Parêzer Fatîma: Nehêlin civak bibe asteng li pêşiya we

Di qadeke ku dengê radyoyê bi şanoyê re tevlîhev dibe parêzer Fatîma Nûr kûrahiya têkiliya di navbera huner û hiqûqê de eşkere dike û valahiyên ku jinan asteng dikin derdixe holê ku jinan asteng dike.

FATÎMA REŞAD

Aden – Di civakeke ku kevneşopî bi qanûnan re têkildar in û carna  maf ji ber nezanîna qanûn tên veşartin, kesayetên jin ên balkêş derdikevin holê, jêhatiyên xwe yên cihêreng wekî çekên guhertinê bi kar tînin. Parêzer, lîstikvan, kesayetiya medyayê û seroka însiyatîfa "Tîrên Qenciyê", Fatîma Nûr, modelek jinên Adenî ye, gelek şer kiriye. Her  wiha di korîdorên tarî yên dadgehan û li ser dika şanoyê ya zindî geriyaye.

Parêzer Fatîma Nûr têkiliya di navbera huner û qanûnê de zelal dike, kêmasiyên ku jin bi wan re rûbirû dimînin eşkere dike û nexşeriyek ji bo pergaleke dadweriyê destnîşan dike mafên kesên ku zirarê dîtine diparêze.

Têkiliya huner û qanûnê

Der barê çawaniya lihevhatina zimanê hişk ê hiqûqê bi zimanê afirîner ê şanoyê de, Fatîma Nûr tekez dike ku huner, perwerde, medya û hiqûq hemû aliyên heman pereyî ne û mirovahî armanca wan a dawîn e û dibêje: "Şahxane rêbazeke rasterast ji bo ragihandinê di navbera lîstikvan û temaşevanan de ye û ji ber vê yekê ew xwedî hêz e ku peyamên mirovî û mafparêz pir zûtir ji nivîsên hişk ên hiqûqî veguhezîne."

Ew destpêka xwe ya bi coş bi bîr tîne û wiha pê de diçe: "Dema ku ez xwendekara hiqûqê bûm, min yekem lîstika xwe nivîsand û derhênerî kir, ku tê de mijara zewaca zarokan dinirxand. Bi riya wê, min xwest nîşan bidim ka hiqûq û civak çawa dikarin bi hev re bixebitin ji bo edaletê ji bo jinan bi dest bixin û têgihîştina giştî biguherînin. Ji wê gavê ve, min fêm kir ku rojnamegeriya hiqûqî û bernameyên hişyariyê yên rewşa kesane, qanûnên sivîl û cezayî hêsan dikin, pira rastîn a rêxistina têkiliya di navbera welatiyan û dadgehan de ne."

Ji polê bigre heya dozên tecawizê

Rêwîtiya Fatîma Nûr bê zehmetî nebû. Dema ku ew hê di sala çaremîn a zanîngehê de bû, bi rastiya şokdar a pîşeya hiqûqî re rû bi rû ma. Diyar dike ku dema wê dest bi nivîsandin û lêkolîna dozeke tecawiz û kuştinê kiriye pir aciz bûye û wiha didomîne: “Ev doz di perspektîfa min a li ser pîşeyê de xalek werçerxê bû. Nemaze dema ku min dît hinek sûcdar çawa ji kêmasiyên hiqûqî sûdê digrin û parêzerek carna dikare tevî giraniya sûc beraet bike. Vê ezmûnê ji bo ketina qada hiqûqî di cih de piştî mezûnbûnê min dudilî kir û ez beraet kirim. Her wiha min weke mamosteyek ber bi kariyera perwerdeyê ve bir. Wê demê min hîs kir ku ez hewceyê ezmûna jiyanê ya bêtir im ka mirov çawa bi mirovan re diaxive, hişê wan fam dike, kesayetiyan lêkolîn dike û rêberiya wan dike. Medya, şano û perwerde hemû şax in, karîzmaya parêzeriyê bi pêş dixin. Dadwerî ne hewceyî pêşandan an hûrguliyên derveyî yên zêdekirî (weke makyaja bi dengek bilind) e ku di demên dawî de ji bo pîşeyê zirardar bûne lê belê ew hewceyê şêwazeke diyalogê ya hişyar û kesayetiyek îqnakirî ye ku dadwer û dozgeran neçar dike rêzê li wê bigrin.”

Tevliheviya têgeh û mafên ku jin ji wan haydar nîn in

Di nîqaşa nebûna hişmendiya qanûnî de, parêzer Fatîma Nûr kêmasiyên têkildarî têgihîştinên xelet ên hevpar di civakê de eşkere kir, bi taybetî jî peyva "parêzvan” wiha şîrove kir: "Gelek kes hay jê nîn in ku qanûn jinek diparêze ger parêzvanê wê bêyî sedemek rewa destûrê nede wê ku bi zilamekî guncaw re bizewice. Qanûn rê dide wê ku dozek bi navê 'parêzvaniya bêaqil veke da ku parêzvaniyê veguhezîne dadgehê û edaletê bi dest bixe."

Fatma Nûr diyar kir ku ev nezanî her wiha digihîje têgehên "qabîliyeta qanûnî" di formên wê yên cûrbecûr de (bazirganî, sûc û temenê mezinbûnê), ji bilî nebûna hişmendiya welatiyan li ser mekanîzmayên gilîkirina bi Dozgeriya Giştî re. Heta peyva "parêzer" jî di nezelaliyê de ye, wekî ku wê şîrove kir, "Pîşeya hiqûqî ne peyvek berfireh û giştî ye; divê cudahiyek di navbera parêzerekî sûc, bazirganî, îdarî yan kedê û kesekî ku wekî şêwirmendê qanûnî ji bo ajanseke hikûmetê, desthilatdariya herêmî yan fona xizmeta civakî dixebite were kirin.

Fatîma Nûr, dema ku behsa ezmûna xwe ya radyoyê dike, bawer dike ku radyo carna ji ber gihîştina wê ya hêsantir bandoreke ji televîzyonê mezintir dike. Ew rexne li gotûbêjên medyaya kevneşopî dike û dibêje: "Gelek weşanger bi zimanekî hişk û tevlihev diaxivin ku guhdar bêzar dikin. Bi riya bernameya xwe ya hiqûqî ku di du sezonên xwe yên pêşîn de serkeftinek mezin bi dest xist, min piştrast kir ku ez agahdariyê bi lez û bez û kurt pêşkêş bikim. Bi rastî, di sezona yekem de, min heta mîzah jî bi kar anî da ku materyalên hiqûqî hêsan bikim. Vê yekî jî deng veda."

Rastiyên dadgehê

Der barê mafên jinên hevjînê xwe berdane de ku gelek kes ji nedîtî ve tên, Fatîma Nûr hejmarek mafên darayî û qanûnî yên berdest bi berfirehî rave kir û wiha anî ziman: "Jinek xwediyê mafên qanûnî ye ku ji bo şîrdana zarokê xwe (heta du salan) û ji bo lênêrîna wî pere bixwaze. Jin xwediyê mafê paşxistina mûçeyê, tezmînata ji bo berdanê û dabînkirina xaniyek li gorî zagonê 'guncaw ji bo mezinkirina zarokan' e ku ji bo dayîka hevberdayî hawirdorek ewle peyda dike da ku zarokên xwe mezin bike."

Fatîma di berdewama axaftina xwe de tekez kir ku gelek kes xeletiya razîbûna bi mîqdarek biçûk a piştgiriya zarokan dikin ku lêçûnên cil, dibistan û lênihêrîna bijîşkî nagire nava xwe û wiha got: "Tevî xurtbûna metnên qanûnî, em bi rastiyên pratîkî yên di dadgehê re rûbirû dimînin."

Fatîma qanûnan wekî "hişk" bi nav dike û destwerdana qanûna adetî li ser qanûndanînê rexne dike. Fatîma wiha berdewam dike: "Jin carna matmayî dimînin, dema ku dibînin hinek dadwer meyla wan heye adetên eşîrî li şûna qanûnê bi cih bînin. Her çendî qanûn hakemtiya eşîrî bi doz û pîvanên taybetî sînordar dikin û di mijarên zewac, rêz û hevberdanê de bi tevahî qedexe dike. Ev hevgirtin pevçûn û tundiyê diafirîne ku ne tenê bandorê li mexdûr dike, di heman demê de digihîje parêzera jin bi xwe jî di vî warî de rastî binpêkirinên tevlihev tê."

Fatîma Nûr her wiha beşek jı medyayê jî berpirsiyar dît û kêmasiyên medyaya dîtbarî û dengî di veqetandina bernameyên hişyariyê yên birêkûpêk ji bo jinên malê (hem xwenda hem jî ne xwenda) de ji bo perwerdekirina wan li ser mafên wan, nemaze der barê mijarên wekî zewaca zarokan û înkarkirina mîratê ji bo jinan li deverên gundan ji ber serdestiya qanûna adetî li ser şerîet û qanûnên heyî.

Peyameke serhildanê ji bo jinan

Parêzer Fatîma Nûr peyameke bihêz lê hêvîdar ji jinan re şand û got: "Nehêlin civak li pêşiya we bisekine û tirs bikeve dilê we. Mafên we temam in; di mîrat, perwerde û tenduristiyê de hûn xwedî maf in. Ger hûn tiştek nizanin, bipirsin û bixwînin da ku kes nikaribe we îstîsmar bike. Jiyan ne nivînek ji gulên sor e û em hemû rastî binpêkirin û tundiya civaka baviksalar hatine. Carna li hemberî dîtina jinek bi meqam, statu û azadiya ramanê radiweste. Lê hûn bihêz û wêrek in, li ber xwe bidin û dev jê bernedin."

Parêzer Fatîma Nûr gotinên xwe bi destnîşankirina armancên xwe yên pêşerojê wiha bi dawî kir: “Bi hêviya ku serweriya hiqûqê li Adenê serdest bibe da ku tevahiya civakê hevseng be. Divê guhertinên radîkal ên qanûnî di qanûnên rewşa sûc û kesane yên Yemenê de çêbibin da ku sûcên nû û tirsnak ên wekî tecawizê çareser bikin. Cezayên heyî qels in û çavên sûcdaran natirsînin. Dixwazim ceza ji bo parastina kesên bûne hedef werin zêdekirin."