Li Tûnisê rojnamevan tên astengkirin

Endama Buroya Neteweyî ya Sendîkaya Rojnamevanên Tûnisê, Cîhan El-Lawatî nerazîbûna xwe li hemberî êrîşên li ser rojnamevanan û astengkirina medyayê anî ziman.

NEZÎHA BOSEÎDÎ

Tûnis – Li gorî daneyên ku ji destpêka salê ve ji aliyê Sendîkaya Rojnamevanên Tûnisê ve hatine weşandin, diyar bûye ku rewşa medyayê li Tûnisê di qonaxek krîtîk de ye. Sendîka tekez dike ku pêwist e rojnamevan di vê serdema hesas de rola xwe ya profesyonel biparêzin, ji ber ku ev yek weke hewldanên rayedaran ji bo sînordarkirina azadiya derbirînê û belavkirina medyaya giştî dibînin. Sendîka îdia dike ku azadiya medyayê yek ji destkeftiyên herî girîng ên serhildana 2011'an e.

Raporên eşkarekirina êrîş û hedefgirtina rojnamevanan

Yekîneya Çavdêriyê ya Sendîkaya Rojnamevanên Tûnisê rapora xwe ya dawî ya meha Tîrmehê weşand. Di rapor de agahî û êrîşên ku di 6 mehên pêşîn ên salê de li dijî rojnamevan, wênegir û kameravanan hatine kirin hene. Di raporê de hat diyarkirin ku çavdêriyê ji 20 raporên bûyeran ên bi riya telefonan, şopandina medyaya dîjîtal û têkiliya rasterast bi rojnamevanan re girtine, 16 êrîş li dijî rojnamevan û wênekêşan, tomar kirine.

Hejmara êrîşan li gorî Hezîrana borî du qat zêde bû, yekîneyê ji 10 agahiyên ku girtine 8 êrîş li dijî rojnamevan û wênekêşan tomar kirine. Li gorî raporê 13 kes bi binpêkirina mafan re rû bi rû mane ku 5 jê jin û 8 jê mêr e her wiha 12 ji wan rojnamevan û yek jî wênekêş e.

11 rêxistinên medyayê bi astengkirinan re rû bi rû hatin. 4 ji wan malperên karîkaturan, 4 radyo, 2 televîzyon û rojnameyeke çapkirî ne. Her wiha 9 ji wan rêxistinên Tûnisî û rêxistineke biyanî di nava qurbaniyan de bûn. 3 rojnamevanên serbixwe jî hatin astengkirin.

'Hedefgirtina rojnamevanan tundiya li ser bingeha zayendî ye'

Endama Buroya Neteweyî ya Sendîkaya Rojnamevanên Tûnisê, Cîhan El-Lawatî got ku her raporek wêneyekî nû yê binpêkirinên li dijî rojnamevanan e. Cîhan El-Lawatî wiha axivî: "Tiştê nû di vê raporê de êrîşên ku ji aliyê ofîsên medyayê ve li dijî rojnamevanan tên kirin û redkirina nedayîna akrditasyonê ji rojnamevanên ku li Tûnisê ji bo kar û pratîzekirina pîşeyê xwe akredîte bûne ne. Êrîş li ser medyaya dîjîtal, bi taybetî li dijî rojnamevanên jin, çêdibin. Ev yek weke cureyek tundiyê li ser bingeha zayendî tê hesibandin. Sendîka pêşniyar dike ku li ser binpêkirinên di festîvalên havînê de hatine tomarkirin lêpirsînek were vekirin, ji ber nebûna zelalî û wekheviyê di pêvajoya akredîtasyonê ya rojnamevanan de."

Daxwaza lêpirsîn û betalkirina fermana 54’an

Ji rayedarên dadwerî tê xwestin ku rêzê ji mafê gihîştina agahdarî û nûçeyên çapemeniyê di dadgehê de bigrin. Her wiha hat diyarkirin ku divê hemû astengiyên zagonî yên li pêşiya karê rojnamevanan rakin û pêkanîna fermana 54'an li ser têkoşîna li dijî sûcên pergalên agahdarî û ragihandinê di dadgehan de rawestînin heta ku pêşniyara guhertina niha di Meclîsa Nûnerên Gel de tê nîqaşkirin bi tevahî were nirxandin.

Medyaya giştî balê nakşîne ser çalakî û daxwazên gel

Sendîkaya Neteweyî ya Rojnamevanên Tûnisî nebûna nûçeyên ji aliyê dezgehên medyayê yên giştî ve li ser çalakiya Sendîkaya Giştî ya Karkerên Tûnisî (UGTT) şermezar kir. Di daxuyaniya sendîkayê de hat gotin ku ew bi fikar astengiya medyayê ya berfireh dişopîne ku ji aliyê piraniya dezgehên medyayê yên giştî ve li ser çalakiya neteweyî ya ji aliyê UGTT'ê ve di 21'ê Tebaxê de hatibû organîzekirin hatiya ferzkirin. Bi hezaran welatî beşdarî çalakiyê bûn ji bo daxwazên neteweyî derbibirin. Diviyabû ku bi berfirehî li medyayê xwedîderketin çêbibe lê piraniya dezgehên medyayê yên giştî ew paşguh kirin.

'Veşartina agahiyan binpêkirina mafê welatiyan e'

Sendîkayê her wiha da zanîn ku veşartina agahiyan ne tenê şaşiyeke pîşeyî ye, ji prensîbên bingehîn ên karê medyaya giştî dûrketinek e û binpêkirina mafê welatiyan ji bo medyaya azad û zelal e. Her wiha derî li ber belavbûna agahiyên şaş li ser medyaya dîjîtal vedike û bandoreke neyînî li ser baweriya raya giştî bi medyaya neteweyî re dike.

Tunebûna dezgehên medyaya giştî dibe sedema van bûyeran

Sendîkayê bi şermezarkirina girtina medayayê tekez kir û ev kiryar nayê qebûlkirin e û ziyanê dide dîmenê medyaya neteweyî. Sendîkayê dezgehên medyaya giştî ji nebûna vê bûyerên berpirsyar girt, ji ber ku prensîbên pîşeyî û mafê raya giştî yê agahdariyê binpê dike. Her wiha rayedarên siyasî berpirsiyar girt ji bo hilweşîna hinek mekanîzmayên çavdêriya serbixwe. Weke Desteya Bilind a Serbixwe ya Ragihandina guhdarî û dîtbarî ku rê da şaxa rêveberiyê serdestiya medyaya giştî, bike.

Sendîka berpirsyariya xeletiyan digre ser xwe

Sendîkayê diyar kir ku ew ê berpirsyariya tevahî ya rûbirûbûna vê xeletiya pîşeyî ya xeternak bigre ser xwe û dê bi hemû aliyên pêwendîdar re bixebite da ku serxwebûna pîşeya rojnamegeriyê biparêze û wê ji her tiştê ku exlaq û nirxên wê xera dike biparêze. Sendîkayê tekez kir ku ji bo baweriya Tûnisiyan bi medyayê çêbibe, divê ev xeletî were dîtin û pejirandin. Herî dawî diyar kir ku girtina berpirsiyariyê û destpêkirina reformên rastîn ên ku medyaya giştî vedigerîne cihê xwe yê xwezayî weke platformek ji bo gel û parêzvanek rastiyê dikare were bidestxistin.