Îman Şerfî: Ev 70 sal in dengên paşverû qut nebûne

Li Tûnisê bi salan e bangên ji bo guhertîna Zagona Statuya Kesî bilind dibe. Ev hewldan, tê wateya jiholêrakirina têkoşîna jinên Tûnisê ku bi dehan salan e ji bo wek kesên xwedî berpirsyarî û mafê tam bijîn têdikoşin.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Tûnis – Piştî serxwebûna Tûnisê, rêya nûjenbûnê hilbijartî, Zagona Statuya Kesî di asta peyamek vekirî debû; civaka vî welatî ne bi nivê, bi temamî tê avakirin. Ev zagon, berhema jinên Tûnisê ku zîncîran beriya zagonê şikandibûn e. Ev ne qenciyek e, mafek hatî bidestxistin e.

Tevî salên derbas bûne jî, têkoşîn nesekinî. Li gel şoreşa 2011’an, qad hê berfirehtir bû û jinan bi zagona têkoşîna tundiyê re, di meclîsên hatin hilbijartin de mafên wek sazûmayên temsîla wekhev pêşbînî dike bi dest xistin. Her gev nîşan dide ku civakê ne li kêlekê, di navendê de cih girtiye.

Dixwazin jinan dîsa di malê de dîl bikin

Îro jî di ser tevgera jin û berxwedanê re hama bêje 70 sal derbas bûye, dengên paşverû ku tu deman nexwestin jin wekhev bin, dîsa bilind dibin. Di bin navê ‘di ber çav derbaskirin’ de dixwazin Zagona Statuya Kesî biguherînin. Her wiha beriya demekê li parlementoyê ji bo jinan bi hinceta ‘westiyane’ projeyên zû teqawitbûnê anîn rojevê. Jixwe hedef heman tişt bû, jinê dîsa di malê de dîl bikin.

Ev ne reforma hiqûqî ye. Hewldana ji nûve nivîsandina dîrokê ye. Mêrsalariya ku nikare cilên nûjen li xwe bike, êdî bi eşkereyî daxwazên xwe tîne ziman. Dixwazên jin bêdeng bin, neyên dîtin û tenê wek dekor hebin. Mafê nefeqe ku jinan bi bedêlên mezin bi dest xistine û bangên rakirina gelek sazûmaniyên zagonî jî, her ku diçe zêde dibe.

Seroka Komeleya ‘Hunne’ Îman Şerfî, diyar kir ku di rewşa heyî de mafê jinan di bin gefek cidî de ye û di rûmet, azadî û hebûna jinan de paşketinek eşkere tê jiyîn. Îman Şerfî da zanîn ku ji bo guherîna hinek madeyên Zagona Statuya Kesî, zext tê kirin, vê jî bi îdidayên ku jin ‘ji ya heq dike zêdetir girtiye’ an jî ‘li mêran niheqî hatiye kirin’ ve girê didin.

Kendala di nava nivîsar û rastiyê de 

Îman Şerfî ragihand ku mafên ku zagonan mîsoger dikin gelek deman li ser kaxez mane û wiha got: “Her çend zagon hebin jî, ji ber gel û civaka sivîl bi qasî pêwîst zextê ava nakin, ev maf her ku diçe lawaz dibin. Tundiya li dijî jinan zêde bûye. Jin her tim tên sûcdarkirin û ew tenê bi mal û mitbexê ve tên sînorkirin û nêrînên kevneşopî didome.”

‘Divê balê bikşînin ser çalakbûna jinê’

Îman Şerfî da zanîn ku îro jin bi perwerde û hişyar in û wiha pê de çû: “Jin îro dadger e, parêzer e, pîlot e, mamoste ye, di heman demê de cotkar û kedkara malê ye. Xala hevpar a van jinan, bûyîna xwedî parastina destekftiyên xwe yên bingehê jiyanê ne. Divê her guherîna di Zagona Statuya Kesî de bê kirin, ber bi paşde de nebe, divê pêş de bibe. Jinên Tûnisê destekftiyên herî mezin ên welat in. Parastina mafê jinan, hem di aliyê malbat û hem jî di aliyê pêşeroja civakê de ewlehiya bingehîn e.”

Kamyonên mirinê

Îman Şerfî anî ziman ku îro pirsgirêkên gelek lezgîn hene û diyar kir ku bi taybetî jinên ku di qada çandiniyê de dixebitin, pirsgirêka destpêkê ye. Îman got ji ber ku ev jin li kamyonan siwar dibin trajediyên tên jiyîn, mîna ‘kamyonên mirinê’ tên binavkirin û wiha vegot: “Ew kamyon wan jinan mîna barek hildigrin. Ev jî dem bi dem rê li ber qezayên bi mirinê biencam dibin vekirine. Parastina jiyana van jinan, ji nîqaşên zagonê gelek girîngtir e.”

‘Daxwaza kêmkirin û rakirina nefeqeyê ne rast e’

Îman Şerfî nîqaşkirina mijarên wek pir zewac û sazûmaniyên nefeqe, yên di nava krîza aborî de rexne kir û bi awayek henekwarî ev pirs kir: “Rewşa me ya aborî, ma li gorî pir zewacê ye? Mêrên Tûnisê jî ji ber maliyetên jiyanê yên zêde bûne vêya qebûl nakin. Mîktara nefeqeyê heye, mînak nêzî 39 dolar dibe 120 dînar, ev jî têra mesrefa dersa teybet a tenê zerokek jî nake, di rewşek wiha de daxwaza kêmkirin û rakirina nefeqeyê ne rast e.”

‘Divê gihandina bi ewle pêk bê

Îman Şerfî, bang li hikûmet û saziyên eleqedar kir ku ji bo jinên karkerên çandiniyê ne derfetên ewlehî û gihandina mirovî pêk bînin û wiha got: “Divê ev jin her roj rû birûyî xeteriyên mirinê neyên kirin. Parastina rûmeta jinan destpêkê bi parastina jiyanê destpê dike.”

Îman Şerfî da zanîn ku nîqaşên ku îro li derdora Zagona Statuya Kesî tê meşandin wek ‘luksa entelektuel e’ û ji pirsgirêkên bingehîn ên jiyana kedkarên jin û ewlehiya wan dûr ketiye û got: “Îro ên ku difikirin ku nîqaşên tên jiyîn tenê wek hiqûqa ‘li ber çav derbaskirin’ dixapînin. Ev hewldana guherîna aliyê dîrokê yê welatek e.”

Zagona Statuya Kesî, tu deman nebûye bexşek ku dewletê pêşkêşî jinan kiriye. Ev zagon peymanek civakî ku di encama têkoşîna demdirêj a jinên Tunsê de hatiye bidest xistin e. Û ev peyman, ji jinên ku vî welatî digre ser milê xwe serbixwe, li pişt deriyên girtî nayê guhertin.