Doza Peymana Stenbolê: Dozgerê Dadgeha Bilind xwet ku biryara vekişîna were betalkirin

Dozgerê Dadgeha Bilind a di doza Peymana Stenbolê de mutalaaya xwe eşkere kir, xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin. Dadgeh dê di nava 30 rojan de biryara xwe bi nivîskî eşkere bike.

Navenda Nûçeyan - Danişîna deh dozên ku bi mebesta betalkirina biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê hatibûn vekirin, îro li 10’emîn Daîreya Dadgeha Bilind Dewletê hatin dîtin. Piştî parastina parêzerên Serokomar Tayyîp Erdogan, danişîna dozê bi girtina parastinên dawî yên dijber dawî bû. 

Di dadgehê de Serokê Daîreyên Peymanên Midûriyeta Giştî ya Hiqûq û Mewzûatan a Serokatiya Kar û Barên Îdarî ya Serokomariyê ya Wekîltiya Serokomariyê Emre Topal parastin kir. Emre Topal îdia kir ku vekişîna ji Peymana Stenbolê têkoşîna li dijî tundiya ser jinan asteng nake û biryar li gorî hiqûqê ye. 

“Ne pirsgirêkek teknîkî ye”

Parêzer Oya Aydin Goktaş ku derbarê parastinê mafê axaftinê girt, wiha axivî: “Tu dewleteke ku rayeyên qanûnsaz, bicihanîn û darazê tê de hene rewşên wiha teknîkî qebûl nake. Herwiha  parêzer Hulya Gulbahar û Profesorê Hiqûqê Serap Yazıcı jî li dijî parastinê mafê axaftinê girtin.

Biryar dê di nava 30 rojan de bê ragihandin

Piştî axaftinan jî dozgerê Dadgeha Bilind Dewletê mutalaaya xwe parve kir. Dozger xwest ku şandeya dadgehê biryara betalkirina biryara vekişînê bide. Piştî xwendina mutalaaya dozger jî beşdaran çepik lê dan. Parêzerên ku li dijî mutalaayê mafê axaftinê girtin jî diyar kirin ku beşdarî mutalaayê dibin. 

Danişîn, bi dirûşma “Bijî piştevaniya jinan” bi dawî bû.  

Li gorî qanûnê divê biryara bihincet di nava 30 rojan de ji aliyan re were ragihandin.