male" li herêmên cuda yên Lubnanê heye. Em rêxistineke bingehîn in ku kesên dilxwaz û endaman ji herêmên curbecur, heta yên herî biçûk jî ku ji paytexta Beyrûdê dûr in, dihewîne. Ya herî girîng jî em piştgiriyê didin hemû kampanya û xebatên rêxistin û komeleyên din ên jinan. Her wiha em bi riya platformên medyaya civakî jî piştgiriyê didin dozên femînîst ên din û em tenê bi yek an du mijaran re sînordar nabin û karê kesê dubare nakin, berovajî vê yekê em piştgiriyê didin hemû hewldanên rêxistinên din."
“Fe-Male di kampanyayên xwe de xwe dispêre gelek faktoran" 
Heyat Merşed diyar kir ku di nava xebatên Fe-Male de pêşaniyên ku ew hildibijêrin li ser gelek faktoran e û wiha got: "Ya yekem, mijara ku em radigihînin divê xwedî pêwîstiyeke taybet be. Duyemîn divê ev mijar nû be û berê tu kesî behsa wê nekiribe, wekî nimûne, pirsgirêka tundûtûjiya bi riya dîjîtal cara yekem me li Lubnanê me anî ziman. Em bûn kesên ku pêşî li şîdeta dîjîtal a li dijî jin û keçan girtin û em hê jî vê dosyayê temam dikin. Di heman demê de em yekem rêxistina jinan bûn ku dengê xwe bilind kir û bi axaftinek zelal li ser pirsgirêka regilê ku tabû ye û ji hêla gelek komeleyên jinan ve tê veşartin, tevî girîngiya wê rawestiyan. 
"Sînordarkirina jinan bi karên malê ve cureyeke tundiyê ye"
Heyat Merşed balê dikşîne ku yek ji mijarên Fe-Male bi salan li ser xebitiye, pirsgirêka karkerên malê yên koçberan bû ku ew bi giranî ji kar û ji civata jinan dûr in û got: "Ji ber ku komele sînordarkirina rolên nava malê tenê ji bo jinan wekî cureyek tundûtûjiyê li ser wan dihesibîne û teşwîqê  berdewamkirina tundûtûjiyê li ser wan dike, kampanyaya me ya îsal dê giraniyê bide ser karên malê û dê ji çend aliyan ve wê ronî bike. Em ê bi giştî behsa karên malê bikin ka çawa bi salan karên malê tenê bi jinan hatiye sînorkirin û çawa ev kar bûye erk û rola wan û di berdêla wê de zilam ji vê rolê dûr ketine. Her wiha jin çawa di çarçoveya taybet de hatine sînordarkirin û mêr derketin qada giştî û rolên xwe di warên aborî, siyasî û civakî de lîstine. Di heman demê de dê aliyek bi jinên ku karê malê dikin piraniya wan koçber in ve girêdayî be. Di van demên dawî de karkerên jin ên Lubnanî, Filistînî û Sûriyeyê hene û heta îro kedkarên malê ji Qanûna Kar a Lubnanê hatine dûrxistin. Ya girîngtir jî ew e ku ev kampanya wê di qada herêmî de cih bigre, ji ber ku sîstema kafala, cudakarî û nêrîna baviksalarî li ser jinan û karên malê di çend welatên Ereb de hevpar e."
Li ser awayê xebata xwe de jî ev yek da diyarkirin: "Em ê jî bi riya malpera "Hevkar e lê" çend mijarên cuda çareser bikin û bêguman mijara sereke ya kampanyaya 16 rojan mijara tundûtûjiya bi riya dîjîtal e û wiha domand: "Em li ser şîdeta dîjîtal gelek xebitîn û em ê hewl bidin di vê mijarê de malzemeyên hişyariyê ji nû ve biweşînin. Heyat Merşed piştrast dike ku di "Fe-Male" de ew ne li benda bûyerên cîhanî yên wekî kampanyaya 16 rojan an jî roja cîhanî ya jinan ji bo ronîkirina pirsgirêkên jinan in lê belê ew di tevahiya salê de kar dikin lê bi van boneyan dengê xwe bilind dikin.
"Şîdeta bi riya dîjîtal di lîsteya kampanyaya 16 rojan de ye"
Heyat Merşed amaje bi wê yekê jî dike ku Fe-Male di heyama du salên borî de li ser tundûtûjiya bi riya dîjîtal kar kiriye û îsal jî dê kar li ser berdewam bike di çarçoveya kampanyaya 16 rojan de ku dê piştî çend rojan dest pê bike û di pêşerojê de jî kar li ser bike. Wê bal kişand ku komele dê xwe bispêre medyaya civakî û naveroka dîjîtal ji bo danasîna mijara kampanyayê.
Ew teqez dike ku gihîştina mirovan bi riya medyaya civakî li gorî rêbazên kevneşopî riya herî bi lez e û wiha domand: "Ger ez biryar bidim kampanyayek hişyariyê bikim û plansaziyek çêbikim ku ez li herêman bigerim û bigihîjim kategoriyên cihê, ew ê ji platformên medyaya civakî pirtir dem û çavkaniyan ji min re hewce bike."
“Piştî belavbûna vîrusa koronayê girêdana bi medyaya dîjîtal ve zêdetir bûye”
Her wiha bal kişand ku girêdana bi medyaya dîjîtal û medyaya civakî ji berê zêdetir bûye, nemaze piştî belavbûna nexweşiya koronayê û got: “Bi vî rengî em dikarin bi navgîniya malperên tora civakî zûtir bigihîjin kategoriyên bilind. Em ji van amûran sûd digrin da ku peyama xwe zûtir û berfirehtir ragihînin lê ev nayê wê wateyê ku karê "Fe-Male" tenê bi Înternetê re sînordar e. Her wiha komele li ser erdê dixebite lê "Fe-Male" difikire ku ev platform cihek baş peyda dikin ku em bi riya wan doza xwe ragihînin û bi vî rengî bi awayek çêtirîn ji wan sûd bigrin."