Çima jinên polîs ji astên bilind bêpar in

Her çendî ku di polîs û artêşê de kadroyên jin hene û xizmeta wan a kar gihîştiye çil salan û xwedî astên bilind ên xwendina zanîngehê ne jî dîsa ji mafên xwe yên gihîştina astên leşkerî yên bilind bêpar in.

 
NÛR SIRÎB 
Yemen- Di van demên dawiyê de li Yemenê beşdariya jinan a nava hêzên ewlekariyê pir zêde bû. Hejmara jinan di wezareta hundirîn a Yemenê de ji 3000’î derbas kir lê di nava vê hejmara zêde de tenê 40 jin di asta bilind di cih digrin 
Destpêka tevlibûna jinan li paytexta demkî Edenê, di salên şêstî yên sedsala borî de bû. Dema ku wekheviya zayendî perçeyek ji siyaseta dewletê bû, vê yekê jî hişt ku hebûna jinan di beşên ewlekarî û leşkeriyê de ne hewceyî dibistaneke taybet be. Bi guhertina pergala siyasî û rawestandina leşkerkirina jinan bi salan heya damezrandina dibistana polîsan, jinan li Yemenê di sala 2001’ê de li Sanayê, ji wê koma yekem piştî salekê ji xwendinê derçû.
Jinan ji astên bilind bêpar dikin
Li ser vê yekê, Rêvebera Giştî ya Parastina Malbatê Emîd Aliya Salih got; "Bêparbûna jinan vedigere girêdana asta mezin bi cihê rêveberiya giştî û ev bi serê xwe neheqî ye. Gelek kadro hene ku hêjayî pileya emîd in û heta pileya serleşker in lê ev pêk nayê û ji ber vê yekê her çiqas jin xizmetê bikin jî em dibînin ku ji pileyên leşkerî yên bilind mehrûm mane.
Li gorî Zagona Jimare 15 ya 2000 der barê Komîteya Polîs de divê ku tedbîr di navbera karmendên ewlehiyê de hevseng bin. Qanûn û madeyên wê behsa cûdakariya zayendî ne dikir lê ya ku li erdê diqewime hinek cuda ye
Li aliyê din, Eqîd Nedya Meyfiî got; "Ez dibînim ku sedema vê bêparbûnê berî her tiştî ji ber civaka baviksalarî û nêrîna rêveberên ewlekariyê li ser jinan e ku li gorî wan jin nikarin  berpirsyariyê rakin û hêjayî dereceyek bilindtir nîn in.” 
Peyman îmze kiribû
Dewleta Yemena Başûr yek ji wan welatên yekem bû ku Peymana CEDAW’ê ya li dijî hemû cudakariya li dijî Jinan îmze kiribû û pejirandibû. Ew di 18’ê Sibata 1979’an de tevli bû û di 30’yê Gulana 1984’an de hat pejirandin. Bakur piştî yekbûnê di sala 1990’an de jixweber tevli peymanên ku Başûr îmze kiriye bû.
Simûd El-Yafiî yek ji koma yekem a polîsên jinan di 2001’ê de, xwedî ramanek wiha bû û got; "Tu kes nikare girîngiya jinan di nav dezgehên ewlehiyê de kêm bike, jin bûne alîkar û barê li ser milên kesên di ewlekariyê de kêm kirine.” 
Her çendî jin ji astên bilind hatine bêparkirin jî karê jinên polîs tenê ne girêdayî rêveberiyê ye, wan di serkeftina gelek operasyonên li dijî terorîstan de cihê xwe girtine.