Hiqûqnas Emgîhan Hisên: Tecrîd di aliyê hiquqî de jî nayê pejirandin
Hiqûqnas Emgîhan Hisên tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û da zanîn ku tecrîd zagonên hiqûqî û mirovî binpê dike, dewleta tirk di vê mijarê de sûcdar e û divê hesab jê were xwestin. Her wiha aliyên ev zagon pejirandibûn di vê pêvajoyê de hevkariyê bi dewleta tirk re dikin.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 22 sal in di encama kompoloyeke navneteweyî de di 15`ê Sibata 1999`an de hat girtin. Dewleta tirk tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê dide meşandin. Her wiha serlêdanên parêzer û malbatê jî red dike. Rêberê Gelê Kurd di van 22 salên ji tecrîdê de tenê du caran bi telefonê bi malbata xwe re axiviye. Cara yekemîn di 27`ê Nîsana 2020`an de bû û cara duyemîn jî di 25`ê Adara 2021`ê de. Her wiha ji parêzeran Newroz Uysal û Rêzan Sarica, piştî 8 salan di navbera 2-22`yê Gulanê, 12-18`ê Hezîranê û 7`ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê. Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bi bihaneya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2009`an de mafê parastina bi navê "Nexşerê" ji Dadegeha Mafên Mirovan a Ewropayê re şandibû, dewleta tirk di 23`ê Îlona 2020`an de cezayê qedexeya hevdîtinê li parêzeran birî. Ev ceza di 23`ê Adara 2021`ê de bi dawî bû lê dîsa jî serlêdanên parêzer û malbatê bê bersiv dimînin.
Di vê çarçoveyê de Hiqûqnas û Endama Dîwana Edaletê ya Herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emgîhan Hisên rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hiqûqî ve nirxand û binpêkirinên dewleta tirk ji zagonên navnetewî re anî ziman.
Dewleta tirk li gorî berjewendiyên xwe qanûnan bi kar tîne
Emgîhan rewşa Rêberê Gelê Kurd di girtîgehê de anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ev 22 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girava Îmraliyê de ye. Ji ber Rêber Apo nehat dadgehkirin, em nizanin ew li ser çi bingehî û bi çi sûcî hatiye girtin. Li gorî zagonên navneteweyî mafên hemû girtiyan heye sûcê xwe nas bikin, hevdîtinê li gel parêzerên xwe çêbikin û malbat jî serdana wan bikin. Lê em dibînin ku serlêdanên parêzer û malbata Rêber Apo nayê qebûlkirin. Her wiha demek berê pirsgirêkên wî yên tendirustiyê jî çêbûn, mafê parêzeran heye bizanbin ka rewşa muwekîlê wan çawa ye. Lê dewleta tirk bi van kiryaran sûc dike û divê tevahî dewletên navneteweyî li hemberî nêzikatiyên Tirkiyeyê xwedî helwest bin. Divê di vê çarçoveyê de hesab ji dewleta tirk were xwestin û pirsa çima Rêber Apo di tecrîdeke giran de ye were zelalkirin. Her wiha bi sedan rêxistinên ku mafên mirovan diparêzin hene lê em dibînin dema ku mijar gelê Kurd be ango rêberê wê birêz Abdullah Ocalan be, zagonên mafên mirovan namînin."
Emgîhan di berdewamiya nirxandina xwe de pirsa sûcê Rêberê Gelê Kurd kir û ev tişt got: "Em vê yekê dipirsin, gelo sûcê Rêber Apo ew e ku behsa doza gelê Kurd, Neteweya Demokratîk, maf û azadiya jinan dike? Ger sedemên girtina wî ev bin, wê demê dewleta tirk bi rengekî fermî hiqûq û edaletê binpê dike. Li gorî zagonên hiqûqî û yên dadgehan, girtî çi sûc jî kiribe mafê wî yê hevdîtina bi malbat û parêzeran re heye. Her wiha girava ku Rêber Apo lê dimîne jî cihekî nebaş e. Mafê tu kesê tune ye girtiyekî li giraveke tekane dîl bigre. Em bawer in ku heger dewleta tirk bikaribûya oksîjenê li ser rêber Apo qut bikira, wê vê yekê jî bikira."
“Armanca dewleta tirk û hevkarên xwe qirkirina gelê Kurd e”
Emgîhanê bal kişand ser êrîşên li ser Kurdistanê û wiha pêde çû: "Dema mirov derbasî girtîgehê dibe mafê wî yê rabûn û rûniştandinê, meş û razanê, xwarin û vexwarinê heye. Ev xal ji bo min ne girîng in, ya girîng ew e ku ez wî girtiyî li gorî zagonan dadgeh bikim û cezayê wî bidimê. Lê dewleta tirk li kêleka ku Rêber Apo bê sûc girtiye, cezayê dirêjkirina tecrîdê lê biriye. Dewleta tirk ev zagon û maf ji ku derê peyda kirine em wê pirs dikin, heta vê astê azadî û mafên mirovan binpê dike. Dewleta tirk rojane li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava gefan dixwe û êrîşên cur be cur pêk tîne. Her wiha li Bakur û Başûrê Kurdistanê jî heman kiryaran dike. Dewleta tirk hewl dide gelê Kurd qir bike, bê vîn û nasname bihêle da ku em weke netew negihîjin statuya xwe. Dewleta tirk van kiryaran li pêşiya tevahî cîhanê dike. Zarok û jinan qetil dike, Kurdistanê dagir dike û komkujiyan pêk tîne."
“Zagonan dipejirînin û bi xwe jî binpê dikin”
Hiqûqnas Emgîhan Hisên teqez kir ku hêviya wan ji rêxistin û komeleyên mafên mirovan tune ye û wiha bi dawî kir: "Têgîna azadî û mafên mirovan di Tirkiyeyê de tune ye. Dema ku zagonên parastina mirovan, lawir, ekolojî, jin, zarok û hwd. derketin, ev zagon ji aliyê tevahî dewletan ve hatin pejirandin. Her wiha Neteweyên Yekbûyî, konseya Ewropayê û bi sedan rêxistinên mafên mirovan jî hevpeymana xwe li gorî wan zagonan çêkirine. Lê dema pêwîstiya gelê Kurd bi van zagonan çêdibe, ev zagon tên binpêkirin. Em vê yekê wiha dinirxînin ku tevahî dewletên serdest, sazî û rêxistinên mafên mirovan bi dewleta tirk re hevkar in. Li ser vê bingehê hêviyên me ji van aliyan tune ne, em bang li civakên azadîxwaz dikin, li tevahî gelê Kurd û bi taybet li jinan dikin ku bi hev re xwedî li Rêberê xwe derkevin. Em dibêjin ku ilanên dewleta tirk û tevahî hêzên hegomonîk vala derketin, ji ber ku felesfeya Rêber Apo di nava me de dijî û zindî ye."