Parlamentera Mexrîbî: Ez ji rola ku jinan di vê qonaxê de lîstine, razî me
Parêzer û parlamentera Mexrîbî Lubna El-Sexîrî derbarê erêkirina parlementoyê ya pêşnûmeqanûna ku pîşeya hiqûqnasiyê tekûz dike de got ku:“Wek parêzer û parlamenter, ez ji rola ku jinan di nîqaşkirina qanûna hiqûqnasiyê de lîstiye gelek razî me.”
HENAN HERÊT
Mexrîb – Parlementoya Mexrîbê, pêşnûme qanûna hejmar 66.23 ku pîşeya hiqûqê sererast dike ji 85 dengan bi 35 dengan, erê kir. Lê nîqaşa li ser metna ku nêzî du hefteyan dom kiriye, bi dawî nekir. Piştî ku ji Dadgeha Destûrî re hat şandin, parêzer derbarê xalên cûda yên pêşnûmê de, li benda biryara dadgehê ne. Di heman demê de xwepêşandan û grevên li dijî tiştê ku wek binpêkirina serxwebûna pîşeyê dibînin, didome.
Ji bo têgihîştina sedemên vê nîqaşa berdewam, ezmûna parêzer û parlamentera Mexrîbî Lubna El-Sexîrî derdikeve pêş. Wê xwe di nîqaşkirina pêşnûmeqanûnekê de dît ku ne pîşeya wê bi xwe ye, pîşeya ku ew rojane dike vesaz dike de dibîne. Wê du rolên di navbera salonên parlamentoyê û cubeyê parêzeriyê de kir yek: endamek parlamentoyê ku beşdarî nîqaşê li ser pêşnûmeqanûnê deng dide dibe û parêzerek ku mîsogerkirina bingehîn a serxwebûna pîşeya hiqûqî diparêze ye. Lubna El-Sexirî ku wek endamek Komîteya Dad û Qanûndanê ya Meclîsa Nûneran kar dike, pêşnûmeqanûnê di qonaxên wê yên cûda de, ji şandina wê ya ji komîteyê bigre, heta vegera wê ji Meclîsa Şêwirmendan û di dawiyê de heta dengdana wê, şopand.
‘Hebûna parlamenterên jin ne tenê sembolîk e’

Lubna El-Sexîrî diyar kir ku beşdariya wê ne îstîsna ye, beşek ji hebûna çalak a jinan a di Komîteya Dad û Qanûndanînê de ye. Wê da zanîn ku parlamenterên jin ên hem ji partiyên piranî û hem jî yên muxalefetê, di nav de parêzer jî, beşdarî nîqaşkirina gelek xalên pêşnûmeyê bûne û bi pisporiya xwe ya hiqûqî û têkiliyên xwe yên siyasî nîqaşên dewlemend kirine û wiha got: “Hebûna parlamenterên jin ne tenê sembolîk e, berovajî vê, di nîqaşkirina aliyên cûda yê pêşnûmeqanûnê de baş e. Hem wek parlamenter û hem jî wek parêzerek ku beşdarî nîqaşa li ser qanûnek ku rasterast bandorê li pîşeyê wê dike, ez ji rola ku jinan di vê qonaxê de lîstine, razî me.”
‘Greva parêzeran didome’
Lubna El-Sexîrî bawer dike ku greva parêzeran a berdewam piştî erêkirina parlementoyê ne redkirina rêgezên reformkirina pîşeya hiqûqî ye, îtiraza li ser awayê amadekirina pêşnûmeyê û naveroka wê diteyîsîne û wiha got: “Nivîs bi têra xwe nehatiye nîqaşkirin, rêbazek beşdarbûnê bi têra xwe nehatiye nirxandin û komeleyên baroyan ku rasterast di vesazkirina pîşeyê de beşdar in, bi têra xwe di amadekirina pêşnûmeyê de beşdar nebûne. Bingeha nakokiyê li ser serxwebûna pîşeya hiqûqî, bi taybet derbarê prensîba xwerêvebirinê ku desthilat dide saziyên parêzeran ku bi awayek serbixwe karûbarên xwe yên pîşeyî birêve bibin.”
‘Qanûnên bi nîqaş yên derbarê azadiya derbirînê de’
Tê bawerkirin ku hin bendên projeyê, erkên berfirehtir didin aliyên din û parêzer vê yekê wekî binpêkirina serxwebûna pîşeyê dibînin. Pêşnûmeya qanûnê fikarên li ser madeya 50’an ku azadiya parêzeran e ku nêrînên xwe li ser mijarên parastin, maf û azadiyan diyar bikin, derdixe holê. Lubna El-Sexîrî destnîşan kir ku madeya 77’an nîqaşek li ser ewlehiyên ku di dema pêvajoya parastinê de ji parêzeran re tên peydakirin derxistiye holê û bendên din ên li ser rola Serokê Baroyê û têkiliya di navbera rêxistinên pîşeyî û rayedarên têkildar de jî, bûne sedema nîqaşan.
Lubna El-Sexîrî tevî rexnekirina bendên cûrbecûr ên pêşnûme qanûnê jî bawer dike ku ew hêmanek nû ya erênî digre nava xwe û wiha pênase dike: Naskirina nûnertiya jinan di encumenên pîşeyî de. Lubna dibêje ku ‘Metn zayendê li ber çavan nagire’ û gelek gotarên wê hîn jî zimanê qanûnî yê mêranî bikar tînin ku hebûna zêde ya jinan di pîşeya hiqûqî de nîşan nade. Lubna wiha got: “Zêdekirina nûnertiya jinan gavek erênî ye, lê heta ku wekhevî di saziyên pîşeyî de neyê bidestxistin sînordar dimîne.”
‘Hîn jî hêvî heye’
Lubna El-Sexîrî diyar kir ku şandina pêşnûmeqanûnê bo Dadgeha Destûrî tê wateya ku nîqaşa qanûnî hîn bi dawî nebûye û wiha pê de çû: “Hîn jî hêvî heye. Ji ber ku Dadgeha Destûrî dê li ser pêşnûmeqanûnê biryar bide û pêvajoya qanûnî hîn bi dawî nebûye.”
Lubna El-Sexîrî anî ziman ku dadgehê berî ku biryar li ser îtîrazên dadgehê bide, ji aliyên peywendîdar nerînên nivîskî xwestiye û hêvî kir ku biryara wê dê xalên ku parêzeran di derbarê destûrîbûna wan de pirs jê kirine, çareser bike. Lubna El-Sexîrî, bi saya ezmûna xwe ya li parlementoyê û pratîka xwe ya rojane ya hiqûqî, bawer dike ku reformkirina pergala dadweriyê hîn jî armancek pêwîst e. Lubna wiha domand: “Divê ev reform serxwebûna pîşeya hiqûqî jî biparêze, ji ber ev stûnek bingehîn di mîsogerkirina mafê darizandinek adil a dozgeran de ye.”
Banga ji bo nûnertiya adilanetir a jinan
Li beramberî vê, Wezareta Dadê îdia dike ku ev pêşnûmeqanûn beşek ji reforma pergala dadweriyê ye û armanc dike ku çarçoveya qanûnî ya ku pîşeya hiqûqî birêve dibe modernîze bike û rola wê di nav pergala dadweriyê de xurt bike da ku bi veguherînên ku di qadê de diqewimin re hemaheng be. Wezaret her wiha tekez dike ku pêşnûme encama pêvajoyek şêwirmendiyê ye û bendên nû digre nava xwe ku armanc dikin rêveberiya pîşeyê baştir bikin, perwerdeyê baştir bikin, parastinên ji bo mafê parastinê xurt bikin û nûnertiya jinan di encumenên pîşeyî de pêşve bibin.
Di navbera qebûlkirina pêşnûmeqanûnê ji aliyê hikûmetê ve wekî gavek ber bi reforma dadweriyê ve û israra baroyan a li ser berdewamiya xwepêşandanên xwe dema ku li benda biryara Dadgeha Destûrî ne, pêşnûmeqanûna derbarê pîşeya hiqûqî de ji bo nîqaşan vekirî dimîne ku ji hûrgiliyên bendên wê wêdetir diçe. Ew pirsek berfirehtir derdixe holê ka mirov çawa dikare lihevkirinek di navbera modernîzekirina pîşeyê, parastina serxwebûna wê û mîsogerkirina nûnertiya dadmendtir di nava saziyan de ji bo jinan çêke.