Îdianameya der barê Mizgîn Karataş hat qebûlkirin

Di îdianameya der barê Mizgîn Karataş a ku di meha Nîsanê de bi dayika xwe Halîse Aksoy re hatibû girtin ku bi îdiaya "endama rêxistinê" hat amedekirin de, îfadeya şahidê vekirî Ûmît Akbiyik wekî 'delîlên sûc' hatin nîşandan.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Der barê Mizgîn Karataş a piştî ku di 25'ê Nîsanê de li Amedê di serdegirtina malan de bi dayika xwe Halîse Aksoy re hat binçavkirin, 3 roj şunde bi îfadeya şahidê vekirî Ûmît Akbîyik hat girtin de, îdianame hat amadekirin. Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve bi îdiaya "endama rêxistinê” hat amadekirin de, îfadeyên şahidê vekirî Ûmît Akbîyik û hevdîtinên Mizgîn Karataş ên bi parêzerê xwe re pêkanîbûn, wek 'delîl' hatin nîşandan.

Yekane delîl îfadeyên şahidê vekirî tên nîşandan!

Di îdianameyê de îfadeyên şahidê vekirî Ûmît Akbîyik ê ku mala 2 ode ya Mizgîn Karataş a piştî ji Stenbolê koçî Amedê ji bo depokirina eşyayên xwe bikartîne, weke 'mala ewleh a rêxistinê' bi nav kir, wiha ye:

“Rêxistina terorê, organîzeyên wek civînên derveyên girtî jî, malên ewle pêktîn e. Mala ku aîdî Mizgîn Karataş e û li Taxa 5 Nîsan a navçeya Baglarê ye, dem bi dem ji aliyê Z.K. ve dihat bikaranîn. Ev mal hê jî ji aliyê jinên di nava TJA û ciwanan de wek çalak tê bikaranîn. Ez navnîşana wê tam nizanim, lê ez dikarim cihê wê nîşanî we bidim."

Kesên ku bi telefonê re axivîn, wek delîlên sûc hatin nîşandan

Di îddîanameya ku axaftinên telefona Mizgîn Karataş a ji ber 4 meh beriya binçavkirinê têk çûbû dev ji bikaranîna wê berdabû cih girtin de, axaftinên Mizgîn Karataş ên bi parêzerên xwe û jinên hê di nava siyasetê de ne jî wekî delîlên 'sûc' hatin nîşandan. Di qeydên HTŞ'ê de tenê navên kesên ku Mizgîn Karataş pê re hevdîtin pêk aniye cih girtiye, lê axaftinên wan cih negirt. Di îdianameyê de beyî naveroka hevdîtinan bê zanîn, Mizgîn Karataş bi kesên ku hevdîtin pêkaniye re wek 'îltîsak’ hat sûcdarkirin.

Mizgîn Karataş a ku îfadeyên wê di îdianameyê de cih girt, diyar kir ku ew li mala 2 odeyî ya ku şahidê vekirî Ûmît Akbîyik jê re gotibû 'mala ewle' eşyayên xwe bicihkiriye û bi dayika xwe re jiyan dike.

Di dawiya îdianameyê de wiha hate gotin: “…..Li gorî îfadeyên şahidan çalakî pêk aniye, li mala aîdê wê ye û  li jorê hûrgiliyên wê hatin diyar kirin, endamên rêxistinê veşartiye, mala xwe wekî 'mala ewle' daye bikaranîn, gumanbar di nava nepenî û li gorî talîmatên rêxistinê tevdigere, bi hinceta bi kesên endamên rêxistinê ku diyar kir ew nas nakin re,   di nava tekilî û îltîsakê de ye were cezakirin."

Danişîna ewil di 5'ê Cotmehê de ye

Yekemîn danişîna doza Mizgîn Karataş dê di 5'ê Cotmehê de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. Danişîna dayika girtî Halîse Aksoy wê di 6'ê Cotmehê de bê dîtin.

Sê nifş di heman qawîşê de man!

Mizgîn Karataş a ji meha Nîsanê û vir ve girtî ye, di vê heyamê de ji kurê xwe Çiya yê 5 salî dûr ma. Parêzerê Mizgîn Karataş Hasan Yalçin, diyar kir ku Çiya di heyama ewil de bi dayika xwe re di girtîgehê de maye û ji ber ku girtîgeh bandorê li tenduristî û psîkolojiya wî kiriye hat derxistin. Hasan Yalçin, diyar kir li gorî qanûnê divê Çiya piştî ku ji girtgehê derket mehek derbas piştre bigrin girtîgehê û wiha got:

“Heman pêvajo, dema ku hûn dixwazin ji girtîgehê derkevin jî derbas dibe. Mizgîn ji ber ku Çiya jê bandor bûye şand derve, lê pir bêriya kurê xwe jî dike. Niha Halîse Aksoy û Mizgîn di yek qawişê de ne û Çiya jî dema diçe girtîgehê li wir dimîne.”

Dayika wê Halîse Aksoy jî bi heman îfadeyên şahid hatibû girtin

Halîse Aksoy a ku bi hestiyên kurê xwe yê HPG'ê Agît Îpek ê 3 sal berê li Dersimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, bi kargoyê di qutiyek de radestî wê hat kirin tê naskirin, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat kirin de bi hinceta îfadeya heman şahid Ûmît Akbîyik a ‘ji bo endamên rêxistinê misogerkirina maleke ewle" hatibû girtin.

Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Amede der barê Halîse Aksoy de bi îdiaya "endamta rêxistinê” ji 7 sal û 6 meh heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin, hatibû amade kirin, ji aliyê 10’emîn Dadgeha Bilind a Amedê ve hat qebûlkirin.