Nefîsa Lehreş: Divê Rêxistinên Femînîst ên Cezayîrê ji bo mafên jinan bibin yek

Aktîvîsta femînîst û Seroka Komeleya Neteweyî ya Jinan Nefîsa Lehreş, diyar kir ku pêdivî bi yekgirtina Rêxistinên Femînîstên Cezayîrê heye.

NECWA RAHÎM
Cezayîr - Aktîvîsta femînîst û Seroka Komeleya Neteweyî ya Jinan, Nefîsa Lehreş di hevpeyvînek bi ajansa me re piştrast kir ku daxwazên femînîstên Cezayîrî neguherîne, ji ber ku bingeh mafên jinan e û maf yek in. Ji ber vê yekê daxwaz bi pêşketina civakê re bi pêş ve diçin û civak bi guhertina rastiya civakî, mirovî û ramyarî li tevahî cîhanê diguhere.
Nefîsa Lehreş çalakvana mafên mirovan, Seroka Komeleya Neteweyî ya Jinan û Rêvebera Radyoya Dengê Jinan e. Wê ji me re qala rola tevgerên femînîst li Cezayîrê kir her wiha rewşa mafên mirovan ji jinan re nirxand. Nefîsa bawer dike ku raza gihîştina daxwazên femînîst, yekitiya prensîba wekheviyê, misogerkirina jiyana guncaw ji bo hemû jinan û terikandina parastina mafên kesane ye.
Hûn rewşa mafên mirovan a jinên Cezayîrî çawa dinirxînin?
Jinên Cezayîrî, bi tekoşîna xwe ya dirêj karibûn gelek daxwazan pêk bînin û têkoşîna wan  bêtir bi destkeftiyan didiome. Rewşa mafên mirovan ji bo jinên Cezayîrê îro hê jî tevlihev e, ji ber ku jinan mafên xwe yên tam bi dest nexistine, di gel ku baweriya min bi wê yekê heye Destûra Cezayîrê yek ji baştirîn destûra bingehîn e di cîhana Ereb de. Ji ber ku tê de nirxên wekhevî û mafên jinan hene lê pirsgirêka rastîn di çawaniya bicihkirina van qanûnan de ye. Di encama fakterên tevlihev ên civakê, yên ku jin xistine xefika bêbaweriya bi xwe û haydarbûna ji mafên xwe.
Gelo daxwazên femînîst ji salên 1990'î heya îro hatine guhertin?
Daxwazên femînîstên Cezayîrê neguheriye, ji ber ku bingeh mafên jinan e û maf yek in. Ji ber vê yekê daxwaz bi pêşketina civakê re pêşve diçin û civak bi guhertina rastiya civakî, mirovî û ramyarî li tevahî cîhanê diguhere.
Ez dikarim bêjim ku guherîn di pêşniyarê de bû, ji ber ku zextên piştî salên nodî xuya bûn ji zextên wê serdemê dijwartir bûn. Em ditêkoşiyan ku wekheviyê bi cih bînin, qanûna malbatê biguherînin û formulekê bibînin ku destûrê bi cih bînin lê piştî wê jiyana jinan hat ket bin tehdîtê. Ji ber ku ew doza wekheviyê dikin lewma daxwazên me ji wekheviyê veguheztin mafên jiyanê yên jinan.
Rola ku divê komeleyên femînîst ji bo bigihîjin beşek mezintir bilîzin çi ye?
Pêdivî heye ku rêxistinên femînîst roleke mezin bilîzin di gihîştina perçeyek mezintir de. Ga va yekem ku divê bavêjin guhertina bingehîn ji bo jinan e. Ji ber ku hebûna jinên bindest û haynebûna ji mafên wan xetera herî mezin a têkoşîna jinan e.
Komele yan jî tevgerên jinan li Cezayîrê çi bi dest xistine?
Rêxistinên femînîst karibûn gelek destkeftiyan bi dest bixin. Wekî sererastkirina qanûna malbatê û jinan gelek destkeftiyan ji nû ve bistînin lê van komeleyan jî ji ber nebûna serxwebûn û rêxistinbûna xwe têk çûn û ev ji ber dabeşbûna wan a li ser du celebî ye. Komeleyên girêdayî pergalê û yên din ên ku ne serbixwe ne. Bi vî awayî daxwazên komeleyên jinan bi hin partiyan ve girêdayî dibin lê di her rewşê de, serfiraziyek mezin heye ku çalakvanên femînîst bi derbaskirina ramanan û gihîştina daxwazên civakê bi dest xistin.
Gelo baweriya jinan ji baweriya tevahî civakî cuda ye?
Ew ji baweriyên civakê cuda nîn e, ji ber ku di eslê xwe de hêmanek civakê ye lê cudahî ji ber awayê xebata civakan û rêgezên wan e. Ger komeleyên jinan ên bi pergalek pêşverû ku ji berjewendiya jinan re xizmetê dikin dikarin serfiraziyê bi dest bixin lê heke ew bi rejîmên bertekdar re têkildar bin, wê hingê dê bêguman têk biçin.
Daxwazên femînîst çima ji hêla civakê ve tên redkirin?
Pêdivî heye ku rêxistinên femînîst ne di wateya yek komeleyê de bibin yek, belkî bi nêrîn û ramanan re li hev bikin. Heke di warê siyasî, çandî yan zimanî de jî ji hev cuda bin, ji ber ku ya herî girîng xebata li ser yek armancê ye, ew jî pirsgirêka mafên jinan e û divê pirsgirêkê wekî prensîb û xala civînê ya çalakvanan binirxînin. Em wiha bibêjin femînîst rastiya civakê diguherînin.