Serlêdana betalkirina di êrîşa zayendî de şertê "delîlên berbiçav" hat redkirin

Serlêdana CHP'ê ya li Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo betalkirina xalên di sûcên "îstîsmara zayendî" de anîna şertê "delîlên berbiçav" ya di 4'emîn Paketa Dadweriyê de cih digre, hat redkirin.

Navenda Nûçeyan – Rêziknameya ku girtina bi delîlên şînber ên sûcên wekî "îstîsmara zayendî", "kuştina bi zanabûn" û "îşkence" ya di 4'emîn Paketa Dadweriyê ya ku di Hezîrana 2021'an de ji aliyê AKP'ê ve pêşkêşî Meclîsê hatibû kirin û di Tîrmeha 2021'an de hatibû qebûlkirin, şertên ku ji bo kiryarê îstîsmara zayendî bê girtin "gumana xurt" têrê neke û "delîlên berbiçav" bên lêgerîn bertêk girtibû. Di têkildarî xalên bertêk girtibû de, Partiya Komarî ya Gel (CHP) ji bo betalkirina xalan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.

Dadgeha Destûra Bingehîn a ku li ser serlêdanê nîqaş kir, bi yekdengî daxwaza betalkirinê red kir. Di biryara AYM’ê de wiha hat gotin: Armancek wê ya rewa ye ku bi şênberkirina nîşana bihêz pêşî li girtinên keyfî bigire, ji xeynî şênberkirina şertên qanûna bingehîn yên derbarê rêgez, prensîb û sînorên girtinê de tu nûbûn û cûdahiyek din bi xwe re nayne.”