Parêzera Suweydayî bal kişand ser gotara teşwîqê ya li dijî Kurd û Durziyan
Parêzer Lîna Ebû Hemdan a Suweydayî hişyarî da ku zêdebûna gotara teşwîqê li dijî Kurd û Durziyan, li ser pirrengî û mafên Sûriyeyan metirsiyek mezin e.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Di du dîmenên ku bilindbûna gotara teşwîq û dûrxistinê ya li Sûriyeyê nîşan didin de, tirsa li ser gef û kiryarên ku endamên pêkhateyên Sûriyeyê li ser bingeha nasnameya wan a olî û neteweyî hedef digirin, zêde dibe. Xwepêşandanên xwendekaran ên ku daxwaza mafê perwerdehiyê bi zimanê dayîkê dikin û tiştê ku pê re rûbirû ma ji gef û nîşanên tirsandinê, astengiyên li pêşiya azadî û mafên çandî, eşkere dike û pirsên cidî li ser paşeroja pirrengiyê ya li welat datîne holê.
Parêzer Lîna Ebû Hemdan tekez kir dema ku ev desthilatî bi encamên plan û lihevkirinên navnetewî û herêmî hat, gihîştina desthilata niha ya bi ser desthilatê re, ne berhema pêvajoyek neteweyî ya serbixwe bû. Lîna da zanîn ku ew rolek fonksionel di nava projeyek ku Sûriye armanc dike ku dabeş bike de, dilîze. Lîna Ebû Hemdan diyar kir ku tiştê ku Şam şahidiya wê dike, alîgirekî ber bi çespandina sîstemeke totalîter ku desthilatê biparêze û pêkhateyên Sûriyeyê dûr bixe û kêmneteweyan û hêzên neteweyî ji beşdariya rastîn di birêvebirina hikûmetê û saziyên wê de bêpar bike. Lîna nîşan dide ku dema ku ew rêgezek xeternak pêk tîne ku ji bo hilweşandina tevna civakî û amadekirina zeviyê ji bo dabeşkirinê armanc dike, bilindbûna gotara mezhebî û teşwîqê di navbera Sûriyeyiyan de ne tiştekî demkî ye.
Lîna Ebû Hemdan hişyariya projeyek bi alîgirên Tirkî-Osmanî ku li gorî texmîna wê dixwaze mîrnişînek îslamî ava bike, kir. Lîna destnîşan kir ku Sûriye nikare bi mantiqê yekreng an yekpêkhate bê avakirin. Lîna bi bîr xist ku pêşeroja wê, tenê bi pirrengî, hevkarî û naskirina wekhev a mafên hemû pêkhateyên xwe dikare pêk bê.
‘Sûriye ji bo hemû zarokên xwe ye’
Lîna Ebû Hemdan anî ziman ku li dijî dabeşkirina pêkhateyên Sûriyeyê, di bin têgeha "kêmneteweyan" de derketiye û wiha domand: “Hemû Sûrî di nasnameya neteweyî û mafan de wekhev in û mafê wan heye ku beşdarî avakirina welatê xwe û birêvebirina karên wê bibin bêyî dûrxistin an cudakariyan. Desthilata niha, xwedî taybetmendiyên dûrxistinê ye. Yê din qebûl nake. Veguherîna Îslama siyasî bo projeyek ji bo serdestiya li ser welat û civakê, dibe sedema hilweşandina welatan û wêrankirina wan.”
Piştgiriya bi doza Kurd û mafê fêrbûna bi zimanê dayîkê re
Lîna Ebû Hemdan tekez kir ku Kurd pêkhateyeke bingehîn a civaka Sûriyê ne û mafên wan ên rewa hene, ya herî girîng parastina ziman û çanda wan û fêrkirina zarokên wan bi zimanê Kurdî û naskirina wê wekî zimanekî fermî ye. Lîna wiha got: “Ev daxwaz destwerdanê li ser yekîtiya Sûriyeyê nakin, belkî di nava mafên hemwelatîbûnê û pirrengiya çandî de cih digirin.”
Lîna Ebû Hemdan berteka xwe li hemberî gefên li ser xwendekarên Kurd anî ziman ku di nav de nîşandana kuştin û îşkenceyê ya ji ber daxwaza wan a mafên zimanî û çandî hebûn, anî ziman û wiha got: “Ev kiryar binpêkirinên ku Kurd berê li ser destê DAIŞ'ê dîtibûn tînin bîra xelkê û tirsên wan li ser armanckirina nasname û hebûna wan xurttir dikin. Gefên li ser xwendekarên Kurd bi dîmenên ku serdana El-Şeraa bo New Yorkê pê re bûn ve mirov dikare girê bide. Xwepêşandanên ji xelkê Suweydayê bi nîşanên ku wê bi teşwîqê ve wesifkirin ji aliyê alîgirên wî ve hatine armanckirin.”
Têkelbûna bi hikûmetê re, peymanek bê garantî
Di şîrovekirina xwe de li ser peymana têkelbûnê di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî li Şamê de, Lîna Ebû Hemdan ew bi ya lawaz wesif kir û dît ku ew ji sînorên lihevkirinên kaxezî derbas nebû, di nava nebûna cîbicîkirina rastîn û garantiyên ku mafên pêkhateyên Sûriyê diparêzin de. Lîna wiha domand: "Kurd, Durzî û hemû pêkhateyên din, mafê wan heye ku li ser axa xwe bijîn û beşdarî saziyên dewletê bibin û ji mafên hemwelatîbûnê bêyî cudakariyê kêfê bikin. Girêdana neteweyî divê bi devjêberdana ji ziman, çand an nasnameya olî neyê şertkirin û avakirina dewleteke aram pêdivî bi rêzgirtina pirrengiya Sûriyê û parastina wê heye.”
Di aliyê mafnasî de, parêzer Lîna Ebû Hemdan xwe spart daxuyaniya Gerdûnî ya Mafên Mirovan a ku di sala 1948'an de hatiye derxistin û tekez kir ku bingehên wê li ser wekheviyê ava bûne û cudakariya li ser bingeha ol, nijad, zayend an cureyên din ên cudahiyê qedexe dike.
Pêwîstiya li Sûriyeyê ya bi veguherandina mafên mirovan
Lîna Ebû Hemdan di dawiya gotinên xwe de tekez kir ku pêwîst e ev bingeh ji bo bo tedbîrên yasayî û zagonî ku hesabxwestina ji sûcdarên binpêkirinan, têkoşîna li dijî cudakariyê, parastina mafên jin û zarokan û qedexekirina îşkenceyê bi hemû şêwazên wê mîsoger bikin, bên veguherandin. Lîna got ku mafên mirovan divê ji dirûşm û nivîsan, veguherin garantiyên pratîkî ku parastina hemû Sûriyan bêyî îstisna mîsoger bikin.