Peyanerên ciwan ji destkeftiyên herî mezin ên têkoşîna jinên Misrê ne

Parêzera femînîst a Misrî Nesma El-Xetib li ser pirsgirêkên ku jin di sala 2021’ê de jiyane û li hemberî van pirsgirêkan têkoşîna femînîstên Misrî ji ajansa me re axivî.

 
ASMAA FATHÎ
Qahîre – Piştî bidawîbûna saleke ji têkoşîna femînîst a ji bo bidestxistina hin mafên ku ji aliyê civaka baviksalarî ve hatine binpêkirin; parêzera femînîst a damezrînera înisiyatîfa ‘Ji bo jinê piştgiriya qanûnî’ Misrî Nesma El-Xetîb ji ajansa me re axivî. Parêzera femînîst a Misrî Nesma El-Xetîb di hevpeyvînê de bal kişand ser hin pirsgirêkên ku di sala 2021’ê de jinên Misrê bi wan rû bi rû mane her wiha li ser hin destkeftiyên ku bi pêngava ciwanan hatiye bidestxistin û li ser bingeha nîşaneyên heyî yên femînîstên Misrî rewşa pêşbîniya sala nû axivî. 
Di sala derbasbûyî de di warê pirsgirêkên jinan de hîn pêşketin çêbûn, sedem û amûrên serkeftina vê çi ne? 
Di sawiya sala 2019’an de û piştî derketina aloziya koronayê, jinan li hemberî dozên tundiya li ser jinan, destdirêjî û tacîzê mekanîzmayek nû ya berpirsiyariyê ava kirin û ji bo bilezkirina proseduran hewldanên mezin kirin. Bikaranîn û çalakirina medyaya mecazî û her wiha yekîneya şopandinê ya ku di sala 2019’an de hat avakirin, ji bo serkeftina rast a têkoşîna femînîst bûn amûrên girîng.  
Beriya van amûran prosedur pir tevlihev bûn. Ji bo vekirina raporê diçûn qereqola polîsan, piştre jî diçûn dozgeriyê û piştre heya ku lêkolînên keşfê bi dawî dibûn nû lêkolîn dikirin. Di van du salên dawî de jinan bi riya medyaya mecazî, li hemberî van prosedurên ku demê dixwazin û dibin sedema windakirina mafên xwe, bi ser ketin. Ne tenê ew lê belê temyîza dadgehê ji 3 an jî 5 rojan pêk tê. Beriya vê ev pêvajo du meh heta zêdetir bû û niha gihîşt tiştekî ku mirov dikare di asteke mezin de weke edaleta bi lez pênase bike. 
Li dijî tundiyê, gavên zagonî yên jin davêjin çi ne? 
Bi taybetî di zagonên girêdayî ‘tundiya nava malê’ de pirsgirêkên mezin hene. Tu zagoneke zelal a wan biparêze û navekî girêdayî tundiya nav malê nîne lê li gorî Qanûna Cezayê prosedurên heyî çi lêdan be çi jî binçavkirin be, bi vekirina rapora girêdayî bûyerê dest pê dike. 
Pirsgirêk ew e ku qeydkirin û sewqkirin, bi gihandina dadgehê, li gorî zagona cezayan dibe tawana sûcek, ji ber vê jî niha tu rêgezên din ên ku bên şopandin tune ne.
Di demên dawiyê de dema ku di kampanyayên ciwanan de li ser hewldanên ciwanan dişixulim, çend keçên ciwan ên bi tundiyê re rû bi rû mabûn û birîndan bûbûn, hin ji wan tevgerên wan bi giştî asteng kir, pir baş tê bîra min. Di wê demê de ji bo ragihandina vê yekê têkiliyek elektronîk ê serdozger hebû û ev ji bo gihîştina edaleta bilez gavekî girîng bû. Navê vê kirariyê ‘daxwazên serdozger’ bû.  
Ew keçên min behsa wan kir, ji bo wê peyamek ji Konseya Jinan a Neteweyî û Konseya Mafên Mirovan a Neteweyî re bişandina, piştre wê bi kesê tacizkar re pêwendî hatibûya danîn û ji bo di warê pêşkêşkirina raporek ku hişyarî bide avakirin hewl didan. 
Her wiha ji bo keçên ku di pêkanîna vê mijarê de gelek alîkarî dan û di derbasbûna vê merheleyê de destûr dan û ji bo medya mecazî em rêzeyek dîmenên hişyariyê pêşkeş dikin. Di sala 2021’ê de yek ji mijarên ku hat pêşkeşkirin jî tecawiza zewacê bû. Bi saya van kampanyayên hişyariyê ji bo jin ji pêkûtiya malbatê rizgar bibin, tiştên ku ji dilê wan derbas dibû axivîn.   
Ji ‘piştgiriyê’, nêrînê heya rakirina kampanyaya “Jin di bin qanûnê de” hûn dikarin ji me re behs bikin?
Destpêkê min 11 sal li saziyên sivîl kar kir û di mijarên jinan de, çi kedkarên malê be, rastî tacîz, destdirêjî û sinetkirinê hatine. Bi demê re min dît hîn zêdetir pêwîstiya kesên ku di lêpirsîn ango piştevaniyê de ji bo piştgiriya hiqûqî bi min re pêwendî datînin, bi piştgiriyê heye. Li vê derê fikra min bi pêş ket û ez fikirîm ku riya herî baş a piştgiriya jinan çi ye. Ne tenê bi riya min her wiha bi piştgiriya gelek kesên li derdora min û hin hemkarên min. 
Sala berê me bi dengekî bilind dest bi fikirandinê kir û ji bo pêkanîna edaletê, di mijara ku polîtîka û zagonên em dixwazin bişopînin ji bo jinan dibe ‘piştgirî’ de, ‘Piştgirî’ hat hilbijartin.
Lewre her kes beşdarî vê navê bû û ji bo hîn bêhtir zelal bibe me navê ‘Ji Bo jinan piştgiriya hiqûqî’ da vê. ‘Piştgirî’ li ser her cure tundiya ku hemberî keçên ciwan ên em her cure piştgiriyê didin wan pêk tê, xebitî. Lê ji ber ku di demên dawiyê de pirsgirêka herî mezin e, bêhtir li ser tundiya nav malê sekinî û her kes hêvî dike ku di vê mijarê de zagonek çêbibe. 
Erka ‘Piştevan’ ên ku tê wateya têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinê, 16 rojan kampanyaya ‘Jin Di Bin Qanûnê De Ne’ da meşandin û erka wê ew bû ku qonaxên jiyana keçên ku berê xwe dane ‘Piştgirî’ û rastî taciz û tecawizê mane, nas bike. Bi rêya kampanyayê ji bo Dozgerê Giştî raporek pêşkeş kirin. 
Ya rast bi kampanyayên ku 16 rojan berdewam kir li dijî tundiyê derketin, li Misrê bûyerekî nû ye, gelo gengaz e ku mirov encam û sedemên vê tora mezin a vê salê bişopîne? 
Yek ji sedemên herî mezin ê mezinbûna kampanyaya 16 rojan a li dijî tundiyê û têkiliya di navbera vê de hewldanên ciwanan a ‘Barah Amîn, Barah Al-Sour, Superwomen, Janoubia Hurra’ û pêşketina ‘Piştgiriyê’ ye. 
Roja yekemîn a hevdîtinê me ferq kir ku em hemu bi awayekî hev temam bikin kar dikin. Ji ber vê li qadên hevberdan û mafên sîvîlan karkirinê de bi ewleh in. Superwomen li ser zagonên ne wekhev ên Misrê dişxûle, Janoubia Hurra li ser tendûristiya derûnî dixebite, Barra Al-Sour li ser mafên jinên penaber dişxûle û Piştgirî jî li ser piştgiriya qanûnî ya ji bo jinan dixebite. 
Gelo hûn dikarin di pêkanîna edaletê de li ser rista medyaya mecazî zêdetir agahiyan bidin? 
Di nîvê duyemîn ê kampanyayê de, ez li ser edaletek giştî axivîm, barê piştrastkirina dozan dikeve ser milên keçan û em di nav civakek wisa de ne ku îsbatkirina vê pir zehmet e. Lê ji dozên ku tê de pêşketin çêbûne bi bandor bûne. Hin ji van li medyaya mecazî derketiye, bi taybetî jî piştî ku piraniya daneyan hatin girtin.
Têgeha edaletek giştî ya ku her kes dixwaze xwe bigîhîjîne, ya ku me xist nava pirsgirêkek rastîn ew bû ku gelo ji bo bibandorkirina dozan û bilezkirina xebatan hewcedariya me bi leza pêwendiya li ser medya mecazî heye yan jî ji bo pêkanîna vê yekê vegera Serdozgeriya Komarê heye.
Çanda civakê bandorek çawa li zagonan kiriye û em di bin qanûnên çawa yên newekhev ên di navbera jin û mêran de dijîn?
Ez her tim dibêjim, nivîskarên zagonan mêr in û yên ku van zagonan pêk tînin jî mêr in. Her dem pirsgirêka zagonan dikevin destê çand û edetên civakê. Mînak; bavên ku keçên xwe dikujin û salek ceza distînin hene.  
Dîmenek bi dane heye ku dadger li ser jinek nîqaş dike, bi mêrekî li gel wî re dipeyîve û dibêje; ‘Te  ev tişt kir, te ew kuşt da ku xiyanetê lê bikî.’ Ew dadger wê demê qanûnê temsîl nekir lê ew zilamekî Misrî bû ku bi xwe vê mijarê red kir. 
Di kampanyaya ‘Jin Di Bin Qanûnê De Ne’ de me modelek zelal a ku di xebitîna madeya 17’emîn a Qanûna Cezayê de nakokiyan nîşan dide, pêş xist. Dema ku keçên Tik Tok’ê di doza revandina mirovan de hatin hepskirin  û rûxmê emrê xwe yê ciwan û niyetên xwe yên dîmenan di navbera 7 û 10 salan de ceza girtin, heman made ji bo bicezakirina ciwanekî ku dîmenê dayîka xwe û zilamekî cûda dîtiye û zext li dayîka xwe kiriye da ku jehrê vexwe, hat pêkanîn.   
Rewşa tevgera femînîst ên Misrê li gorî welatên din ên Ereban çawa ye? 
Em bi awayekî bi hêz hene. Ez dibînim ku nifşê niha yê pêngavên ciwanan dikare li qadê kar bike û di diyalogên ku femînîstên ji welatên Ereb beşdarî vê dibin. Em hemû di asteke mezin a hişyariyê de ne û dikarin pêşniyar û nêrînek guncav pêşkeş bikin. 
Bi kurtasî em dikarin bêjin tevgera femînîst a Misrê ji bo bidestxistina destkeftiyan kar dike û her wiha hewl dide di demeke herî nêz de destkeftiyên jinan bi dest bixe. 
Gelo em dikarin pirsgirêka herî girîng ên li pêşiya xebata jinan di xalên zelal de destnîşan bikin?
Pirsgirêka herî girîng ku ez dibînim îftira ye. Her jina ku biryarê bide bibe jineke gihîştî û xwedî hişmendî, yan jî hewl bide ku bikeve nav tevgerên sendîkal an jî siyasî, ji kêliya yekem ve bi şerê rûreşiyê re rû bi rû dimîne û ev jî bandorek mezin li hundurê Misrê dike. Zagon yek ji pirsgirêken herî girîng ên xebata jinan e, ji ber nebûna rola dezgehên rast ên rêveberiyê her dem di cîbicîkirina qanûnê de rastî êş û azaran tên. Ji ber ku zilam di wê baweriyê de ne qanûn naxebitin, li kolanan bi rehetî jinan tacîz dikin.
Dorpêça ku li ser çalakiyên civaka sivîl hatiye ferzkirin yek ji astengên herî girîng e ku rê li ber bicihanîna gelek projeyan girtiye her wiha qeyrana koronayê jî yek ji van pirsgirêkên mezin e. Lê belê femînîstan wek semînerên li ser medyaya civakî, vîdyo û awayên din ên ragihandina dûr bi gelemperî dikaribûn alternatîf û amûrên din ên ku bi giranî karibûn vê astengiyê derbas bikin bibînin.
Tecrûbeyên herî girîng ên ku jinan bi rêya qanûnê mafên xwe bi dest bixin çi ne?
Li ser hevberdana hevjîna mêrekî ji bo dewletê girîng bû, dozekî min hebû. Ev doz hatibû paşguhkirin û piştre jinê karîbû bi sekna xwe û bi piştgiriya me ya qanûnî hevberdanê bi dest bixe. Dûre, yê ku serlêdan kiribû, dikaribû bi rêjeyek maqûl nefeqe werbigre lê ji ber ku zilam bi dijwarî xwest bide îsbatkirin ku nikare ewqas nefeqe bide, hêj berdewam dike.
Yek ji dozên girîng ku min li ser kar kir, destavêtina keçekê bû. Min dest bi nivîsandina bloga li ser wê kir û min zext li ser dozgerê giştî kir ku bersûc bigire û bîne, piştre komek parêzer ji bo vegerandina mafên wê li ser wê xebitîn.
Hin kes di wê baweriyê de ne ku Misir der barê dosyaya jinan de, di rewşa qanûnî û prosedurî de, ber bi başiyê ve diçe... Hûn sala pêş bi nîşaneyên heyî çawa dibînin?
Rastiya pratîkî di asta qanûn an jî biryarên hikûmetê yên ku rewşa pêkanîna wan tê ragihandin de tu pêşkeftinek mezin nîşan nade. Sala borî wekî salek gelek xirab derbas bû. Hin jin hene ku di dosyayên destdirêjiyê de barê îsbatkirinê hildigirin û hinekan jî ji ber zagona rewşa şexsî heta niha red dikin ku guhertina wê ya parlamentoyê qebûl bikin. Wekî ku hinek dibêjin, ez ne di dosyaya zagondanînê de ne jî di aliyê prosedûra realîst de tu pêşketineke berçav nabînim, tevgera heyî encama xebata takekesî ya kesên ku berpirsyariya civakî di xwe de digirin e. 
Di dawiyê de ez hêvî dikim ku yekîneya tundiya li ser jinan a ku vê dawiyê hatiye ragihandin, bi avakirina xwe re aktîf bibe û Serdozgerê Komarê lînka gilîkirinê ya di bin navê "Daxwazên Serdozgeriyê" de ji nû ve çalak bike, ji ber ku gelekî bi bandor bû. Her wiha ji bo dîtina toreke ku civaka sivîl, Wezareta Navxweyî û Dozgeriya Komarê bi hev ve girêbide, dixebitin ku armanca wan parastina hemû jinên li gund an bajaran be, bi taybetî yên ku tiştek ji medyaya civakî nizanin û der barê bidestxistina mafên xwe de tiştek nizanin.