Doza Kobanê îro dest pê dike

1’emîn Danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên berê yên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 28 girtî 108 kes jê tên darizandin îro dest pê dike. Gelo kîjan ji ber çi sedemê tên darizandin? Bi çi tên sûcdarkirin?

Navenda Nûçeyan - Danişîna Doza Kobanê ya di navê de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hene tê de 28 girtî 108 kes jê tên darizandin îro dest pê dike.
Di êrîşên DAIŞ’ê yên Cotmeha 2014’an ser Kobanê de bi armanca “alîkariya mirovî û bidawîkirina alîkarîdayîna DAIŞ’ê” protestoyên li Tirkiyeyê hatin kirin piştî 6 sal û 4 mehan doz hat vekirin. Danişîna dozê wê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê were dîtin. Ji bo parastina dozê hezar û 200 parêzeran bi dilxwazî peywir dan ser milên xwe. Her wiha ji 16 welatan ji bo şopandina dozê heyet hatine.
Wê demê çi bûyer qewimîn?
Di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li 35 bajarên Tirkiyeyê bi banga rêveberên HDP’ê çalakiyên protestoyî hatin destpêkirin. Di xwepêşandanan de 37 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji wan 27 HDP’î bûn.
8’ê Cotmehê di dema xweşpêşandanan de parvekirinên Twittera Navenda Giştî ya HDP’ê weke hincet hatin nîşandan û der barê yên 9’ê Cotmeha 2014’an û şûnde di navbera wan de Hevserokên Giştî yên HDP’ê û endamên MYK’ê hebûn gelek lêpirsîn dan destpêkirin, li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê du îdianameyên sereke kirin yek. Ji aliyê Buroya Lêpirsîna Sûcên Parlamenteriyê ve hat destpêkirin di pêvajoya ku Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn doz li parlamenter û endamên MYK’ê vekirin, ya duyemîn jî der barê endamên MYK’ê de vekirin.