“Kuştinên jinan li Filistînê di navbera eşîrtî û hiqûqê de”
Fatma Ebû Nadî ya belgeya binavê "Kuştina jinan li Filistînê di navbera eşîrtî û qanûnê de" amadekirî da zanîn ku sucdarên kuştinên jinan di navbera eşîrtî û qanûnê de tê parastin.
REFÎF ÎSLÎM
Xeza - Di nava du salên borî de li Filistînê ji ber sedemên curbecur zêdebûnek berçav di rêjeya kuştina jinan de hat tomar kirin. Pêwîstbû li hemberî vê rêjeya metirsîdar a kuştinên jinan saziyên peyîwendîdar li qanûnên herêmî binêrin û testên wan lêkolîn bikin, sedema kuştinan diyar bikin ku asta pêwendiya wan bi peymanên navdewletî yên îmzekirî re bê zanîn. Ji bo bikarin zêdetir li ser mijarê serwextbibin ku bandorên din ên wekî destwerdanên êlan ên dibe sedema berata sûcdaran ji girtîgehê piştî rûniştina bi malbata qurbaniyan re bê zanîn û li hember vê yekê helwest bê nîşandan. Derbarê fikra amadekirina belgeyên lêkolînê yên ku di bin navê "Kuştina jinan li Filistînê di navbera eşîrtî û qanûnê de" derket, lêkolînera ku ew belge amade kirî berdevka medyayê ya Komîsyona Navneteweyî ya Piştgiriya Mafên Gelê Filistînê "Heşd" Fatma Ebû Nadî ji ajansa me re axivî.
“Di nava du salan de 87 jin hatin qeitilkirin”
Fatma Ebû Nadî derbarê mijarê de despêkê ev agahî da: "Fikra amadekirina belgeyan di encama zêdebûna dozên kuştina jinan ên di navbera salên 2019-2022'an de derket holê. Ji ber nebûna astengiyek qanûnî ya ku jinan diparêze her diçu rêjeya wê zêde dibû. Pêşgotina belgeyan destnîşan kir ku kuştinên jinan li Filistînê tundutujiyeke berdewam, ji bo civakek a ku adet û kevneşopî têde serdest e ava dike. Ji ber ku hejmara qurbaniyên kuştinên jinan di navbera 2019-2021'an de gihîştiye 87’an ku 52 li Kenara Rojava û 35 jî li Xezayê. Hejmara mexdurên tacîz û şidetê jî ne kêmî wê ne, li ser asta tundiya ku li ser jinan hatiye kirin bi hemû cureyên wê çi fizîkî, çi devkî, çi derûnî be.”
Fatma Ebû Nadî bilindbûna kuştina jinan di civaka Filistînê de bi kontrola baviksalarî ve girêdide û bilêv kir ku ji ber vê yekê jin berdewam lêdanên tund dibîne heta tê asta canê wê winda dikin da ku jê re nebêjin jineke hevberdayî û da zanîn ku nebûna hişmendiya dadwer di civakê de dihêle ku jin teslîm bibin û bibin piştgirên wan tawanên ku li dijî wan hatine kirin, li gel vê rewa mexdûr jî divê ji zarok û malbatê re bibe qurban.
“Ji sedî 23 jin ji aliyê xizmên xwe ve tên qetilkirin”
Fatma Ebû Nadî diyar kir ku hejmara jinên ji aliyê bav û birayên xwe ve, ango xizmên xwe yên di rêza yekem de tên kuştin, li gorî belgeya lêkolînê, bi qasî ji sedî 23 ye û rêjeya jinên ku ji aliyê mêrên pêre zewicî ve tên kuştin ji sedî 27 e. Ji xwe di zêdekirina van rêjeyan de roleke din a dabeşkirina siyasî heye, nebûna rola encûmena zagonsaz ku di serî de berpirsê danîna yasayên nû yan jî serastkirina yasayên niha li gor pêwîstiyên demê ye.
Fatma Ebû Nadî behsa wê yekê kir ku qanûnên taybet bi jinan di destûra Filistînê de sedemek zêde ye ji bo zêdekirina dozên kuştinê, ji ber çend şiroveyên wek nimûne, xala 98’an a yasaya cezayê ya Filistînê jimare 16 hincetên weke ku sucdar hêrs bûye nîşan dide ev jî dibe sedema parêzvaniya sucaran.
"Pereyê xwînê"
Fatma Ebû Nadî eşkere kir ku êl di xurtkirina çanda baviksalarî û neparastina mafên jinan de roleke mezintir dilîze û di demek nêzîk de ger jinek were kuştin, komek navdarên civakê diçin cem malbata wê heya ku têgihîştinek pêk were û sûcdar piştî ku "Pereyê xwînê" dide malbata qurbanî serbest tê berdan. Ev yek jî desturek qanûnî ye. Li gorî xala 18'an a qanûna Filistînê "Dadgeh dikare bi dayîna pereyê xwînê sucdar efû bike.”
Fatma Ebû Nadî amaje bi wê yekê kir ku tevî hemû hewldanan, bûyerên tundutujiya li dijî jinan hîn jî girêdayî adetên civakê û lihevkirina eşîrî ne ku bûye sedema zêdebûna dosyeyên kuştinê ku gelek caran bi hinceta "namûsê" tên kuştin. Fatma bilêv kir ku dîtina li van binpêkirinên li dijî jinan ên bi kuştinê ve girêdayî ye, weke ku beşek ji mîrasa çandî ya ku rê dide dawî li jiyana xwe bîne, êdî mijareke ku nayê qebûlkirine.
Fatma Ebû Nadî banga hevsengkirina qanûn û lihevkirina eşîran kir ku di dosyayên kuştinê de bi awayekî cidî bi wan re danûstandin were kirin û cezayên îdamê ji bo pêşîgirtina li civakê û kêmkirina tundiya li ser jinan were sepandin digel ku divê destwerdana eşîran pêşî li qanûnê negire. Fatma Ebû Nadî di dawiya axaftina xwe de got ku divê jin bi zanebûna zagonan bi çalakiyên hişyariyê yên ku bi berdewamî ji aliyê saziyan ve tên meşandin, bi hêz bimînin û mafên xwe biparêzin û got ku divê jin biçin sazî û dezgehek pispor di mijarên şîdeta li ser jinan de ji bo ku gilî bikin an jî şêwirmendî û parastina guncaw bistînin, berî ku pir dereng bibe.