Çalakvanên jin daxwaza qebûlkirina Qanûna Parastina Malbatê kirin

Femînîstên pispor di girtin û birêvebirina dozên tundiya li dijî jinan de li Xezayê diyar kirin ku nebûna qanûnên bergiriyê ji sûcdaran re dibin sedema zêdebûna bûyerên şîdetê li Xezayê.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Tawanên qetilkirina jinan li Filistîn û Xezayê bi taybetî wek tundtirîn awayê tawanan tê dîtin. Her çendî piraniya tawanan bi mebest û plankirî bin jî hikûmet gelek caran sûcdaran ceza nake. Femînîstên pispor di wergirtin û birêvebirina dozên tundiya li dijî jinan de li Xezayê diyar kirin ku nebûna qanûnên bergiriyê ji sûcdaran re dibin sedema zêdebûna bûyerên şîdetê li Xezayê.

Li ser zêdebûna bûyerên qetilkirina jinan rêvebera dozên Navenda Karûbarên Jinan Selma El-Suwerkî diyar kir ku ev yek bandorê li tevna civakî dike û wiha pê de çû: “Di van demên dawîn de em şahidê zêdebûna tawanên tundî û kuştina li dijî jinan in. Civaka Xezayê rastî zextên dijwar ên derûnî û civakî û xirabûna rewşa aborî tê. Jihevketina malbatê, lawazbûna çavkaniyên aborî, bêkariya berbelav û bikaranîna madeyên hişber ji aliyê mêran ve bûne sedema zêdebûna rêjeya tundiyê.”

Parêzer Suhêr El-Baba da zanîn ku sûcê kuştina jinan binpêkirina mafên mirovan bi giştî û mafên jinan bi taybetî ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Zagonên qanûnî ji ber ku xizmetê ji dozê qetilkirina jinan bi hinceta namûsê re nakin, hewcedarê guhertinan in. Her wiha zagona Lihevhatina Cezayan a ku sûcdar di berdêla dayîna pereyên xwînê de ji ceza û berpirsyariyê beraet dike, pêwîstiya wê bi guhertinan heye.”

Dadgeh zagonan bi cih naynin

Suhêr El-Baba bal kişand ser metna benda 18 a zagona cezayan û wiha got: “Tevî sererastkirina qanûnê ji bo jinan, dadgeh qanûnan pêk naynin. Ez bang dikim ku divê giliyên jinan bi awayekî zelaltir û cidîtir werin çareserkirin, ji ber ku piraniya jinên rastî tundiyê tên rasterast serî li polîs didin. Gilî û gazincên wan bêfêde tên kirin û ev yek wan ji carekê zêdetir ber bi tundiyê mexdûr dike û dibe ku ji ber vê yekê jin bên qetilkirin di encama xemsariya li hember van giliyan û negirtina tedbîrên qanûnî yên guncaw. Lêgerîna qanûnên biryardar û dadmend ên ji bo jinan divê berdewam bikin. Divê em xwedî pergalek qanûnî ya rêxistinî bin ku tê de bendên qanûnî yên cezakirina sûcdar hebin. Divê di asta fermî û zagonî de gavên cidî bên avêtin da ku stratejî û tedbîrên ji bo parastina jinan ji her cure şîdetê werin girtin.”

‘Li Filistînê bûyerên kuştina jinan zêde bûne’

Rêvebera Dozên Şîdeta li dijî Malbatan Necla Meter eşkere kir ku li gorî rastiya tê de dijîn, bi giştî li Filistînê bûyerên kuştina jinan zêde bûne û gelek ji wan beriya kuştinê rastî şîdetê hatine û wiha axivî: “Sedemên sereke yên vê yekê nebûna qanûnên pêşîlêgirtinê ji bo sûcdaran û çanda baviksalarî ya civakên me ye ku hêzê dide mêran ku jinan kontrol bikin û li gorî ku dixwazin li ser wan hukm û qedexeyan derxin. Zihnîyeta baviksalarî jinan weke mirov xwedî maf û daxwaz nahesibîne.”

Necla Meter destnîşan kir ku gelek jinên rastî tundiyê hatine diçin navendê û wiha anî ziman: “Gelek ji jinên ku hatibûn navendê ji ber sedemên nediyar hatine kuştin. Ez zêdebûna bûyerên tundiyê, bi taybetî li hemberî jinên ku ji bo xizmet û alîkariyê diçin navendên jinan, bi tundî şermezar dikim. Qetilkirina jinan şîdeta herî xeternak û giran e. Pêşkêşkirina parastinê ji bo jin û keçan erkeke komî ya desthilatdarî û saziyên fermî û ne fermî ye. Ger jin weke pêwîst dike neyên parastin wê di pêşerojê her bibin qurbanî. Ez daxwaz dikim ku qanûna parastina malbatê ji şîdetê ku temînata parastina jin û keçan ji tundiya zayendî dike, were derxistin. Divê Peymana CEDAW’ê li ser erdê bê bicihanîn û cezayên giran li sûcdaran bên birîn.”