‘Li Mexribê Têkoşîna jinan di pêvajoyek dijwar re derbas bûye’
Çalakvan Zahrat Al-Wardi teqez dike ku destkeftiyên jinên Mexribî, ji bo ku aktîf beşdarî jiyana giştî bibin û xwe bi pêş bixin asoyên nû li pêşiya wan vekirine lê rastî gelek astengiyan hatine.
HANAN HARITE
Mexrib- Tevgera jinan a Mexribê dest bi hemleyek guhertina ji kokê û giştî ya zagona malbatê kir ku êdî bi makezagonê û peymanên navdewletî yên welat îmze kiriye bi nakok e û bersiva guhertinên civakî û aborî nade.
Çalakvan û endama ofîsa cîbicîkar a komeleya Yekitiya Karên Jinan; Zahrat Al-Wardî ji ajansa me re behsa pêşxistina mafên jinan li Mexribê kir û diyar kir ku di rêgeheke dijwar re derbas bûye carna rawestiya ye carna hêdî meşiyeye û carna jî destkeftiyên xwe parastine.
Yekitiya Karên Jinan pêşxistina mafên jinan li Mexribê çawa dinirxîne?
Pêşxistina rewşa ku jinên Mexribî ji xwendinê girtine û derketina wan a kar û bidestxistina berpirsyariyan li rex mêran û di hemû waran de zêde bû. Hemû destkeftiyên jinan li gorî hişmendiya civakî ne ji mafên wê bû, tenê bi serxwebûna Mexribê û bangawaziyên Tevgera Niştimanî ya wê demê re hat ku girîngî dan xwendina jinan lewre hemû malbatan zarokên xwe keç û xort dişandin dibistanan. Di encama koçberiya hundirîn ber bi bajaran ve ji bo kar jin jî derketin karê zeviyan, kargehan û malan û êdî jinên derçûyî zanîngehan cihê xwe di warê perwerde, tendirustî û rêveberiyê de girtin. Lê nêrîna kêm ji jinan re her hebû ku cihê wê tenê bi awayê xwezayî mal e û xwedîkirina hevjîn û zarokên wan e.
Di nava vê rewşê de Tevgera Hiquqî bi pêşengiya têkoşerên jin û mêr û partiyan û ciwanên nû ji zanîngehan derçûne ava bû ku baweriya wan bi mafên jinan weke hevkarên mêran di hemû hiqûqan de hebû. Roleke wan a girîng di destpêkirina rêgeha mafên jinan de hebû û Tevgera Jinan dest pê kir weke hêzeke pêşniyar û zextê ji bo mafên jinan pêk bînin.
Bi zagona 103-13’an kiryarên ku sûc nedihatin hesibandin edî sûc tê dîtin
Her wiha tevlibûna Mexribê ji zêdetirî 30 salî ve nava pergala hiqûqî gerdûnî de tevlî gelek peymanên navdewletî bû girêdayî mafên jin û zarokan û li gorî zagonên niştimanî bû. Weke peymana têkoşîna li dijî hemû cureyên cihêkariya li dijî jinan û peymana mafên zarokan dikaribûn guhertinên girîng di gelek zagonan de pêk bînin. Tevî ku ne giştî ne rê ji hîn dîmenên cihêkariyê re vekiriye û bi taybetî di zagona malbatê ya sala 2004’an de ku wekheviya navbera herdu zayendan de ku berê nebû diyar kirine. Li gel zagona kar ya sala 2003’an dîsa wekheviya kar navê mêr û jinan de diyare. Zagona saziyan jî hinekî sererastkirin û zagona hemwelatiyê sala 2007’an ku jin êdî dikarin hemwelatiya xwe Mexribî bidin zarokên xwe ji bavên biyanî. Zagona têkoşîna li dijî tundiyê 103-13 ku di sala 2018’an de derket tê de gelek kiryarên ku berê sûc nedihatin hesibandin êdî li dijî jinan sûc in.
‘Makzagona 2011’an wekheviya mafên siyasî, aborî, civakî, çandî bi cih anî’
Zagona bazirganiya mirovan hejmar 14-27 sala 2016’an de ji bo parastina jinan ji hemû bikaranînan biparêze derket weke karê fihûşê, karê bi darê zorê, parskirinê û koletiyê parast. Zagona karmendên malan hejmar.12-19 girêdayî şert û mercên kar derket.
Nûnertiya jinan di meclisên hilbijartî, bername û stratejiyên xurtkirina jinan di warê siyasî, aborî û civakî de zêde kirin bi makzagona 2011’an encam da ku wekheviya mafên siyasî, aborî, civakî, çandî û hawirdorî bi cih anîn.
Van destkeftiyan asoyên nû li pêş jinan vekirin ku aktîf beşdarî jiyana giştî bibin û rewşa xwe bi pêş bixin lê gelek astengî hebûn rê nedan jinan weke hişmendiya berxwedêr ji her guhertinan re û di asta ragihandin û perwerdeyan de jî ev maf dirust bi cih neanîn. Li gel nakokiyên di metnên van zagonan de derketina pêwîstî bi lêvegereke giştî hebû da ku li gorî makezagonê û peymanên navdewletî be û siyasetên giştî pêşxistina mafên jinan nekirine ajandayên karên xwe.
Derengketina desteya wekheviyê û têkoşîna cihêkariyê mînak û lewaziya jinan di bidestxistina mafên xwe ye ji ber hejariyê, nexwendin û tundiya rast tên.
Piştî 19 sal di ser zagona malbatê re derbas bûn nakokiyên ku hûn li ser rawestiyane çi ne?Gelo daxwaza lêvegera zagonê nîqaşên alî vedike? û sererastkirina zagonê astengdar dike?
Yekitiya Karên Jinan li gel tevgerên jinan di nava (Koordînasyona jinan ya guhertina giştî û kur ji zagona malbatê re) banga guhertinek giştî ji zagonê re dikin ku wekheviyê aktîf bikin li gorî makzagonê û girêdanên Mexribê navdewletî be.
Zagona malbatê guhertinek girîng di warê rêxistinkirina rewşa kesane de û wekheviya di navbera herdu zayendan de pêk aniye lê di 19 salan de gelek nakokiyên zagonî tê de hebûn ku zordayî û cihêkarî dijî jinan mabû weke metinên girêdayî zewacê, zewaca temen biçûk, hevberdan, walîtiya zarokan, nefeqe, dabeşkirina milkên malbatê, îsbatkirina bavê zarok, pirzewacî û mîrasê. Jin di van waran de nehatin parastin û mekanîzmayên bicihkirina van zagonan nebûn weke alîkariya dadgerî û pisporan.
Ji vê xalê de Tevgera Jinan têkoşîna xwe berdewam kir û hemleya guhertina giştî ya zagona malbatê li dar xistin ku êdî ev zagon li dijî makezagonê û peymanên navdewletî maye ne li gorî guhertinên civakî û aborî ku li welat rûdane ye.
Aliyên cihêkariyê ku di zagona malbatê de pêwîstî bi sererastkirinê heye çi ne? û daxwazên we çi ne?
Em dikarin hin aliyên zordar û kêmasiyên di bendên zagonê de xuya bikin weke hembêzkirina zarokan em daxwaza rakirina cihêkariyê di navbera dê û bavên hevberdayî de rakin û di mijara hevberdanê de careke din mafê jinê di xwedîkirina zarok de neşkîne dema ku bav careke din dizewice ku berjewendiya zarok li pêş be û serdanên dê û bav ji zarok re wekehev bin nebe mijara nakokiyên wan.
Ji bo nefeqeyê jî em dibînin pêwîst e pîvanên dadwer hebin ji bo mafên zarokan neyên binpêkirin û rastiya dahata bav diyar be jiyana bi rûmet ji bo jinan û zarokan bê misogerkirin. Ji bo mafên zarokan divê dewlet mekanîzmayan diyar bikin li gorî benda 54 ji zagona malbatê mafê zarok bê parastin.
‘Di pêşxistina rewşa malbatê û pêşveçûna civakê de jin di nava zordariyê de dijîn’
Der barê pirzewaciyê de, tevî ku civak ev mijar derbas kiriye jî bi rêjeya ji %/ 24 lê ew aliyekî cihêkariyê ye rûmeta jinan kêm dike divê bi giştî rabe. Pêdivî bi guhertina sîstema mîrasê jî heye di asta beşdariya jinan di pêşxistina rewşa malbatê û pêşveçûna civakê de jin di nava zordariyê de dijîn. Ji % 1 ji jinan xwediyên zeviyên çandiniyê ne û ji % 7 jin xwedî mal in.
Zewaca di temenê biçûk de jî ji bo mafên zarokên keç zordariyek mezin e û mafên wan di xwendin û tendirustiyê de tê binpêkirin. Trajediyên civakî derdikevin asta bêxwendinê û hejariyê di nava jinan de zêde dikin lewra pêwîst e zewaca di temenê biçûk de kêmtirî 18 salan bê qedexekirin û madeya 16 ji zagonê bê rakirin, xwendin heta temenê 18 salî were ferzkirin.
Di dabeşkirina milkên malbatê de di benda 49’an de diyar nebûye pêwîst e di belgeyek serbixwe li gel girêbesta zewacê be ku mafê jinê di milkên malbatê di dema zewacê de bên parastin weke girêbestek girîng û karên jinan di malê de û xwedîkirina zarokan jî bê hesibandin.
Ji bo mijara îsbatkirina baviktiya zarok mafên zarokan nehatiye parastin li gorî beşa 32’yan ji makzagonê divê bi awayekî zanistî li gorî taqiyên jenetîk bê îsbatkriin.
Li gel daxwazên sererastkirina zagona malbatê daxwazên lêvegera zagona cezayan jî heye, bi nêrîna we cihêkarî di vê zagonê de heye?
Tevgera jinan mijara lêvegera zagona cezayan dişopîne li wezareta dadweriyê, di van mehên li pêş de dê were ragihandin, bi riya foruman me banga vê lêvegerê kir ku mafên hiqûqî û sivîl ji bo jinan bike û rewşa wan bi pêş bixe, cihêkariya li ser bingeha zayendî rabe. Hemû nakokiyên vê zagonê di asta metnan de rakin û hin kiryaran weke destdirêjiya hevjînî sûc bibînin û hin tevgerên ji bo azadiya kesane sûc nebînin.